Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî a KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) ya ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê bi hev re bixebitin, destpêkir û niha dewam dike. Rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd banga yekîtiya netewî di nava Kurdan de dikin.
Kongreya Neteweyê ya Kurdistanê (KNK) li dijî şerekî gengaz ê navxweyî yê ji ber siyaseta şerxwaz ya PDK’ê, ev demeke di nava hewldanan de ye.
Divê çarçoveyê de biryar hatibû girtin ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî dinavbera KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê de, birêya online were lidarxistin.
Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî destpêkiriye û hîn dewam dike. Gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên Kurdistanê, rojnameger û rewşenbîr ji bo guftugoya herêm û Kurdistanê nêrînên xwe tînin ziman.
Kesên ku tevlî şêwirê bûne, di nirxandinên xwe de balkêşan ser stratejiyek netewî ya dem dirêj ya gelê Kurd û gotin divê hemû aliyên siyasî jî li ser stratejiyek bi wî awayî kar bikin. Herwiha hate gotin ku divê desteyek ji nûnerên aliyên siyasî û rewşenbîran were avakirin û serdana rêveberên PKK’ê û PDK’ê bikin daku çareseriyek çêbibe.
Endamê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê Zana Rostayî li ser armanca diyaloga bi rêya onlinê axivî û got; “Armanca me ya vê konferansê, girîngî dayîna diyalogek navxweyî û aştiyê ya dijî şerê navxweyî ye.”
Piştî Qasim Hevseroka KNK'ê Zeynep Murad axaftineke kurt kir, diyar kir li ber Kurdan fersendên girîng hene, Kurd dikarin vê krîza dawî bikin fersendê û domand, ''Em hemû ji bo parastina destkeftiyên xwe divê bixebitin. Hêzên mêtinger dixwazin gelemşeyên nav me ji xwe re bikin fersen û krîza nav Kurd giran bikin.''
Endamê Polîtbûroya YNK'ê Saîd Ehmed Pîre got divê ti rengî şerekî nav Kurd çênebe û diyar kir ,''Tecrûbeyeke kambax a Kurdan li ser şerê navxwe heye, em pir baş dizanin, di şerekî wiha de kesek bi ser nakeve. Bi ser de şerê nav Kurd xeyala herî mezin a dijminên Kurdan e. Gorbihişt Talabanî ji bo ku şerekî navxwe nebe pir hewl da.''
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî ji Amedê bi telefonê axivî û diyar kir divê Kurd gelemşeyên xwe bi danûstandinê çareser bikin. Guven her wiha got, ''Divê em bersiveke hevpar bidin pirsa, ''Kî dijminê Kurdan e?'' û pêşî divê bersiva vê pirsê zelal bibe.''
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî jî ji Rojavayê Kurdistanê tevlê bû, malavayî da kesên ku şêwir organîze kirine û got, ''Heta niha PKK'ê û PDK'ê gelemşeyên xwe bi rêya danûstandinê çareser kirin û em bawer dikin ji niha û pê de jî bi diyalogê wê çareser bikin.''
Ebdî diyar kir şerekî di navbeyna du hêzan de wê ziyanê bide hemû Kurdistnaê û got, ''Şerekî nav Kurd beriya her kesî wê zirarê bide destkeftiyên Rojava. Kî dibe bila bibe Kurd û dîrok wê hêza ku şerê navxwe derxistî efû neke.''
Her wiha nûnerê PDK-Îranê M. Salih Qedrî jî got, ''Şerê navxwe jehr e, wê zirarê bide hemû Kurdan'', ji bo ku rageşî çareser bibin bang kir, li gorî rewşên resen PDK û hêzên din ên başûr destekê bidin tevgerên li parçeyên din ên Kurdistanê.
Nûnerê Tevgera Goran Bextiyar Omer Ewlê jî got, ''Divê em hemû dev ji zimanê êrîşkar biqerin. Em Tevgera Goran bi ti rengî şerekî navxwe naxwazin.''
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî got KCK û PKK alîgir in ku krîz çareser bibe, xwest ku KNK û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê şandeyeke hevpar ava bikin û got, ''Şandeyeke wiha dikare pêşengî ji danûstandin û çareseriyê re bike.''
Yek ji wezîra berê yê hikûmeta Iraqê Narmîn Othman jî pêşniyazeke wiha da.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî xwest ku şandeyeke ku ji nûnerên partiyan û rewşenbîran ava bûyî bi aliyan re bide û bistîne, diyar kir Kurd ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin û got, ''Em pê dizanin ku di hemû pêvajoyên dîrokî de Kurdan ji ber îxanetê û şerê navxwe têk çûne. Halê hazir şerekî navxwe wê bibe sedem ku zêdetir êrîş bi ser Kurdan de werin û qirkeriya li ser wan girantir bibe.''