'Kî îradeya Êzidiyan nas neke, wê YBŞ'ê li dijî xwe bibîne'

Fermandariya YBŞ'ê ragihand, nûçeyên dibêjin, "YBŞ'ê çeperên xwe terikandine" bi ti awayî rast nînin û destnîşan kir, kîjan hêz vîna Êzidiyan nas neke, wê YBŞ'ê li hemberî xwe bibîne.

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) diyar kir, medya şerê taybet li dijî wan propagandaya reşkirinê dike û destnîşan kir, nûçeyên dibêjin, "YBŞ'ê çeperên xwe terikandine" bi ti awayî rast nînin.

Daxuyaniya fermandariyê, ku di malpera wan a înternetê de hate weşandin, wiha ye:

"Di pêvajoya dawî de, di çarçoveya hin bûyerên nû yên siyasî û leşkerî de, li ser hêzên me û helwesta hêzên me gelek agahiyên ne rast li çapemeniyê tên belavkirin. Em destnîşan dikin, ku yekane referansa li ser helwest û sekna me, daxuyaniyên me ne, lewma pêwîstiyê pê dibînin ku raya giştî agahdar bikin.

Divê ev yek were zanîn, ku weke YBŞ'ê di her firsendê de û li ser her zemînê, em ji bo berjewendiyên civaka xwe ya Êzidî û siberoja azad bi rola xwe rabûn. Me ev anîn ziman û em ji bo vê têdikoşin. Me ti carî xwe nêzî polîtîka û nêzîkatiyeke dûrî azadî, xwerêveberî û parastina civaka Êzidî nekir û me destek neda helwesteke bi vî rengî. Em ê pozîsyona xwe ya heyî, heta garantîkirina siberoja azad a civaka Êzidî bidomînin. Mîna beriya niha, ji niha û pê ve jî nêzîkatiya me ya li hemû hêzan wê li ser vê bingehê be. Kîjan hêz dibe bila bibe, kî îrade û daxwazên siyasî yên civaka Êzidî ji nedîtî ve were, ew ji bo me ne rewa ye û wê hêzên xweparastinê yên civaka Êzidî YBŞ'ê li hemberî xwe bibîne.

Li ser vê bingehê divê hemû hêzên li Şengalê ne, li pêşberî pirsgirêka ewlekarî û azadiyê ya civaka Êzidî xwe berpirsyar bibînin û li ser bingeha esasgirtina vîna gel, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi lez û bez, tevbigerin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, wexteke ku ji dest bê berdan, nîne. Her dema bê windakirin wê were wateya kûrkirina êşên civaka me, dewamkirina rijandina xwînê û xurtkirina destê dijmin. Lewma divê pirsgirêk bi lez û bez bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Li ser vê bingehê, hêzên li Şengalê ne, li şûna berjewendiyên siyasî yên xwe, li şûna perspektîfeke teng û parçebûyî, divê berjewendiyên civaka Êzidî, yekîtî û çareseriyên jib o siberojeke hevpar esas bigirin.

Nûçeyên çapemeniya şerê taybet, ku dibêje 'YBŞ'ê çeperên xwe terikand' ti eleqeya xwe bi rastiyê nîne û ji bo xapandina gel û afirandina bêbaweriyê ne. Hêzên me ti ji çeperên xwe radestî ti hêzê nekirine. Em bi hemû hêz û hewldanên xwe, ji bo bibinb ersiv ji daxwazên azadî û ewlekariyê yên civaka Êzidî, ji bo daxwazên jiyana azad û vîna gelê xwe bi her kesî bidin pejirandin, bi rola xwe radibin.

Divê were zanîn ku  di encama operasyona li başûrê Şengalê de qadên ku li Başûrê Şengalê ketine destê Heşdî Şebî, ne ewle ne û divê li gorî vê tevdîr werin standin. Herî dawî di encama teqandina mayinên DAIŞ'ê de 5 mirovên me jiyana xwe ji dest dane. Ev jî nîşan dide ku li wê qadê problemeke cidî ya ewlehiyê heye. Hê jî gelek qad bi mayin û kemînan tijî ne. Ji bo vê jî beriya ku ewlehî were pêkanîn, bêyî ku ji hêla hêzên me ve bang were kirin divê gelê me neçe vê qadê. Hêzên me, heta ku derdoreke ewle neyê çêkirin û talokeyên pêkan neyên bêbandorkirin divê destûrê nedin ku derbasî van aliyan bibin.

Bi vê wesîleyê di serî de rûspiyê me yê Êzîdî, welatparêz Temîr Silêman Ehmed hemû mirovên me yên ku di encama teqîna mayinan de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin, em sersaxiyê didine malbat û nas û xizmên wan. Em sond dixwin ku dilsozê bîranîna welatparêz û gelê me yê çewisandî bin û em ê bêrîkirina wan pêk bi cih bînin."