Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KJK: Komkujer wê têk biçin, azadî wê bi ser bikeve

KJK'ê ji ber salvegera Komkujiya Helepçeyê daxuyanî da û got, "Li Efrînê û li her cihî bi berxwedaneke dîrokî hesab ji vê hişmendiya paşverû tê pirsîn. Berdêla vê hesaba dîrokî her çi jî be wê azadî bi ser bikeve."

Koordînasyona KJK'ê komkujiya Helepçeyê ku 16'ê Adara 1988'an rejîma faşîst a Seddam pêk anî şermezar kir. KJK'ê got, di komkujiyê de gaza kîmyewî hatiye avêtin û bi hezaran mirov hatine kuştin. Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi  hezaran mirov seqet hatin hiştin. Êrîşa kîmyewî êrîşeke domdar û mayinde ye ku li dijî sirûştê û mirovahiyê ye. Dijminatiya li Kurdan, dîktatoriya bi asta jor a faşîzmê di dîktatoriya Beas, rejîma Seddam de û niha jî di şexsê dîktator Erdoğan de xuya dike. Yek ji mînaka herî hov a qirkirinê ye ku layiqî Kurdan hatiye dîtin."

KURDAN KOMKUJIYA HELEPÇEYÊ QET JI BÎR NEKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em komkujiya Helepçeyê ya ku ketî sala xwe ya 30'î, mirovên xwe yên şehîd bûn, hemû şehîdên xwe yên li Efrînê bi hurmet bi bîr tînin" û bi domdarî hate gotin, "Gelê Kurd komkujiya rejîma Seddam qet ji bîr nekir. Niha jî hesabê vê hişmendiya paşverû li Efrînê û li her deverê bi berxwedana dîrokî tê pirsin. Berdêla vê hesabpirsîna dîrokî her çi jî be wê azadî bi ser bikeve.

Pergala modernîteya kapîtalîst, peymana Sykes-Pîcot a ku hêzên super ên cîhanê sala 1916'an danîn diparêzin û didomînin û bi teqezî naxwazin ku Kurd bibin xwedî statu. Ji bo vê jî çavê xwe ji komkujiyên dewleta Tirk re digirin û destekê didin. Di sedsala 21’ê de şerê ku kar ji wan re tîne, li Rojhilata Navîn, hebûn, nasname, ziman, çanda Kurdan ji tine ve tên û tevlî şerê qirkirinê yê Erdoğan bûne. Bi vê siyaseta gemarî ya ku li Kurdan tê ferzkirin politikaya pêgir, bêvîn, teslîmgir û jiyana bi renge koletiyê ye. Bi şerê ku TC'ê li Efrînê dayî destpêkirin tê xwestin ku li ser Kurdan bi dorpêça qirkirinê ji holê rakin. Kurdên berxwedêr, xwedan statu û nasnama naxwazin, li dijî Kurdên berxwedêr, xwedî vîn dijminatiyê dikin.

XETA FEDAYÎ LI EFRÎNÊ BI LEHENGÎ LI BER XWE DIDE  

Tevgera Azadiyê, li dijî van komkujiyan ji bo doza azadiyê ya li Kurdistanê timî li ber xwe da û têkoşiya. Têkoşîna azadiyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin, berxwedana me ya azadiya jinê û xeta me ya fedayî li hemû parçeyên Kurdistanê bûye destana dîrokî ya tolhildanê. Ev xeta fedayî îro li Efrînê bi lehengî li ber xwe dide. Berxwedana Efrînê li dijî qirkirin û dijminatiya li Kurdan a TC a faşîst bûye têkoşîna kurdê azad, gelê azad û jinên azad.  

ERDOĞAN WÊ HESAB BIDE MIROVAHIYÊ

Di navbera rejîma Baas, dîktatoriya Saddam a ku 16'ê Adara 1988'an li Helebçeyê komkujî kir û faşîzma AKP-MHP, dîktatoriya Erdogan a ku niha li Efrînê ji bo dagirkeriyê êrîşê dike ti ferq nîne. Dagirkeriya TC a faşîst hê berfireh û kûrtir e ku bi desteka sîstema navneteweyî li Efrînê şerê dagirkirinê dike. Duh li Bakur, li Cizîrê, Sûrê, Nisêbînê êrîş kir, îro jî li Efrînê êrîş dike. Ev yek konsepta tinekirina Kurdan a dewletan e. Ev yek, cidiyeta polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan tê ferzkirin radixe pêş çavan. Bi vê siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd re polîtîkaya înkar û tinekirinê tê dewamkirin. Ev zîhniyetê mêtinger zext, zordarî û şîdetê weke şerekî bi feyde li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê dimeşîne. Şer û desthilatdariya dîktator faşîst Erdoğan ê ku pêşengiyê ji dijminatiya li Kurdan re dike, wê bi têkoşîna demokrasiyê ya gelan û berxwedana Efrînê bê şikandin. Artêşa Tirk ku talanker û çeteya Erdoğan e wê weke artêşeke mîlîtarîst a bêqîmet têk biçe. Netewe dewleta faşîst wê hilweşe. Erdoğan ku îdeolojiya mêr bi faşîzmê temsîl dike, wê hesab bide gelan, jinan, gelê Kurd û mirovahiyê.  Şerê dewleta Tirk ê ji bo dagirkirina bajarê Efrînê di roja 56'an de bi rengekî hov û bê rehm dewam dike. Gelê Efrînê û gelên Kurdistanê ku bi pêşengiya YPG/YPJ û QSD'ê bi rengekî bi heybet li ber xwe didin, nirx û pîvanên mirovahiyê diparêzin. Ev şerê mafdar û xweparastinê ku bi fedayîtî û berxwedana jinên Kurd tê kirin, wê bi ser bikeve. Li dijî şerê komkujî û qirker ku dixwazin ji Helebçeyê heta Efrînê bidomînin, xeta Apoyî wê bi sekna fedayî teqez bi ser bikeve. Gelê Kurd ê azad wê bi ser bkeve. Weke tevgera jinên azad, bersiva me ya herî mezin a li van komkujiyan, berxwedan e. Berxwedan wê roj bi roj mezintir bibe. Bersiva me wê serketin be, wê jinûve afirandina jiyana azad bi aqil, ked û wêrekiyê be. Ev şerê ku ji Helebçeyê heta Efrînê li dijî Kurdan tê kirin, têk çûye. Yên bi ser ketine Kurd in û gel in."