KJA’yê malbata gerîlaya YJA STAR Elturk ziyaret kir

Aktîvîstên KJA’yê malbata Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li navçeya Gimgim a Mûşê jiyana xwe ji dest da û polîsên Tirk wêneyê cenazeyê wê bi awayekî tazî kişandin û weşandin ziyaret kirin. Aktîvîstên KJA’yê sersaxî ji malbatê re xwestin.

Aktîvîstên KJA’yê malbata Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li navçeya Gimgim a Mûşê jiyana xwe ji dest da û polîsên Tirk wêneyê cenazeyê wê bi awayekî tazî kişandin û weşandin ziyaret kirin. Aktîvîstên KJA’yê sersaxî ji malbatê re xwestin. Seroka Kongreya Jinên Azad  (KJA)  Ayla Akat Ata, Berdevka KJA Elîf Kaya, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Tûgba Hezer, Selamî Ozyaşar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, Hevşaredarên jin ên navçeyan, Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, rêveberên HDP-DBP’ê yên bajêr, aktîvîstên KJA bi dayika Kevser Elturk, Delal Elturk re rûnitin û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Seroka KJA Ayla Akat Ata ya li vir axivî got ku êrîşa derveyî mirovatiyê ya li hember bedena Ekîn Wan hatiye kirin qet qebûl nakin û wê serî li rêyên hiqûqî bidin.

Ata diyar kir ku gelê Kurd bi berdêlên giran hatiye vê merheleyê û wê ji vê paşde gavan navêje.

DELAL ELTURK: EV ZILM LI ME HEMÛYAN HATIYE KIRIN

Dayik Delal Elturk jî got ku divê gelê Kurd bi hev re tevbigere û heta nebe yek wê timî rastî van zilman bê. Elturk anî ziman ku li hember bedena keça wê îşkenceyên derveyî mirovatiyê hatine kirin û got: “Ev zilm û êrîş li me hemûyan hatiye kirin. Ez kesên ev kirine careke din lanet dikim.”

Piştî serdanê Ata û yên pêre ber bi Mûşê ku wê li wir têkildarî mijarê daxuyaniyeke çapemeniyê ya berfireh bê kirin ketin rê. 

...