Bi kevneşopiya Alîşêran li ber xwe da

Alîşêr Tolhildan xwest têkoşîna PKK'ê û hêviya gelên bindest bigihîne asta herî bilind. Di nava refên PKK'ê de şer kir, jiya û bi vî rengî kevneşopiya Alîşêran dewam kir.

Battal Bayar bi nasnav Alîşêr Tolhildan di sala 1977'an de li Meletiyê ji dayik bû. Raperîna Dersim û Koçgiriyê rast xwend û têkoşîna PKK'ê û xeta berxwedanê di kesayetiya xwe de xist meriyetê. Berxwedaneke bêhempa meşand. Li girtîgeha Tokatê li ber xwe da. Li ser şopa Alîşeran, Zarîfeyan, Kemalan berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hem şervanekî rûmetê bû, hem jî xwedî kesayetiyekî bû ku li ser şopa hevrêyên xwe meşiya. Alîşêr Tolhildan ê ji baweriya Elewiyan, li ber mêtingerî, înkarê rabû. Bi jiyan, sekn û zanetiya xwe di dîroka PKK'ê de bû şervanekî azadiyê û destan nivîsî. Li her bihosta çiyayên Kurdistanê meşiya, gerîlatî kir. Alîşêr Tolhildan bi bandora paradîgma û felsefeya jiyanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2001'ê de dema ku ji girtîgeha Tokatê derket berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

FELSEFEYA RÊBERTÎ Û AZADIYÊ JI XWE RE KIR ESAS

Alîşêr Tolhildan (Battal Bayar) beriya ku di sala 2001'ê de tevlî nava refên PKK'ê bibe bi vê gotinê qala bandora felsefeya azadiyê û jiyana Ocalan a li ser xwe kir.

"PKK ji ber ku di dîroka Kurdistanê de tevgereke neteweyî bû bandor li min kiribû. Nêrînên azadiyê yên Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan bandoreke mezin li kesayetiya min kir, lewma tevlî nava refên azadiyê û têkoşînê bûm. Min fêhm kir ku tevgera PKK'ê gelan û baweriyan hemûyan di nava xwe de vedihewîne û min biryar da ku tevlî maratona berxwedan û azadiyê bibim. Li çiyayên Kurdistanê min şahidî ji berxwedana gerîla re kir û têgihiştim ku gelê me li her derê li ber xwe dide. Tevgera PKK'ê jî bi berxwedana xwe bû tevgereke ku li herêmê bûye aktor."

HETA NEFESA XWE YA DAWÎ LI BER XWE DA

Alîşêr Tolhildan li çiyayên Kurdistanê li hemberî zor û zehmetiyên giran hewl da têkoşîna gerîla mezin bike. Li her qada jiyanê bû xwedî ked, hewl da tovên azadiyê biçîne. Bi felsefeya jiyanê ya Ocalan û hişmendiya azadiyê li qadên gerîla şer kir, li dijî hêzên înkar û tinekkirinê li ber xwe da. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm dihate naskirin, navê xw eli welatê rojê neqişand. Alîşêr Tolhildan (Battal Bayar) ku kevneşopiya Alîşêran dewam kir, li Kelareşê bi lehengî li ber xwe da û di 10'ê Hezîrana 2011'an de şehîd bû.