KJK: Cihê ku agirê Newrozê lê hebe, têkçûn lê nîne

Koordînasyona KJK'ê bal kişand ser wateya wêrekî, hêvî û bi heybet a Newroza 2018'an û got, "Cihê ku agirê Newrozê lê hebe, têkçûn lê nîne."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya Newrozê peyamek weşand û got, "Heta ku agirê Newrozê hebe têkçûn nîne, serketin û azadî heye."

KJK'ê bi bîr xist ku agirê azadiyê di her serdemê de li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi berxwedaneke mezin hatiye dadan û got, "Dema zilm mezin be, berxwedan jî mezin e. Agirê berxwedanê yê ku li Kurdistanê gur bû weke azadiyê di hiş û meşiyê Kurdan û hemû gelan de cih girt. Lewma Newroz berxwedan e, azadî ye, serînetewandina li ber zilmê ye, geşkirina têkoşîna serbilind e."

NEWROZ BÛYE LEHIYA AZADIYÊ

Di daxuyaniyê de şehîdên Newrozê yên ku ev dîrok û mîrateya mezin li pey xwe hiştin û şehîdên ku li dijî Dehaqên zalim ên sedsala 21'ê; artêş û dewleta TC, hikumeta AKP-MHP, çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê, çeteyên OSO'yê bi Newrozbûnê li ber xwe dan, bi minetdarî hatin bîranîn û soza serketina azadiyê hate dayin.

Her wiha bi soza serketinê, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ê li Îmraliyê bi rengekî dîrokî li ber xwe dide û bûye çavkaniya berxwedan û serketinê û li hemû girtiyên azadiyê hate pîrozkirin. Di daxuyaniyê de Newroz li gelê Kurd ê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, li Ewropa, Rûsya û her çar aliyên cîhanê û li gelên bindest û berxwedêr ên Rojhilata Navîn û cîhanê, li hemû jinan hate pîrozkirin. Koordînasyona KJK'ê bi taybetî gel û şeravnên Efrînê yên li dijî hêzên dagirker faşîst ên Tirk li ber xwe didin, silav kir û Newroz li wan pîroz kir.

BERXWEDAN DERKETE ASTA HERÎ BILIND

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re Newroza îsal derketiye asta herî bilind û hate gotin, "Bi vê berxwedanê re dîrok ji nû ve zindî dibe, bindest radibin ser piyan, nasnameyên ji hev xerîb bûne bi xurtî piştevaniya hev dikin, gel û jinên ku bêhn li wan hatiye kinandin jinû ve hilmê distînin û ji vê jî wêdetir sîstemeke jiyanê ya ku her kes lê dikare bi rengekî azad bijîn ava dibe. Û ev yek têk naçe. Xeta azadiya gelan û jinan têk naçe."

HETA KU AGIRÊ NEWROZÊ HEBE, TÊKÇÛN NÎNE

Koordînasyona KJK'ê di dewama daxuyaniya xwe de got, "Bila dewleta faşîst a TC, hikumta faşîst a AKP-MHP'ê baş bi vê zanibin: Heta ku agirê Newrozê yê hemdem di dilê gelê Kurd, jin û dostan de hebe, têkçûn nîne, serketin û azadî heye. Azadiya di dilê jinan de, bi Newrozê xwe dide der. Lewma cihê têkçûnê nîne. Efrîn a Efrîniyan e, Efrîn a jinên azad e, ya gelên azad e, ya berxwedêrên bi ruhê Newrozê ne, ya Kurd, Ereb, Êzidî, Suryanî, Elewî û Ermeniyan e. Artêşa faşîst a Tirk tevî hemû hêza xwe ya leşkerî û teknîka şer, bi desteka herêmî û navneteweyî piştî 58 rojan karîbû bikeve nava Efrînê û bi binpêkirina hemû exlaqên mirovahiyê û nirxên hiqûqî, qaşo serketina xwe ragihand."

KJK'ê destnîşan kir, di sedsala 21'ê de heta ku dewleta Tirk dijminatiyê li Kurdan bike, wê ti carî bi ser nekeve û got, "Di rewşeke welê de ku Efrîn hatiye dagirkirin û TC dijminatiyê li Kurdan dike, li Enqereyê wê xew nekeve çavê kesî, wê li Stenbol, Îzmîr, Antalya, Hatay û Dîlokê mirov bi aramî nejîn. Yên ku serketineke sexte li Efrînê ragihandine divê baş bi vê zanibin."

SERKETINA LI EFRÎNÊ NE YA FAŞÎSTAN E, YA GELAN E

KJK'ê ragihand, gelê Kurd bi xeta azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û bi agirê azadiyê yê Newrozê xwe ji nû ve xemilandine, bi biryar bûne û got, "Kurdê niha ne Kurdê klasîk ê berê ye. Jinên Kurd ne jinên klasîk ên berê ne. Dil û mejiyê azad, Kurd kirine hêzeke serdemê ku têk naçe. Kurd li her cihî û di her kêliyê de li ber xwe dide, wê li ber xwe bide. Li Efrînê bi qonaxa nû re, bi rêbaza gerîla ya profesyonel wê li ber xwe bide. Yekîtiya neteweyî wê bê xurtkirin, piştevaniya enternasyonal wê bê xurtkirin, rêxistiniya jinan wê bê xurtkirin û li ser vê bingehê wê li ber xwe bide. Berxwedan neqediya ye, derbasî qonaxeke nû bûye û wê bidome, didome. Heta ku dawî li dagirkeriya dewleta faşîst a Tirk ku Dehaqê niha ye bê anîn, wê berxwedan bidome. Kawayê Hesinkar ku peykerê wî li navenda Efrînê hate şikandin, wê di nava keç û xortên gelê Efrînê de bibe agir û Newroz û wê faşîstan bişewitîne. Serketina li Efrînê ne ya faşîstan e. Serketin li Efrînê y gelan e, ya gelê Kurd e ku bi agirê azadiyê bûye Newroz, ya dayik û jinên têkoşer e, ya Avesta, Barîn, Îlan, Polat û Hêlîna sosyalîst e.

Ev têkoşîn wê bi rengekî bi heybet di vê serdemê de bidome. Nirxê herî giranbuha yê serdemê ev berxwedan e. Ev berxwedanê wê bi pîvana şerê gerîlayê bajêr ku li her cihî ye lê li ti cihî xuya nake, bi biryaradriya xurt a têkoşînê ya gelê me û tevlîbûna enternasyonalîst a gelên dost, wê ti carî neqede. Berevajî, wê mezin bibe û ev agir wê bi Tirkiyeyê jî bikeve. Vegera Efrînê ji niha ve ji bo dewlet Tirk a faşîst û Erdoğan bûye berdêleke mezin, wê berdêlek mezintir bidin. Bi 18'ê Adarê re şer derbasî qonaxeke nû bûye û pêvajoya şikestina TC di vê demê de mezin bûye. Bila kes ji vê yekê gumanan neke."

'NEWROZA 2018'AN CIHÊ HÊVIYÊ YE'

Di dawiya daxuyaniyê de Koordînasyona KJK'ê işaret bi naveroka wêrekî, hêvî û heybetî ya Newroza 2018'an kir û got, "Ne tenê roja me, ev serdema me jî ronî dike. Em hê bi zelalî pêşiya xwe dibînin, em hê bi hêvî û wêrek in. Mirovahiyê dît ku xeta azadiyê ya gelekî dikare çi bike, dît ku jin çawa dikarin bi berxwedanê bedew bibin û ronî bikin, dît ku jin çawa dikare bi dilê xwe yê azadiyê duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ji hev bixe. Rastiya qewîn û têkneçûyî ya jin û gelê Newrozbûyî li pêş çavên tevahiya cîhanê ispat bû. Ev yek li hiş û mejiyê azadiyê neqişî. Ya ku têk naçe ev e. Ev serketin e."

Koordînasyona KJK'ê herî dawî got, "Serketin wê bibe para gelên rêxistinbûyî û berxwedêr! Serketin wê bibe para jinên bûne Newroz!"