Kerîmî: Ji ber ku em nebûn yek Sykes-Pîcot bi serê me hat

Nivîskar-rewşenbîrê Rojhilatî Elî Kerîmî got Kurd di sedsala bihurî de ji ber ku ne yek bûn Sykes-Pîcot bi serê wan hat.

Rewşenbîr-nivîskarê ji Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî têkildarî yekîtiya netewî ya Kurd ji ANF’ê re axivî, got Kurd ji ber ku di sedsala bihurî de nebûne yek Sykes-Pîcot bi serê wan de hatiye û got, ‘’Dema ku mirov li kûrahiyên dîrokê dinere, mirov dibîne, ji ber ku em nebûne yek Sykes-Pîcot bi serê me hatiye.’’

Kerîmî got li gorî sedsala bihurî avantaja Kurdan niha zêdetir e û got bi taybetî jî Rojava Kurd bi dinyayê dane naskirin. Kerîmî wiha domand: ‘’Îro dema ku em rewşa Kurdan bidin ber salên 1950, 60’î û piştî wê mirova dikare bibêje ku rewşa Kurdan baş û li bara dinyayê xurti n. Ji bo rojhilata navîn tesewira xwe diyar dikin. Di demên bihurî de jî fersend li ber Kurdan hebûn lê ji ber sedemên cuda bi kar neanîn. Lê îro bi taybetî jî Rojava Kurd bi dinyayê dane naskirin. Rojava nêzîkatiya dinyayê ya li Kurdan guherand.’’

 ‘FERSENDÊN BAŞÛR NEHATIN NIRXANDIN’

Kerîmî got fersendeke mezin kete destê Başûrê Kurdistanê ji bo ku Kurdan bi dinyayê bide naskirin lê ev nehatiye bikaranîn û got: ‘’Li Başûrê Kurdistanê jî piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên fersendên mezin li ber Kurdan vebûn lê di rewşa berdest de xuya dike ev fersend baş nehatin bikaranîn. Polîtîkayeke netewî ku seferatxaneyan veke, dîplomasiyê bike û Kurdan ji DYA’yê bigirin heta bi Çînê bide naskirin nehate kirin. Mînak Herêma Başûrê Kurdistanê ji 1991’ê û vir ve tişta ku Rojava di du salê dawî de kirî, ev polîtîkaya derve nekir. Çima? Ji ber ku li wir ne ajandaya partî an jî şexsekî tê kirin. Li wir ajandaya civakekê tê kirin.’’

 ‘JI BER KU STRATEJIYEKE ME YA NETEWÎ NÎN E’

Kerîmî bi bîr xist ku Kurd di destpêka sedsala 20’a de ji ber ku ne xwedî stratejiyeke netewî bûn bi Peymana Sykes-Pîcotê di nav çar dewletan de hatine parçekirin û got: ‘’Ji bo vê dibêjim: Heke tu xwedî stratejiyeke netewî bî wê hesabê te were kirin an na kes wê hesabê te nEke. Divê êdî em jî bibin xwedî stratejiyeke netewî. Îro em li welatên Ewropî binerin, çi biçûk çi mezin ne girîng e, ji ber ku ji bo gelên xwe stratejiyeke wan heye û yekîtîya wan heye, azad in. Dema ku mirov li kûrahiyên dîrokê dinere ji ber ku yekîtiya me nebû Sykes-Pîcot bi serê me hat.’’

 ‘HEKE EM BIBIN YEK WÊ HESABÊ ME WERE KIRIN’

Kerîmî got ji bo ku dinya li Kurdan guhdar bike û hesabê wan bike divê teqez yekîtiya netewî were çêkirin û got di rewşeke wiha de dagirker jî wê newêribin erîşê bi ser Kurdan de bînin.Kerîmî wiha domand: ‘’Heke em welatê xwe bifiroşin, heke em hev bifiroşin an jî ji pişt ve xencerê li hev bixin hêzên navnetewî çima bi me re dilsoz bin. Heke em dixwazin hesabê me were kirin û sozên ku dane bi cih bînin divê em yekîtiya xwe çêbikni û bêbextiyê li hev nekin. Heke em vîna yekîtiyê nîşan bidin, wê li me guhdar bin û yên ku dixwazin êrîşê bi ser me de bînin jî wê newêribin.’’

 ‘EM Ê BIRYAR BIDIN BÊ KA EM DIXWAZIN ÇAWA BIJÎN’

Kerîmî got, ‘’Jiyana civakekê ya bi şadî, aramî, aştî ji ezmên nayê. Vê jiyanê di serî de rewşenbîrên wê, civak bi xwe çêdike.’’ Kerîmî bi domdarî got: ‘’ Ango ne ji ber ku qedera Hollanda, Danîmarka, Tanzanya, Kurdistan an jî Efganîstanê ji berê ve hatiye nivîsîn niha di vê rewşê de ne. Civak wê biryar bide bê welat wê çawa be û çawa bijî. Ev ji bom e an go Kurdistanê jî wiha ye. Em ê biryar bidin bê ka em ê bibin çi û çawa bijîn.’’

 ‘Lİ BAŞUR HER TIŞT JI BO PARTIYÊ YE’

Kerîmî got dema wê ye ku Kurd bibin yek û got: ‘’Ji bo şoreşê partî ne armanc lê amûr in. Ji bo armancê aûr in. Lê li cem me, li Başûr her tişt ji bo partiyê ye. Armanc bûye partî. Ji bo ku ev were çareserkirin gelek caran hewldanên yekîtiya netewî ya Kurd çêbûn lê mixabin neçûn sêrî. Lê bi Kongreya Netewî ya bi tevlêbûna çar parçeyên Kurdistanê ev dikare çareser bibe û wê demê em dikarin nîqaş li ser wê bikin bê ka em welatekî çawa dixwazin.’’