KNK’ê bi rewşenbîr û kesayetên Germiyanê re civiya

Şandeya KNK’ê di çarçoveya serdanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de bi kesayet û rewşenbîrên herêma Germiyanê civiya.

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) di çarçoveya serdanên xwe yên li gel sazî, partî, rewşenbîr û kesayetên Başûrê Kurdistanê de bi kesayet û rewşenbîrên herêma Germiyanê civiya. Di civînê de behsa giringiya avakirina yekîtiya netewî û xwe dûrxistina ji şer û aloziyan hate kirin.

Saetên evarê li Salona Xwaringeha Sultan a li navçeya Kelar a Germiyanê şandeya KNK’ê bihejmarek ji rewşenbîr û kesayetên herêma Germiyanê civiya.

Di civînê de Hevserokê KNK’ê Ahmed Qeremus axivî, têkildarî serdana KNK’ê ya ji bo Başûrê Kurdistanê axivî û ev got: “Armanca me ya serdanê ew e ku em bi aliyên siyasî yên Başûr, welatî û rewşenbîran re baxivin, rê li pêşiya şerê Kurd bi Kurd bigrin. Ji bo carek din Kurd mexdur nebin. Dewleta Tirk a faşîst li gel hevpeymanên xwe li dijî gelê Kurd şer daye destpêkirin. Ji ber vê çendê jî nerawestiyaye û dixwaze li Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên Kurdî de şer derxe ku tenê wê ew sudê ji vî şerî bibîne.”

Piştre Endama Şandeya KNK’ê Asya Ebdullah jî axivî û got: “Armanca dewleta Tirk tinekirina gelê Kurd e. Ti cûdahiyê naxe navbera Başûr û Rojava. Ji bona wê pêwîste em tev bi hev re parastina gel, nîştiman û destkeftên gelê xwe bikin. Divê rê neyê dayîn destkeftên heyî ji dest herin. Niha metirsiyek mezin a dijminên gelê Kurd li ser Kurdan heye. Pêwîste rê neyê dayîn dijmin êrişê bîne ser gelê me.”

Piştre rewşenbîr û kesayetên ku di civînê de amadebûn, axivîn û diyar kirin ku divê aliyên siyasî yên Kurdî xwedî yek helwestê bin, divê rê nedin dijmin êrîş bike ser xaka Kurdistanê. Her wiha destnîşankirin ku divê li dijî hewildanên PDK’ê nerazîbûn were nîşandan û gelê Kurd helwesta xwe nîşande.