Keyarkên jehrî bû sedema mirinan

Li bajarê Sine û Kirmanşan ên Rojhilat û Îranê 8 kes ji ber xwarina keyarkên jehrî jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî tên dermankirin.

Li Kamyaran, Kimanşan û Sîne yên Rojhilat û hinek gund û bajarên din ên Îranê, di nava hefteya dawî de bi sedan kes ji ber keyarkên jehrî nexweş ketine û tên dermankirin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, di nava 2 rojên dawî de hejmara ku ji ber xwarina keyarkan nexweşketine nêzî 400 kes hatine rakirina nexweşxaneyan. 8 kes tevî hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku herî zêde keyarkên jehrî li Kirmanşanê bi bandor bûye. Li vê eyaletê 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 286 kes tên dermankirin.

Li gorî daxuyaniya alîkarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Sineyê Ferzan Dîdonpoor, li Sineyê 1 kes ji ber keyarkên jehrî jiyana xwe ji dest daye, 139 kes jî tên dermankirin.

Hefteya borî li Sineyê 83, li Loristan 125, li Îlan 14 kesan ji ber xwarina keyarkên bi jehrî, nexweş ketibûn.