KNK’ê li Xûrmatûyê civîna yekîtiya neteweyî li dar xist

KNK piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, dest bi civînên gel kir. Civîna pêşîn li Xûrmatûyê hate kirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dest bi civînên bi nivîskar, ronakbîr û akademîsyenan kir.

Heyeta KNK’ê li navçeya Xûrmatû ya Selahadînê civîna gel li dar xist. Civîn li eywana civînêya qeymeqamtiya Xûrmatûyê hate lidarxistin û bi sedan nivîskar, akademîsyen û gel beşdar bûn.

Di civînê de qeymeqamê Xûrmatûyê Şelal Ebdûl axivî û got, “Em wateyeke girîng didin xebatên KNK’ê. Em bawer in ku ev xebat wê ji gelê me re destkeftinên mezin bîne. Em bextewar in ku ev civîn ji navçeya me hatiye destpêkirin.”

Endamê Dîwana KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî jî axivî û got, “Ji bo komxebata li Başûrê Kurdistanê em bi gelê xwe re dicivin. Em dixwazin li rexne û pêşniyazên gelê xwe guhdarî bikin.”