KJA û TUYAD-DER'ê ji bo Ocalan banga çalakiyê kirin

KJA û TUYAD-DER ên Wanê dan xuyakirin, ku heta hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin ew ê çalakiyên xwe zêde bikin.

TUYAD-DER û KJA şaxên Wanê, civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civîna li avahiya TUYAD-DER'ê hat lidarxistin de endamên her du komeleyan amade bûn. Daxuyanî ji hêla Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Berfîn Alev Taş ve hat xwendin. 

Taş diyar kir ku li Tirkiyeyê serdemeke tarî der bûye û bi bîr xist ku darbeyên leşkerî û sivîl tevlîhev bûne, bi vî awayî derfetên demokratîkbûyînê hatine binpêkirin. Taş da zanîn ku bi rêbaza kaosê ya wek hedef tê nîşandan, sergirtina şerê qirêj e û diyar kir ku li dijî çareseriya demokratîk tewrekî mîlîtarîst xwe daye der û ev şik û gumanan li nava civakê peyda dikin. 

Taş anî ziman ku di van şert û mercên wiha de der bareyê tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi awayekî zêde şik û guman xwe didin der û dest nîşan kir ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe wê hêza darbeyê di dewrê de be. 

Taş diyar kir ku Tirkiye, bes dikare bi çareserkirina pirsgirêka kurd ji sîstematîka darbeyên leşkerî û sivîl rizgar bibe û wiha got, "Divê li şûna vê serdema kaotîk, tecrîda li ser Birêz Ocalan ê ku temsîliyeta pêvajoya çareseriya demokratîk dike bi dawî bibe û pêvajoya bi rêbazên siyaseta aştiyane destpê bike. Lê belê bersivên hikûmetê yên arasteyî ewleyiya Birêz Ocalan bi şik û guman in. Divê di vî warî de hikûmet demildest zemîna şert û mercên hevdîtina bi Birêz Ocalan re amade bike û ji bo raya giştî ya Kurdistanê û ya demokratîk daxuyaniyên zelal bide. Heta hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk neyê, em ê bi pêkhate û saziyên xwe her dengê xwe bilind bikin, helwesta xwe nîşan bidin û çalakiyên xwe her bidomînin."