KNK’ê cejna remezanê pîroz kir

KNK’ê cejna remezanê li alema îslamê û gelê Kurd pîroz kir û xwest ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya cejna remezanê peyamek weşand.

Di peyama KNK’ê de wiha tê gotin;

“Sibe cejne, cejna Remezanê ye. Mixabin em îsal vê cejnê di rewşeke gelek aloz de pêşwazî dikin. Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeka dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê û cîhanê re derbaz dibe. Niha cîhan giştî li hember nexweşiya Korona (Covid-19) tekoşînekî mezin dide. Mixabin weke her sal gelê me wê nekare vê cejnê de, mal bi mal digere û bi awayekî girseyî pîroz bike. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên cîhanê çarenivîssaze. Lê her çi dibe bila bibe, dîsa cejn wê bi wateya xwe bê pîrozkirin. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Remezanê, wê hêzeke mezin û îradeyeka bi hêztir bide tekoşîna li hember nexweşiyê, avakirina pêkve jiyana bi aşitî û bextewerî yê.

Di vê rewşa aloz de jî, dijminên me ranawestin û êrîşên xwe berdewam dikin. Li Bakur, li Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Dewleta Tirk beşek ji rojavayê Kurdistanê dagîr kiriye û dixwaze hemî deskevtên gelê me li wî parçeyî têkbibe. Herweha ev demeke berê xwe daye başûrê Kurdistanê jî, roj bi roj dagîrkeriya xwe zêdetir dike. Di heman demê de, di warê aborî û siyasî de jî, başûrê Kurdistanê qeyranekî giran dijî. Li Rojhilat jî rewşa aloz berdewame. Rojane bi navê parastina sînor, kolber û kasipkarên Kurd têne qetilkirin. Li alê din girtin, êşkence û îdam berdewamin.

Li hember êrîşên dagîrkeran, berxwedanek bê hempa heye û şerê azadiyê û berxwedana gelê me, bi hemî awayî berdewam dike. Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û wê baweriyê ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin.”