Kerkûkî: Projeya ku me dayî ber Iraqê û Başûrê Kurdistanê çareserî ye

Alîkariyê Hevserokê Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî got proejya ku wan dayî ber Başûre Kurdistanê û Iraqê wê çareseriyê bi xwe re bîne.

Tevgera Azadî ku beriya bi 3 salan li Başûrê Kurdistanê hate damezirandin beriya bi çend rojan ji hêla Iraqê ve bi fermî hate qebûlkirin. Tevgera Azadî beriya beriya niha li Başûrê Kurdistanê gelek caran serlêdana fermî kir lê Hikûmeta Herêmê ya Kurdistanê her carê bi hincetên cuda qebûl nekir. Beriya bi 5 mehan Tevgera Azadî bi fermî serî li Hikûmeta Navendî ya Iraqê da, serlêdan hate qebûlkirin. Tevgera Azadî duh ev fermîbûn bi şahiyekê pîroz kir.

Di dema şahiyê de Alîkarê Hevserok Huseyîn Kerkûkî ev fermîbûn li endam, alîgir û rêvebiran pîroz kir û got ew namzetên herî baş in ku ji bo çareseriya kêşeyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê.

 ‘PROJEYA ME EW E KU BI IRAQÊ RE DI NAV AŞTIYÊ DE BI BIRATÎ BIJÎN’

Kerkûkî got piştî ku tevgera wan ji hêla fermî ve hate qebûlkirin peywira û berpirsyariya wan zêdetir bûye û derbarê projeyên xwe de ku weke projeya çareseriyê ya Başûr û Iraqê dibînin wiha got: ‘’Ji niha û pê de barê me zêdetir bûye. Li Iraqê û Başûrê Kurdistanê peywir li benda me ne. Beriya niha jî me gotibû em amade ne ku bi partiyên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re ji bo kêşeyan çareser bikin em ji xebatê re hazir in û niha em dubare dikin.

Beriya niha jî ji bo kêşe çareser bibin bi rêbazên cuda hewldan çêbûn lê ti encam jê nehatin standin. Em diyar dikin ku çareseriya kêşyan bi projeya me pêk tê û em careke dî vê diyar dikin.

Projeya me ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê ye, ji bo tevahiya Iraqê ye. Projeya me neteweya demokratîk e ku hemû gelên Iraqê dikarin bi hev re bi aştî bijîn.

Gelên Iraqê ji berê ve bi hev re dijîn. Li ser vê mêjûyê em ê bixebitin û çareseriyê bînin. Em diyar dikin ku em dikarin ve bikin, em bi vê hêzê ne, em ê bi gelê xwe bawer bin û ji bo ku ew jî bi me bawer bin em ê bixebitin.’’