'Kî li pêşberî hilweşandina Sûrê bêdeng be, ew hevkar e'

Xebatên Platforma 'NA ji hilweşandina Sûrê re' dewam dikin. Buşra Cîzrelîogûllari diyar kir, ku biryara Qada bi Rîsk a Afetê ya bi hejmara 6306'an ku bi rêya vê Sûr tê xerakirin, bi biryara Desteya Wezîran a 17'ê Tîrmehê re wê ji bo Fîskaya jî derbas bibe

Hileweşandina ku li taxên Sûrê yên Alîpaşa û Lalebeyê hatiye destpêkirin bi mehan e dewam dike. Welatiyên li van taxan ên ku li dijî bê av û bê ceryaniyê li ber xwe didin ji ber xemsariya raya giştî nerazîbûnê nîşan didin. Li gel vê jî Platforma "Na ji hilweşandina Sûrê re", ku di 23 Gulanê de hat avakirin piştgiriya xwe ya bi welatiyên li van taxan re dewam dike. Hevberdevka Platformê Buşra Cîzrelîogûllari ya ku derbarê biryara Desteya Wezîran a Xeteriya Afetê de axivî wiha got: " Li Sûrê hilweşîna dîrok û çandê tê kirin."

'BERXWEDANA LI DIJÎ HILWEŞANDINÊ DEWAM DIKE'

Cîzrelîogûllari diyar kir ku biryara hilweşandina Sûrê ku di bin navê veguherîna bajar de tê kirin di 30'ê Cotmeha 2014'an de li li civîna MGK'ê hatiye girtin û destnîşan kir ku 4 meh in li Sûrê berxwedana li dijî hilweşandinê dewam dike.

Cîzrelîogûllari anî ziman ku dewlet bi hilweşîna ku dike li ser gel şerê psîkolojîk dide meşandin, ji ber vê êdî kêr gihîştiye hestî û wiha dewam kir: "Di rojên bihurî de mala şînê ya ku ji aliyê şaredariya BDP'ê ve bi alîkariya gel hat avakirin hat hilweşandin û dewletê bi vê helwesta xwe êrîşî nirxên gel kir. Dewleta ku êrîşî nirxên gel dike li aliyekî jî bi çêkirina mizgeftan olê li dijî gel bi kar tîne."

'NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ HILWEŞANDINÊ'

Cîzrelîogûllari diyar kir ku kesên xaniyê xwe nefirotine jî di bin zorê de bi alavên wan re xaniyên wan tên hilweşandin û ev tişt got: "Berî bi 3 rojan 2 welatiyên ku xaniyên xwe nefirotibûn û biryara cemawerîkirinê qebûl nekiribûn bi alavên li hundirê xaniyan re xanî hatin hilweşandin.  Xwediyên xaniyan ên ku nerazîbûn nîşanî hilweşandinê dan hatin binçavkirin û ciwanek jî di encama êrîşa polîsan de birîndar bû."

Cîzrelîogûllari anî ziman ku kesên li dijî hilweşandinê bêdeng dimînin hevparên vî karî ne û got ku Alîpaşa kirin hedefa rantê.

'PIŞTÎ SÛRÊ DOR TÊ FÎSKAYAYE'

Cîzrelîogûllari destnîşan kir ku wê hilweşandin tenê bi taxên Alîpaşa û Lalebeyê re bi sînor nemîne. Cîzrelîogûllari diyar kir, ku biryara Qada bi Rîsk a Afetê ya bi hejmara 6306'an ku bi rêya vê Sûr tê xerakirin, bi biryara Desteya Wezîran a 17'ê Tîrmehê re wê ji bo Fîskaya jî derbas bibe. Cîzrelîogûllari di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî, saziyên civakî yên sivîl û partiyên siyasî kir ku xwedî li Sûrê derkevin.