KNK: Êrîş û zextên Îranê yên li ser gelê Kurd şermezar kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) diyar kir ku tawan û şîdeta Komara Îslamiya Îranê nîşaneya lawazbûna dewletê ye û banga xwedîderketina li Rojhilatê Kurdistanê û li gelê Kurd kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî rewşa Rojhilatê Kurdistanê û zextên Komara Îslamî ya Îranê ya li ser gelê Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Ev tawan û şîdetên Komara Îslamîya Îranê, nîşaneya lawazbûna dewletê ye!

Sala 2020’an, saleke bi taybet ji bo gelên Îranê pir zehmetî bû. Dîktatorîya rejîmê, rewşa aboriya xelkê hê xerabtir bû û pandemiya koronayê jî bû zêdebarê hemû derdeseriyan. Bêkarî, nedarî û xîzanîyek ku di 42 salên bihurî da zêdetir bûne.

Xelkê Îranê, bi taybetî xelkê Kurdistanê mehkûmê sîstemeke stemkar bûn ku bandor li ser tevaya bizavên civakê kiriye û şîrazeya têkeliyên xelkê têk dan. Heta gihaye astê regezperestiya navxweyî jî. Bi vê siyasetê wa kiriye ku xelkê bi şerê tawanbarkirina hev û muhrên îxanetê li ser hevdu parve dikin, bi taybetî li ser wan kesên ku dixwazin behsa demokrasî û azadî û nan û avê diken. Wan bi napak û kufr dihesibînin wan ditirsînin û digirin.

Tenê di sê heftiyên vê mehê da nêzî 100 kes hatine girtin û windakirin ku hejmareke zêde ji wan jin û keç in. Ew hemû derfetên wan jî bi wekîl û parêzeran ve nîne û ew qanonên dewletê jî xwedî li wan dernakevin.

Di atmosfereka weha dîktator û faşîzma mezhebiya dînî, bêkarî û hejarî û bê xizmetguzariyê da xelk dergerdan kiriye. Yên ku ji sedemên xîzanî û bê deselatî û kêm jiyarîyê hewlên xwekujiyê didin û xwe dikujin, ku piraniya wan jin in. Dewlet bi rêya birçîkirinê, xelkê neçarî teslîmbûna sîstema rewşa niha dike.

Di demên weha de pêwîst e gelê Kurd û gelên din yên Îranê stratejî û armancên sereke ji bîr nekin û nebine beşek ji lîstokên dewletê.

Kar û erkên xebatkerên Kurdistanê dibe ew be ku hejmara dost û yaran ji bo xebata azadîxwaziyê zêde bikin û doza Kurdistanê ronî bikin.

Dewleta Îran û Turkiyeyê di nava krîz û  qeyranên mezin yên aborî û siyasî de ne û di astê navneteweyî da her tê û berteng dibin. Karbidestên Komara Îslamî ya Îranê di rêya zêdekirina şidet û çavtirsandinê hewl dide berovajiya wê nîşan bide.

Li ser vê rewşê, KNK daxwaz ji hemû parçeyê Kurdistanê dike ku xwedî li ked û fedakariya Rojhilatê Kurdistanê derkevin û piştevanê wana bin û li ser xebata yekgirtiya Kurdistanê berdewam bin. Zîndaniyên siyasî serê bilind û havênê têkoşîna me ne. Serkeftin li her cihekî axa Kurdistanê, serkeftina me hemûyan e û her zirarek jî zirariya hemû Kurdistanê ye.

Em bi bawer in ku desthelata kevneperestiyê li Kurdistanê wê bişkê û têkoşîna azadîxwaziya xelkê me d bi ser bikeve!”