Kerkûkiyan henekê xwe bi Erdogan kirin!

Şêniyên Kerkûkê nerazîbûn nîşanî Tayyîp Erdogan dan, ku çend roj berê ji bo Kurdan gotibû "Di dîroka Kerkûkê de hûn tine bûn."

Kerkûkiyan henekê xwe bi Erdogan kirin û gotin, "xuya ye Erdogan serê xwe li cihekî xistiye" û wiha dewam kirin, "Taxa Îmam Kasim, ku cihê avabûna Kerkûkê ye, ji roja ava bûye û vir ve taxa Kurdan e."

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, pêr jî li ser referandûma li Başûrê Kurdistanê daxuyanî dabû. Erdogan piştî ku têra xwe heqaret li Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî kir, ji bo Kurdan got "Di dîroka Kerkûkê de hûn tine bûn" û bi vî rengî Kurd înkar kir.

'KERKÛK BAJAREKÎ KURDAN E Û WÊ HER TIM BI VÎ RENGÎ BE'

Ji şêniyên Kerkûkê Karwan Reşîd, li ser daxuyaniyên Erdogan axivî û destnîşan kir, ku li Kerkûkê gelên ji 4 neteweyan û gelek baweriyan bi hev re dijîn. Reşîd diyar kir, ku Kerkûk bajarekî Kurdan e û wê her tim bi vî rengî bimîne.

Di dewama axaftina xwe de Reşîd got, "Xuya ye Erdogan serê xwe li tiştekî xistiye! Kerkûk bajarekî Kurdan e û wê her tim weke bajarekî Kurdan bimîne. Li Kerkûkê 4 netewe dijîn. Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî-Suryanî-Keldanî. Xuya ye Erdogan serê xwe li tehtekî xistiye, ku vê dîrokê înkar dike. Ev rastî ne li gorî kêfa dilê wî ye. Ev bajar bajarê Kurdan e û wê her tim bi vî rengî be."

'JI DESTPÊKÊ VE BAJAREKÎ KURDAN E'

Alî Resûl jî li ser daxuyaniyên Erdogan got, "Ya ku Erdogan dibêje, xewn û xeyalên wî ye. Erdogan jî mîna welatekî din ê dijberê Kurdan dibêje 'Kerkûk bajarê Kurdan nîne'."

Resûl bi bîr xist, ku Kerkûk bi taxa Îmam Kasim ava bûye û got, "Avabûna Kerkûkê bi taxa Îmam Kasim bûye. Ji roja destpêkê ve ev tax taxa Kurdan e. Ji Gotiyan heta Sasaniyan, taxa Îmam Kasim navend bû. Piştre hêdî hêdî taxên din ava bûn."

Resûl da zanîn, ku bi pêla Tirkkirinê ya salên 1950-60'î re hewl hatiye dayin Kerkûk bê tevlîhevkirin û ji nû ve Kerkûk were dagirkirin. Resûl wiha dewam kir: "Vê hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyeyê, Kerkûk tevlîhev kir. Tirkiyeyê komên çekdar bi rêya pereyan ava kir. Gelek kes, ji bo pere qezenç bike tevlî van koman bûn. Wê wextê, gelek kes û malbatan, ji bo berjewendiyên xwe neteweya xwe jî guherandin û bûn Tirkmen."

'HER NETEWE Û BAWERÎ BI BIRATÎ DIJÎN'

Extiyarekî Kerkûkî Cemal Ehmed jî diyar kir, li Kerkûkê Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Asûrî û Keldanî bi rengekî hurmetdarî bi hev re dijîn û got, "Her kes dizane ku ji destpêka dîroka Kerkûkê û vir ve nifûsa Kurdan a li vî bajarî zêde ye." Ehmed destnîşan kir, ku li Kerkûkê Kurdên Kakaî û Yarsanî gelekî dijîn.