KNK'ê ji bo yekitiya netewî serdana Helepce kir

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi armanca guhdarî kirina li fikir û pêşniyarên ji bo avakirina yekîtiya netewî û lidarxistina komxebata netewî bi rewşenbîr û çalakvanên bajarê Helebceyê re civiya.

Şandeya KNK’ê ku ji  Alîkarê Hevserokatiya KNK'ê Tahir Kemalîzade, Endamên Konseya Rêveber a KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî, Sozan Heme û Zekeriya Helebce û Ferhat Dostkî  pêk dihat îro, li Helebceyê saet 10:30’an  bi çalakvan û rewşenbîrên Helebceyê re li Pirtûkxaneya Hejar Mûkriyanî civiya û civîn di saet 11:40’an de bi encam bû.

Di civînê de li  ser navê Şandeya KNK’ê Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî têkildarî xebatên xwe yên yekîtiya netewî agahî da kesên ku tevlî  civînê bibûn û diyar kir ku wan xwestine weke parêzgehên din yên Başûrê Kurdistanê, pêwîst dîtine ku bi heman awayî li gel çalakvan û rewşenbîrên parêzgeha Helebceyê jî bicivin û guh bidin fikirê wan û pêşniyarên wan yên ji bo yekîtiya netewî guhdar bikin. Berwarî her wiha got ku bajarê Helebce bajarekî sembolîk ya nasnameya netewî ya Kurd e û wiha pêde çû: “Kesayetiyên Helebce her timî di doza netewî de xwedî rol bûne û pewîst e di komxebata netewî de jî rola xwe bilîzin û her wisa pêşniyar û daxwazên xwe bînin ziman.”

Berwarî bi berdewamî behsa armanca xwe ya sereke ya ji vê komxebata netewî kir û got, ewê di komxebatê de behsa doza kîmyabaranê û Enfalê bikin û ji bo bi jenosîdî jî were qebûl kirin, xebat bidin meşandin.

Di civînê de Endama Konseya Rêveber ya KNK’ê Sozan Heme jî bal kişande ser beşdarbûna kêm ya jinan ya li civînê  û diyar kir, nêrîn û fikrên jinên Helebce ji bo wan girîng in û wiha pêde çû: “Nêrînên jinên Helebce ji bo me girînge. Lê, mixabin bi giştî li Başûr û bi taybet jî îro, tenê du jin di vê civînê de amade ne.”

KNK'ê di 12'ê Hezîranê li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wê di 15-16'ê Tîrmehê de ji bo gotûbêjkirina kongreya netewî civînek were lidarxsitin. Wê  partî, rêxistin û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî komxebatê bibin. Tê hêvîkirin ku biryarên girîng yên ji bo gavavêtina ber bi kongreya netewî ya Kurd ve di vê komxebatê de were avêtin û li ser rewşa giştî ya Kurdistanê gotbêj were kirin.’’