KNK çû serdana Tevgera Goran û waliyê Silêmaniyê

KNK a ku li Başûrê Kurdistanê amadekariya komxebata yekîtiya neteweyî dike, çû serdana Tevgera Goran û waliyê Silêmaniyê.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) amadekariyan dike ku di 27-28’ê Çileyê de li Başûrê Kurdistanê komxebata yekîtiya neteweyî li dar bixe, çû serdana Tevgera Goran û waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir.

Alîkarê Hevserokatiya KNK’ê Farûq Cemîl, endamên KNK’ê Ferhad Dostkî, Ebdulah Melenûrî û Mujde Ebas berê çûn serdana navenda giştî ya Tevgera Goran a li Girdê Zergetê. Heyet li vê derê ji aliyê Serokê Giştî yê Tevgeran Goran Seyîd Elî ve hate pêşwazîkirin. Piştî serdanê li ser navê Tevgera Goran Celal Cewher axivî û diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin xebatên ji bo yekîtiya neteweyî û ew amade ne ku peywira xwe bi cih bînin.

Heyeta KNK’ê piştre jî çû serdana waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir. Ebûbekir piştî serdanê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin komxebatê û got, “Ji bo vî tiştî em ê dest bi amadekariyan bikin. Em dixwazin hemû alî beşdarî vê komxebatê bibin û bi van xebatan projeyên hevpar werin amadekirin.”

KNK’ê di 5-15’ê Tîrmeha 2017’an de li Silêmaniyê komxebateke yekîtiya neteweyî li dar xistibû. Ji her çar parçeyên Kurdistanê nêzî 60 partiyên siyasî û bi sedan saziyên sivîl ên civakî tevlî vê komxebatê bûbûn. Di komxebatê de biryar hatibû giritn ku ji bo her çar parçeyan komxebat werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de heta niha ji bo Kurdên li Rojava, Rojhilat û derveyî welat dijîn komxebat hatin lidarxistin.