Kesên di teqîna Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin

Kesên li Silêmaniyê ji ber teqîna gazê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin.

Li Silêmaniyê di 17’ê Mijdarê de ji ber teqîna gazê 15 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo 14 kesan merasîma cenaze hate lidarxistin.

Cenazeyek jî şandin Rojhilatê Kurdistanê.

Di merasîma cenaze de ya ku li Silêmaniyê hate kirin, meleyek axivî û got “Divê êdî em ji bo xwe xizmetê bikin. Ez bang li pêşengên Kurdistanê dikim, dev ji nakokî û şerên di navbera xwe de berdin. Ji bo aştiya li Kurdistanê hewl bidin.”