Kesê nenas gef li HDP’iyên Xarpêtê kirin

Kesê nenas ê ketin avahiya HDP’ê ya Xarptê gef li endamên partiyê kirin.

Kesê nenas ê di saetên nîvroyê de kete avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gef li rêveberên partiyê kirin.

Hevserokê navçeya Navenda HDP’ê Ahmed Cîrît diyar kir ku kesê nenas temenê wî derdorî 30 salî re bû, bi gotinên ‘Yên ji Navîna Asya hatine, ezê Kurdan serjêbikim. Ez Zazam e, hûn nizanin hûn çi dikin’ gef li rêveberên partiyê xwariye.

Cîrît diyar kir ku HDP’iyan êrîşkar derxistiye derve û bangî polîsan kiriye û got: “Polîs hatin cihê bûyerê û gumanbar girtin. Ji derveyî vê tiştek nekirin. Me tevan giliyê wî kir. Me kir ku ti ziyanê nede derdor. Demê dawî êrîşên li ser partiya me zêde bûn. Em jî li gorî vê tedbîrên xwe bigirin.