KNK'ê sersaxî ji YNK'ê re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber şehadeta 3 pêşmergeyan sersaxî ji YNK'ê re xwest.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber êrişa hewayî ya li ser balafirgeha li Erbetê peyamek ji Serokatiya YNK'ê re şand.

Di peyamê de hate gotin, "Doh (18.09.2023) li Silêmaniyê li fokexana Erbetê, hêzên dijî teror yên girêdayî rêveberiya we, ji teref hêzên hewayî yên dewleta Tirk ve, hatin amancgirtin. Di encama êrîşê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 3 pêşmerge jî birîndar bûn. Ev êrîşek hovane ye û ne tenê li dijî YNK'ê ye, heman demê êrîşek li ser Kurdistanê ye û li dijî tevahiya gelê Kurd e. 

Ev êrîş li dijî serweriya herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê ye. Ev e serê salane dewleta Tirk, serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê binpê dike. Ev rewş, binpêkirina hemû pîvanên hiqûqî yên navneteweyî ye jî. Heman demê li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî, ev êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurdistanê, tewanên şer û tewanên li dijî mirovahiyê ne. Divê pêşiya dewleta Tirk bê girtin û tewanbar bêne cezakirin. Em bawer dikin ku hûnê şopdarê vê rewşê bin û di vî warî de em weke KNK bi hemî awayî li gel we ne û piştgiriya rêveberiya we dikin.

Li ser vê êrîşê, şehadet û birîndariyê, em xema we parve dikin û vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin. Di şexsiyeta şehîdên fokexana Erbetê de, em hemû şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bi bîr tînin, li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin, ji serokatiya we re, ji hemû endam û alîgirên YNK'ê re, ji malbatên şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê, ji birîndaran re şîfayê dixwazin."