KJAR: Li hemberî komploya 9’ê Cotmehê em têkoşînê geştir bikin

KJAR’ê bi wesîleya komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin daxuyaniyek da û ji bo geşkirina têkoşînê bang kir.

KJAR’ê bi wesîleya komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KJAR’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmehê e li hemberî Rêbertiya me hatibû destpêkirin, di dîroka mirovayetiyê de komploya herî mezin û qirêj e. Ji ber ku Rêber Apo hesabên hêzên hegemon ên cîhanê pûç kiriye û koletiya li Rojhilata Navîn a li ser jin, gel û mirovayetiyê şikandiye, bûye hedef.

Di warê têkoşîna li hemberî komploya navneteweyî de, şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ên ku li dora Rêber Apo bûn xeleqek agir û planên komplogeran dan sekinandin, Rojbîn, Berwar, Tayhan, Rotînda û Kurdêyan careke din bi bîr tînin û em îddîaya xwe ya geşkirina xeta wan a fedaî diyar dikin.

Ji bo gelan û jinan paradîgmaya modernîteya demokratîk tekane rêya rizgariyê ye. Helwesta têkoşîna Rêber Apo, hemû planên hêzên komploger pûç kiriye.

Di bin van êrişên giran de têkoşîna me ya azadiyê qelsiyên ji komployê re bûne zemîn derbas kiriye û gihiştiye asteke bilindtir.Rastiya têkoşînê înkar û îmhaya li ser gelê Kurd, rejîma şerê taybet parçe kiriye.

Di sala 23’emîn a komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de çareseriya doza Kurdan xwe dide der, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li Rojhilata Navîn û Kurdistanê kûrtir dibe. Di 22 salên borî de komploger bi ser neketine.  Îradeya azadiyê ya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê geş dibe û ew ê nikaribin li hemberî vî tiştî bisekinin. Hêzên ku fêm kirin wê nikaribin pêşiya pergala gelê Kurd bigire, dixwazin polîtîkayên komplo, înkar û qirkirinê li ser şer nû bikin. Di 22 salan de li ser bingeha pergala Îmraliyê li hemberî Rêbertiya me tecrîdeke giran, zextên psîkolojîk û fîzîkî û metodên şerê taybet tê kirin. Hemû hêzên komploger û hêzên ku konsepta zindana Îmraliyê divê baş bizanibin ku wê gelê Kurd wê zilm û êşkenceya li ser Rêbertiya xwe qebûl neke.

Li her dera dinyayê dema ku têkoşîn radîkaltir bibe wê komplo têk biçe. Ji ber vê jî ji bo Rêbertiyê azadiyê divê gelê me, jin û ciwan 24 saetan seferber bibin û dest bi çalakiyên radîkal bikin. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê wê wekî sala 1999’an li dora Rêber Apo bibin yek û pêngava jinên Rojhilatê Kurdistanê mezin bike û bersivê bide. 

Ji bo dahatûyeke bi rûmet a gelê Kurd û jin û ciwanan tu rêyeke din nemaye. Vê konsepta înkar û îmhayê ya ku xwe li ser gelê Kurd nû dike, li hemberî dahatûya gelê Kurdistanê û jinan e. Bimire hêzên komploger û îxanet.”