KNK’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî bang kir

KNK: Bang li civaka navneteweyî, gelên herêmê û hemû kesên xwedî wijdan, exlaq ev e; li hember êrîşên li ser gelê Kurd, bikaranîna çekên kîmyewî, li dijî alîkariya hikûmetên walatên xwe ya ji bo Tirkiye rawestin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker-qirker û bikaranîna çekên kîmyewî ya li qadên gerîla di serî de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî, Rêxistinên Civaka Sivîl, parlemetner, partiyên siyasî, zanko, her mirovên ku xwedî hestên mirovayetiyê ne kir ku pêwîste li ber êrîşên Tirkiye ya li ser gelê Kurd, dîsa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bibin xwedî helwest û zextê li ser dewletên ku lê dijîn bikin ku ew jî bibin xwedî helwest.

Banga KNK’ê wiha ye:

‘LI BER ÇAVAN QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ TÊN BINPÊKIRIN’

“Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd şereke dijwar û qirêj dike. Her roja diçe dagirkeriya xwe li Rojava-Sûriye û Başûrê Kurdistan-Iraq berfirehtir dike. Di serî de li Rojava, Başûrê Kurdistan, Kampa Penaberan a Mexmûr û Şengal bê navber dibin armancên balafirên şer û SÎHA’yan. Ji ber van bomberdûmana bi deh hezaran mirov neçar man ku gundên xwe bi terikînin, gelek kes şehîd û birîndar bûne. Di van êrîşan de ziyan tenê li gelê Kurd û xweragirên wê nakevin, di heman demê de serweriya Sûriye û Iraqê jî tê binpêkirin. Li ber çavan qanûnên navneteweyî û serweriya welatan tê derbaskirin di serî de Neteweyên Yekbûy, NATO, DYE, Yekîtiya Ewropa, Komîsyona Ewropa, Parlementoya Ewropa, Rûsya tenê lê dinêrin, dewleta Iraqê jî bi bêdengiya xwe piştevaniya êrîşan dike.

‘6 MEH IN BÊ NAVBER ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊ BIKARANÎN; TEVÎ BELGEYAN JÎ BÊDENG IN’

Ev dikeve meha 6’an êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk li dijî qadên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike. Şereke dijwar li van herêman bê navber heye. Dewleta Tirk vî şerî ji raya giştî û çapemeniyê diveşêre. Di şerê li herêmê diqewime de, dewleta Tirk qanûnên şer bi vekirî binpê dike, li dijî mirovan sûcên mezin ên şer dike. 6 meh in leşkerên Tirk bi vî awayî nekarîne qadên gerîla dagir bikin. Ji bo bikarin bikevin nava tunelên şer, heta niha 163 caran gazên kîkmyewî bikar aniye. Tevkî ku belge û raporên pêwîst li ber dest hene ku gazên kîmyewî hatiye bikaraîn jî, hêzên navneteweyî hê jî bêdeng in. Di encama êrîşên kîmyewî de bi dehan gerîla heta niha şehîd bûne. Di roja 4’ê Îlona 2021’ê de li gundê Hiror ê girêdayî Dihokê ye di encama bikaranîna çekên kîmyewî de welatiyeke gund ji ber vê gazê bi jehrê ket û rakirin nexweşxaneyê.

‘HÊZÊN KU ÇEK, BOMBE Û ÇEKÊN KÎMYEWÎ DANE TIRKIYE, ŞIRÎKÊN SÛC IN’

Ji ber ku heta niha kesê Tirkiye şermezar nekiriye, banga rawestandina van êrîşan nekiriye, rewşekî welê derketiye ku li dijî hiqûqa navneteweyî ya gerdûnî û navneteweyî derketiye holê. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî ya li ber Tirkiye, tê wateya ku vî sûcî erê dikin, dibin hevkar û palpişt. Ew hêzên ku her cûre balafir, bombe û çekên kîmyewî dane Tirkiye, her wiha ew hêzên li ber vê yekê bêdeng in, hemû jî şirîkên sûcên Tirkiyeyê ne.

‘BIKEVIN TEVGERÊ; PÊŞIYA ÊRÎŞAN BIGIRIN’

Banga me ji bo civaka navneteweyî, gelên herêmê û hemû kesên xwedî wijdan, exlaq ev e; li hember êrîşên li ser gelê Kurd, bikaranîna çekên kîmyewî, li dijî alîkariya hikûmetên walatên xwe ya ji bo Tirkiye rawestin. Rêxistinên Civaka Sivîl, parlemetner, partiyên siyasî, zanko, her mirovên ku xwedî hestên mirovayetiyê ne, pêwîste li ber êrîşên Tirkiye ya li ser gelê Kurd, dîsa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bibin xwedî helwest û zextê li ser dewletên ku lê dijîn bikin ku ew jî bibin xwedî helwest.”