KNK’ê li Başûrê Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî serdana sê partiyan kir

KNK’ê serdanên xwe yên ji bo yekîtiya netewî didomîne, îro jî seriyek da Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Bîzûtneweyî Îslamî.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) 12’ê Hezîranê ji bo plaftormeke hevpar ku yekîtiya netewî ya Kurd wê lê were nîqaşkirin, bang li partiyên siyasî û beşên civakî yên çar parçeyên Kurdistanê kiribû, KNK’ê bi vê çarçoweyê li Başûrê Kurdistanê serdana partiyên siyasî dike. Şandeya ku ji Alîkarê Hevserokê KNK’ê Tahir Kemalîzade, Endamê Dîwana KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, endamên KNK’ê Seyid Ekrem, Ferhat Dostkî û Şikrûllah Hemed Emîn pêk hatî, li Hewlêrê seriyek da Partiya Yekgirtû Îslamî, Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Bizûtneweyî Îslamî.

YEKGIRTÛ: EM AMADE NE KU DESTEKÊ BIDIN

Şandeya KNK’ê ji hêla şandeya Yekgirtûya Îslamî ve ve hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtinan Serokê Meclisa Têkiliyên Gel yê Yekgirtû Îslamî Hahî Elî bersiva pirsên nûçegihanan da û got ji bo ku şandeya KNK’ê serdana wan kirine û ji bo hewldana wan a bi mebesta yekîtiya netewî kêfxweş in û got: ‘’ Em ê pir kêfxweş bibin di platformeke wiha de ku ji hemû beşên Kurdistanê hemû partî di nav de ne yekîtiya netewî nîqaş bikin. Yekgirtû Îslamî destekê dide her cure xebatê ku ji bo çar parçeyên Kurdistanê wê stratejiya siyasî lê were nîqaşkirin.’’

PARTIYA KOMUNÎST: EM JI FETLONEKE DÎROKÎ DERBAS DIBIN

Şandeya KNK’ê piştre seriyek da Navenda Giştî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê. Şandeya KNK’ê ji hêla şandeya Partiya Komunîst ve hate pêşwazîkirin. Piştî lihevrûniştinê endamê Polîtbûroyê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Ibrahîm Sofî axivî û got ji bo yekîtiya netewî û kongra netewî dereng jî mane.

Sofî bi domdarî wiha got: ‘’Em pir qîmetê didine xebatên hevalên me yên KNK’ê. Di serî de Rojava û Başûr gelê Kurd ji fetlonekeke dîrokî derbas dibe. Êdî dema wê ye ku em jî bi yek dengî derkevin pêşberî cîhanê. Xebata yekîtiya netewî ya Kurd hem wê zemîneke ku dubendiya di nav partiyên Kurd de ji holê rabe,  hem jî di serî de dewleta Tirk wê pêşî li êrîşên dewletên li derdora Kurdistanê bigire. Em dixwazin diyar bikin, em heta dawiyê destekê didine wan xebatên wiha ku wê Kurdan li ser zemîneke hevpar bînin cem hev û esasên pêşî lê werin diyarkirin û her wiha em diyar dikin ku çi peywira dikeve ser me em amade ne ku bi cih jî bînin.’’

BIZÛTNEWEYÎ ÎSLAMÎ: EM KÊFXWŞ IN KU XIZMETÊ BIKIN

Şandeya KNK’ê piştre seriyek da Bîzûtneweyî Îslamiya Kurdistanê. Şandeya KNK’ê ji hêla şandeya Bîzûtnewe ve hate pêşwazîkirin. Li ser navê Bîzûtneweyê endamê Polîtbûroyê yê Bîzûtneweyê Kemal Hecî Elî axivî û got, ew ji xebatên KNK’ê pir dilxweş in û wiha domand: ‘’ Em amade ne ku destekê bidine hemû di xebatên di xizmeta gelê me de. Em jî dibejin ku pêkhatina yekîtiya netewî ya Kurd wê xizmeteke mezin bide gelê me. Xizmeta ji bo vê xebatê wê ji bo bibe şanaziyeke mezin.’’

KNK’ê 12’ê Hezîranê li Silêmanî daxuyaniyeke çapemeniyê dabû û banga avakirina platformeke hevpar kiribû ku partiyên siyasî û beşên civakî yên  çar parçeyên Kurdistanê li wê platformê yekîtiya netewî ya Kurd û kongra netewî nîqaş bikin.

Piştî banga KNK’ê ku armanc dike stratejiyeke hevpar diyar bike, seriyek dabû YNK’ê, Goran, Komala Îslamî, PDK, Hizbî Zehmetkêşan.

 Şandeya KNK’ê doh jî çûbû Qadên Parastina Medyayê û seriyek dabûne KCK’ê. Şandeya KNK’ê ji hêla Hevseroka KCK’ê Besê Hozat û Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Riza Altûn ve hatibûn pêşwazîkirin û piştî hevdîtinê di daxuyaniya çapemeinyê ya hevpar de Hevseroka KCK’ê Besê Hozat axivî û got ew amade ne her cure destekê bidin xebatên ji bo yekîtiya netewî û kongra netewî.