KNK: Divê Kurdistanî bi hemû rêyên demokratîk xwedî li şaredariyan derkevin

Konseya Rêveber a KNK’ê: KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê jî dike ku bi hemî rêyên rewa û demokratîk, nerazîbûna xwe nîşan bidin û li îradeya xwe û şaredariyên xwe xwedî derkevin.

Konseya Rêveber a KNK’ê têkildarî desteserkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ve daxuyaniyek nivîskî da û got: ”Ev êrişkariya wan ya dawiyê ya li ser Şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Altinova, berdewamiya êrîşa li ser îradeya gelê Kurdistanê ye û ji vê polîtîkaya wan xuya ye ku wê vê pratîka xwe ya antî demokratîk û zalim bidomînin.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

Hikûmeta Teyyîb Erdogan, duh 15’ê Gulana 2020’an destdanî li ser şaredariyên Sêrtê, Îdir, Misirc, Xana Hewêl û Altinova.Bi vê gava xwe dan nîşan ku darbeya destdanîna li ser îradeya xelkê Kurdistanê berdewame û dîsa qeyûmên xwe wezîfedar kirin. Piştî hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an ku gelê Kurdistanê qeyûmên wan ji bajarên xwe qewitandin. Li ser vê Erdogan û hevkarên xwe dîsa ketin hereketê û 19’ê Tebaxa 2019’an destdanîn li ser Şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê. Paşê jî ev polîtîka xwe ya destdanîna li ser îradeya gel parçe parçe berdewamkirin. Bi destdanîna li ser şaredariyên Sêrtê, Îdir, Misirc, Xana Hewêl û Altinova, hejmara Şaredariyên xespkirî gihişte 45. Ev reftara hikûmeta AKP’ê, ev biryara wezîrê karê navxweyî, ev siyaseta êrişkar a Erdogan nîşana dikin û nefreteke qedîm ya dewleta Tirk a li beramber gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Şaredariyên Kurdistanê 2016’ê jî, bi biryara hikûmeta Erdogan hatibûn desteser kirin û qeyûm hatibûn wezîfedar kirin. Lê belê, xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an da bi dengên bilind şehredarên xwe hilbijartin û dawî li talana qeyûman ani. Di midehê sê salan da qeyûmên hikûmeta Erdogan Şaredariyên Kurdistanê talan kiribûn, mal û hebûna xelkê Kurdistanê li zewq û sefaya xwe xerc kiribûn. Xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31’ê Adarê da dawî li vê zilma hukûmeta Erdogan anî û careke dî şehredarî kirin cihên xizmeta xelkê. Erdogan û hevkarê xwe Bahçelî tehemul bi vê şkesta xwe ya mezin nekirin û careke dî destdanîn ser Şaredariyên Kurdistanê.

Niha cîhan hemî li hember nexweşiya Korunayê li berxwe dide û rojeva mirovatiyê ya sereke lêgerîna çareyekiye ji vê nexweşiyê re. Vê dema ku rojeva cîhanê nexwşiya Koronayê ye, rojeva dewleta Tirk jî êrîşa li ser Kurdistanê ye û dixwaze ji vê rewşê sûd werbigre. A esas hikûmeta Erdogan eve demekî dirêj e ku ji hemû aliyan ve êrişeke xedar û bêtixûb tîne ser Kurdistanê. Ji hewayî û reşahî bombebarandineke bê hed û hesab li ser axa Kurdistanê dike. Dewleta Tirk ev êrişkariya xwe bi Bakurê Kurdistanê ve sînordar nehîştiye, rojane êrîşê Rojava û Başûr jî dike. Heke ji wan bêt hewil didin ku dest danin ser îradeya Rojava û Başûrê Kurdistanê jî. Ji ber hindê Kurd pêk ve divê vê tehlîkeya hikûmeta Erdogan û Bahçelî bibînin û bi hev re rê li ber bigirin.

Ev kiryarên hikûmeta Erdogan bi ti rengî nayên qebûl kirin. Erdogan ligel şirîkê xwe Bahçelî sefera tunekirina gelê Kurd û Kurdistanê dayîne destpê kirin. Her cihê ku Kurd xwe bidene temsîl kirin dibine hedefa hikûmeta Erdogan. Ev êrişkariya wan ya dawiyê ya li ser şaredariyên Sêrtê, Îdir, Misirc, Xana Hewêl û Altinova, berdewamiya êrîşa li ser îradeya gelê Kurdistanê ye û ji vê polîtîkaya wan xuya ye ku wê vê pratîka xwe ya antî demokratîk û zalim bidomînin.

Ev kiryara wan tinê êrişa li ser îradeya xelkê Kurdistanê nîne, her wisa gefeke xurt e li ser bizava demokrasiyê li Tirkiyê jî. Lewma hemû demokrasîxwazên Tirkiyeyê, divêt beramberî vê zulma Erdogan û Bahçelî mil bi milê xelkê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bidin û dijî vê êrişa faşîst bi hev re rawestin.

Erdogan û Bahçelî bila bizanin ku qeyûmên wan nayê qebûlkirin û şehredarên meşrû yên bajarên Kurdistanê ew şeredar in yên ku 31’ê Adara 2019Aan bi dengên bilind hatine hilbijartin.

KNK hêvî û daxwazê ji cîhana demokratîk jî dike ku xelkê Kurdistanê bi tinê nehêlin û beramberî vê bêdadiya hikûmeta Erdogan û Bahçelî bêdeng nemînin û fişareke xurt bînine ser û her weha bibînin ku merkeza hemû arêşe û fitneya li Rojhilata Navîn dewleta Tirk e û bi taybetî hikûmeta Erdogan e.

KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê jî dike ku bi hemî rêyên rewa û demokratîk, nerazîbûna xwe nîşan bidin û li îradeya xwe û şaredariyên xwe xwedî derkevin.”