KJA’yê banga bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' kir
KJA (Kongreya Jinên Azad), daxuyaniyek nivîskî da û banga beşdarbûna bernameyên bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' kir.
KJA (Kongreya Jinên Azad), daxuyaniyek nivîskî da û banga beşdarbûna bernameyên bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' kir.
KJA (Kongreya Jinên Azad), daxuyaniyek nivîskî da û banga beşdarbûna bernameyên bîranîna 'Şehîdên Meha Gulanê' kir.
Di daxuyaniya ku ji aliyê KJA’yê ve hatiye dayîn de wiha hate gotin: “Di dîroka şoreşê ya Kurdistanê de meha Gulanê, wek meha şehîdan tê zanîn. Meha Gulanê berxwedanên mezin û şehadetan di nava xwe de digire. Ji me re ji Mazluman, Hakî Kareran, Çaran û şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) wek mîrateya berxwedanê hatiye hiştin. Em li ser vî esasî bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî bernameyên bîranîna şehîdên meha Gulanê bibin."
LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTAN Û TIRKIYEYÊ BERXWEDAN
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek berxwedanên şoreşgerî pêk hatine û wiha gotin:
“Li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim li têkoşîna azadiya jinên Kurd, navê ruhê fedayî, bi fedayîbûnê nivîsand û di meha Gulanê de ji aliyê rejîma Saddam ve hat darvekirin…
Çaran (Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner) ku li dijî zext, zordariyê li ber xwe dan, bi agirberdana bedena xwe bersiv dan cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê …
Bi van şehadetan re dîsa di tevgerên çep ên Tirkiyeyê de berxwedan û şehadetên mezin di meha Gulanê de pêk hatine. Îbrahîmên ku di zîndanên Amedê de hatin qetilkirin, Denîz Gezmîşên ku li sêdarê hatin darvekirin û 34 kedkarên di 1’ê Gulana 1977’an de li Taksîmê hatin qetilkirin, dîsa di nava vê mehê de pêk hatin.”