KJK’ê ji bo erdhejê banga hevgirtinê kir

KJK: Di rojeke wisa dijwar de divê gelê Kurd bibe yek û divê em vê êşa mezin bi hevgirtinê bipêçin.

Koordînasyona KJK’ê ji ber erdheja duh li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê sersaxî ji malbata kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û got, “Di rojeke wisa dijwar de divê gelê Kurd bibe yek û divê em vê êşa mezin bi hevgirtinê bipêçin.”

Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Duh êvarî ji ber erdheja li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, gelek kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kurdistanê ji sê sedî zêdetir gelê me jiyana xwe ji dest dane û nêzî çar hezar mirovên me jî birîndar bûne. Li Başûrê Kurdistanê jî heft mirovên me jiyana xwe ji dest dane û gelek mal, dikan û avahî hilweşiyane. Ji malbata kesên ku jiyana xwe ji dest dane, em sersaxiyê dixwazin.

Di vê pêvajoyeke wisa dijwar de divê gelê Kurd bibe yek û birînên xwe wisa bipêçe. Di serî de gelê me yê li Bakur, Rojava û Ewrûpayê divê bi hewara gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê biçe. Roj roja hevgirtinê ye. Divê saziyên sivîl, komeleyên alîkariyê têkevin nav hewldanan.”