KJK'ê ji bo Dayika Guzel peyama sersaxiyê weşand

KJK'ê ji bo Emûttûllah Guzel peyama sersaxiyê weşand û diyar kir, "Di serî de gelê Amedê em bang li Kurdistaniyan hemûyan dikin ku bi xurtî xwedî li kesayeta berxwedan û serhildanê ya Dayika Guzel derkevin."

Koordînasyona KJK'ê ji bo Emûtûllah Guzel peyama sersaxiyê weşand.

Peyamê de hate gotin, "Me bi êşeke giran bihîstin ku Dayika Emûttûllah Guzel wefat kiriye, ku yek ji sembolên keleha berxwedanê ya tevgera me ya azadiyê Amedê bû."

Peyama KJK'ê wiha dewam kir: "Dayika Guzel bi rengekî çalak û pêşeng tevlî çalakiyên li Amedê hemûyan dibû, lewma ji aliyê raya giştî ve dihate naskirin. Bi taybetî di sala 2019'an dema çalakiyên dayikên laçik spî de yên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê me hatin lidarxistin, bi rola pêşengiyê radibû. Bi gotina 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' yek ji wan dayikên me bû ku bi rengê herî wêrekî û bawerî tevlî çalakiyan bû. Dayika Guzel bi vê gotina xwe, bi şêweyê tevlîbûna xwe bû manîfestoyeke jiyanê, bû sekneke li dijî mêtingerî, înkar û qirkirinê.

AZADIYA LI KURDISTANÊ BI PÊŞENGIYA DAYIKÊN ME PÊK TÊ

Mîna ku di şexsê Dayika Guzel de tê dîtin, dayikên me pêşengî û tesmîliyeta azadî û welatparêziyê li Kurdistanê dikin.

Jinên ku afirînerên serdema neolîtîk in, îro vê rola xwe li Kurdistanê bi fedakariyeke mezin, ji dil, wêrekî û lehengî pêk tînin.

Heta 85 saliya xwe bi rengekî çalak hem bû dayika zarokên xwe yên di nava têkoşînê de hem jî hevrêya wan. Hezkirina rastî ya zarokên xwe bi tevlîbûna li nava têkoşîna welat û azadiyê li refên pêş nîşan da. Li ser vê bingehê bi wêrekî cihê xwe di nava refên pêş ên çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê me bû û bi bawerî û dilsozî pêşengî ji çalakiyan re kir.

Ji bo her gerîlayên li refên azadiyê, ji bo her şervaneke/î azadiyê çi li çiyê, çi li zindanan, çi jî li bajaran, çavkaniya herî mezin a kêfxweşî, hêz û rûmetê ew malbat in ku têdikoşin, bi taybetî sekna dayikên me yên berxwedêr e. Azadî li Kurdistanê bi pêşengiya dayikên me, bi pêşengiya jinan pêk tê.

Dewleta faşîst a qirker zilma herî giran bi rengê herî bêhurmet li dijî jin û zarokan, li dijî dayikên Kurd bi helwesta xwe ya êrişkar nîşan dide. Di çanda Rojhilata Navîn de dayik hebûneya herî pîroz in. Dewleta Tirk bi nêzîkatiya xwe ya li dayikan nîşan dide ku dewleta herî bêhurmet, qirêj û dejenerebûyî ya dinyayê ye. Li zindanan niha bi dehan dayik û bavên extiyar li gel pirsgirêkên tenduristiyê hene û li dijî zilma dewleta Tirk li ber xwe didin.

Li ser vê bingehê di şexsê têkoşîna Dayika Guzel de em hezkirin û hurmeta xwe ji dayikan hemûyan re dişînin. Destên wan ên pîroz maçî dikin. Em bi navê jinên ku ji bo azadiyê, ji bo Rêber û welatê xwe têdikoşin em dibêjin ku dayikên me nirxên me yên herî hêja ne.

BANGA JI BO XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANÊ

Li ser vê bingehê em Dayika Guzel bi hezkirin û rehmetê bi bîr tînin ku emrê xwe tevî hemû zor û zehmetiyan bi ked û berxwedaneke mezin derbas kir, xwe gihand bedewiyê û bi rengê bi rûmet, durust û kedkar jiya. Ji malbata wê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Em bi ruhê azadî û berxwedanê yê Amedê bi taybetî yê Dayika Guzel xwedî lê derdikevin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna azadiya gelên xwe, gelê xwe û jinan mezin bikin.

Di serî de gelê Amedê em bang li Kurdistaniyan hemûyan dikin ku di bi xurtî xwedî li kesayetiya serhildêr û berxwedanê ya Dayika Guzel derkevin."