KJAR: Dem dema hilweşîna dîwarê Îmraliyê ye

Koordînasyona KJAR'ê ragihand ku ew îdîayên li ser jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cidî dibînin û bang li gelên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi helwest û biryardariya serhildana sala 1999'an xwedî li rêberê xwe derkevin.

Koordînasyoan Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd 22 sal in li Girava Îmrlaiyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin û hate gotin, "Van rojên dawî ji aliyê hêzên şerê taybet ve nûçeyên kirêt tên belavkirin. Bi navê KJAR'ê em van nûçeyên kirêt bêbingeh nabînin û pir cidî dinirxînin. Ji ber vê yekê, di serî de em bang li gelên me yên welatparêz ên Rojhilatê Kurdistanê û tevahî gelên azadîxwaz ên Îranê dikin ku çawa di sala 1999'an de hemû gorepanan kirin qadê raperînê; bi heman hest û hestiyariyê îro jî tevbigerin û xwedî li Rêberê xwe derkevin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê wê van êrîşên ku bi taybetî Rêber Apo dikin hedef, weke êrîşên li ser xwe bibînin û ji bo pûçkirina van êrîşan jî çi ji destên wan tên wê pêk bînin. Pêwîste em weke gel û tevger heya agahiyeke şênber û rasterast ji Rêberê xwe bigrin li qadan bin.

Wek jinên Kurd em ê tu caran li himberî êrîş û qirkirinan bê deng nemînin. Çawa ku di 8’ê Adarê de jin bi têkoşîn û berxwerdana xwe reng dan hemû qadan wê di Newrozê de jî pêşengtiya hemû çalakiyan bikin û çalakiyên Newrozê werçerxînin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.

Wekê jinên Kurd û gelê Kurd em dijminên xwe yên faşîst û qirker ku rojane bi rêbazên şerê taybet êrîşan pêş dixînin baş nas dikin û em dibêjin ku: em ê tu car neyên leystokan û em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe êrîş, leyîstok û dek û dolabên wan pûç bikin. Em ê bi tekoşîna xwe dîwarên Îmraliyê hilweşînin û tecrîdê bi dawî bikin, Rêber Apo bighînin azadiya fîzîkî.

Gelên me yên Rojhilatê Kurdistanê, dost û heval û hogirên me di vê qonaxa hesas û hestiyar de pêwîste di çeperên berxwedana hilweşîna sîstema Îmraliyê de cih bigrin. Ev çeperê azadiyê wê bi berxwedana jin, ciwan û gelên demokrat û azadîxwaz, faşîzm, dagirkerî û tecrîdê hilweşîne û azadiyê bidest bixe.

Ji ber vê yekê em dibêjin dem dema hilweşîna dîwarê Îmraliyê ye, dem dema azadkirina Rêber Apo ye, dem dema li himberê Dehakên serdemê bilindkirina agirê Newrozê ye.

Bi navê KJAR'ê em soza xwe ya azadkirina Rêber Apo dubare dikin û dibêjin ku jiyanek bê Rêber Apo em ê tu carî qebûl nekin û destên ku dirêjî Rêber Apo dibe em ê wan destan bişkînin. Emê tu carî nehêlin ku roja me were tarî kirin."