KJK: Em di wê demê de ne ku Rêberê xwe azad bikin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, "Em di wê demê de ne ku bi têkoşîn û berxwedana xwe tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger bikin."

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya sala 1998'an ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KJK'ê wiha ye:

"9'ê Cotmeha 1998'an di pratîkê de roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e. Em vê komploya navneteweyî bi hêrseke mezin şermezar dikin, ku ev sîstema hov û li derveyî mirovahiyê ya Îmraliyê li dijî Rêberê me ava kir.

Bi rêya vê komployê hate xwestin ku daxwaza jiyana bi rûmet û azad a jin û gelê Kurd bi temamî bê qedandin. Bi têgihiştina kûr a vê yekê, şehîdên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dijî komployê çalakî kirin, bedena xwe dan ber agir, bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Ji bo dilsoziya bi bîranîna wan re em soza xwe dubare dikin ku ji bo azadiya Rêberê xwe, gelê xwe û azadiya jinan têkoşîna xwe bilind bikin.

DYE ku sala 1998'an û piştî wê di siyaseta cîhanê de bi rola hêza super radibû, li Îsraîl, welatên cuda yên Ewropayê, Rûsya, Îtalya, Yewnanistanê yên wê demê desthilatdar bûn, ji kopmploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, berpirsyar in. Heta ku ev dewlet û hikumet vê helwestê sererast nekin, rexnedayina xwe nedin û heta ku Rêberê me azad nebe, jin, gelê me û gelên herêmê wê vê xiyanetê ti carî ji bîr nekin û teqez tolê hilînin.

Sîstema Kapîtalîst Modernîst di serî de DYE, dewletên li Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo sîstema mêtingeriyê ya desthilatdar kûr û mezintir bikin, ev komplo xistin meriyetê. Dihate xwestin ku dîrok bi qirkirin û kolekirina kUrdan û jinan ji nû ve bi rêbaza serdestan û koledarî bê nivîsandin. Sîstema Kapîtalîst Modernîst bi kûrkirina dijminatiya Tirk-Kurdan, bi afirandina şerê navbera gelên Rojhilata Navîn wan mehkûmî xwe bikin, bi vî rengî hegemonya xwe çêbikin û mayinde bikin.

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hate kirin, komploya herî berfireh, hovane û zalimane bû ku di dîroka mirovahiyê de li hemberî Rêberê gelekî hate kirin. Komplo ne tenê li dijî mafê gelê me yê ji bo jiyana bi çand, ziman, îrade û nasnameya xwe hate kirin, di heman demê de di şexsê Rêber Apo de ji bo tunekirina felsefeya jiyana azad a alternatîf hate kirin. Rêberê me ti carî nekete bin kontrola sîstema emperyalîst. Her tim sekna xwe ya azadîparêz û serbixwe parast, xurt kir.

Rêberê me ji ber ku qalibên jiyana zayendîperestiya civakî ya sîstema mêr a bi serweriya pênc hezar salî qebûl nekir û jiyaneke bi vî rengî red kir, bû hedef. Ev yek jî bi gotina, 'Ez ê nebim mêrê vê serdemê' pênase kir. Karakterê radîkal ê azadiya gelê me bi vî rengî diyar kir.

Got, 'Heta ku jin aazad nebe, gelê me, civak jî azad nabe'. Pêkhatina komploya navneteweyî bi vî rengî bi hevkariya berfireh a dewletan û bêrehm, pêwendiya xwe bi nirxên azadiyê yên ku Rêberê me temsîla wan dike, heye. Sîstema Kapîtalîst Modernîst cûreyê herî pêşketî û kûrkirî yê sîstema bi serweriya mêr e. Mêr ê serdest dixwaze jin weke milk, koleyê xwe bimîne. Azadiya jinê naxwaze bîne bîra xwe jî, lewma pêşî li her cûre pêşketinên di vê mijarê de digire. Rêberê me xeta azadiya jinê, fikrê wê, rê û rêbazên azadiya jinê nîşan dida. Komploya navneteweyî lewma komployek li dijî azadiya jinê ye.

Sedema kûr a krîzên azadî, aborî, ekolojîk û demokratîk ên ku mirovahî niha di nav de ye, ev sîstema bi serweriya mêr e. Rêberê me di serî de sîstema bi serweriya mêr, nêzîkatiyên ku jinê, gelan, gelê me, komên baweriyan dike kole, bêîrade dihêle, di nava sîstemê de dihelîne, dike ku xizmetê jê re bike red kir, qebûl nekir. Rêberê me bi têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî li dijî hiştina Kurdistanê li nava statuya mêtingeriyê ya navneteweyî têkoşîneke mezin a azadî û demokrasiyê meşand. Ji ber vê yekê jî li dijî dewleta Tirk a ku serekê mêtingeriyê ye têkoşîneke mezin meşand.

Ne tenê kesayetiya Kurd, kesayetiya jinê ya kolekirî rexne kir, di heman demê de ji xwe dest pê kir û di şexsê kadroyên nava PKK'ê, gelê me û dostên me de ji bo afirandina tîpê mirovê nû têkoşiya. Ji kesayetekî dest pê kir û feraseta azadiyê li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav kir. Ji ber vê yekê nêzîkatiya wî ya li azadiyê û jiyanê gelekî radîkal û bingehînî ye.

Sparteya bingehîn a fedayîtiya li nava PKK'ê, feraseta jiyana azad e ku Rêberê me dixwaze biafirîne. Di şexsê Rêberê me û şehîdan de gelê me, jinan û gelan dîtin ku jiyana azad divê çawa be û di pratîkê de bersiv dan 'Jiyan divê çawa be'.

Em dixwazin careke din destnîşan bikin ku heta li dijî komploya li ser Rêberê me, li dijî tecrîda hovane û derveyî mirovahiyê ya li Îmraliyê têkoşîn neyê meşandin, kes nikare xwe weke şoreşgerekî durust, bi rûmet, bi şeref, azadîparêz bibîne.

Her kesên ku îro ji xwe re dibêje 'ez şoreşger im, demokrat im, pêşverû me, çepgir im, azadîparêz im, mirov im' beriya her tiştî divê li ber tecrîda giran a li ser Rêberê me rabe û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me têbikoşe. Di cîhana heyî de pîvana bingehîn a mirovbûnê ev sekne. Ji bo hesabpirsîna ji sîstema bi serweriya mêr a komploger, wezîfeya bingehîn a jin û mirovahiyê ye ku têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Jinên hêja, gelê me yê dilovan, gelên me;

Dema ku em tê de ne demeke awarte, cuda û stratejîk e. Sîstema Kapîtalîst Modernîst, dewleta Tirk a faşîst di dema herî lawaz de ye, di dema rizandinê de ye. Têkoşîna me ya di vê demê de wê çarenûsa gelê me û jinan diyar bike. Em di demeke welê de ne ku bi têkoşîn û berxwedana xwe dikarin tecrîda li ser Rêberê me rakin û azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bikin.

Rêber Apo bi hişmendî û îradeyeke awarte pêşengî ji têkoşîna azadiya jinên Kurd re kir û rêbazên jiyaneke azad û wekhev nîşanî me da. Lewma jinên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê me divê em têkoşîna xwe mezin bikin ku yekîtiya neteweyî pêk bînin, ev yek wezîfeya me ya dîrokî ye.

Weke jinên Kurd heta ku tecrîda giran a li ser Rêberê me ji holê bê rakirin, heta ku azadiya fîzîkî misoger bibe û komploya navneteweyî bi temamî bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe bi ruhê fedayî bimeşînin.

Em bang li jinan, gelê xwe, gelên xwe, civakên baweriyan û yên ji bo azadiya rasteqîn a mirovahiyê têdikoşin dikin, ku bi xurtî tevlî têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin. Li ser vê bingehê em bi pêngavên xwe yên 'Dem dema azadiya Serok Apo ye' û 'Na ji qirkirina jinê re, dem dema parastina jin a azad û civakê ye' têkoşîna xwe bi hemû hêza xwe mezin bikin û bi ser bixînin.

Bi heman sedemê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê li gel gel jinan em pêşengiyê ji yekîtiya gelan re bikin û pêngava azadkirina Rêberê xwe mezin bikin.

Bi pêşengiya jinên azadbûyî, bi têkoşîna hêzên demokrasiyê û azadiyê, wê hêzên komploger ên navneteweyî têk biçin, mirovahî wê bi ser bikeve. Serketin wê ya me be ku li ser bingeha paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêberê xwe li ber xwe didin, jiyana nû ava dikin. Serketin wê ya mirovahiya azad be."