Kesên di erdhejê de miribûn hatin veşartin

Li Elbaka Wanê 8 kesên di erdhejê de miribûn, hatin veşartin.

Duh şev li Xoya Îranê bi pileya 5,9 erd hejiyabû. Vê erdhejê bandora xwe li taxa Elbîs a Elbaka Wanê jî kir. Li vê taxê 9 kes di bin xirbeyan de man û mirin. Cenazeyê Aydin Tosûn, Huseyîn Tosûn, Ekrem Tosûnturk, Reîs Fûrat û zarokên wî Fatma, Mûhammed, Hasret û Hîcret ji Nexweşxaneya Dewletê ya Elbatê hate wergirtin û cenaze li taxê hatin veşartin. Di dema veşartina cenazeyan de gelek jin ji ser hişê xwe çûn.

GELEK HEYWAN MIRIN

Li Taxê 120 mal hene û li her derê cendekên heywanan hene. Li taxê hemû malên ji kerpîçan hilweşiyan, xirbeyên gelek tax û axuran hê li holê ne. Tê diyarkirin ku herî kêm hezar heywan mirine.

DI KONAN DE ELEKTRÎK TUNE

AFAD’ê li beşeke taxê kon vegirtiye. Erdhejzede diyar dikin ku kon têra wan nake û di konan de elektrîk tune. Hate diyarkirin ku di nava rojê de wê elektrîkê bikişînin konan û wê ji bo heywanan jî kon werin vegirtin.