Kemalbay: AKP wê nikaribe bi Qudsê sûcên xwe binixumîne

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku AKP dixwaze bi rêya Qudsê sûcên xwe binixumîne, lê wê nikaribe vê bike û got, "Cîhan we dibîne."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay tevlî civîna HDP'ê ya ji bo ragihandina rapora bi sernavê "Modela Rêveberiyên Herêmî ya Tevlîkar Ekolojîk Demokratîk û pêkanînên qeyûm ê weke talankerekî" bû.

Kemalbay di vê civînê de ku li Amedê pêk hat, pêkanînên qeyûm rexne kir û mijarên di rojevê de ne nirxand.

Kemalbay da xuyakirin ku tercîha gel a bi feraseta 'ez dixwazim xwe û bajarê xwe bi rê ve bibim', rewşeke ku gef li sîstema neolîberal, netewperest, mîlîtarîst, nîjadperest, zayendîperest û dijminatiya li xwezayê bû û got, "Ji ber vê yekê, ji bo pêşî li vê meşa gelan bigire, şer îlan kirin. Çi bû? Polîtîkayen şer xistin meriyetê, lê bi ser neketin. Eger qeyûm îro xwe weke şaredar dibîne, ev pirsgirêka wan e. Tayinkirina qeyûman nehiqûqî ye, binpêkirina destûra bingehîn e û mîna tayinkirina walî û qeymeqaman e li welatên mêtinger."

Kemalbay destnîşan kir ku bi destê qeyûm hewl dan vîna jinê desteser bikin, siyaseta demokratîk tasfiye bikin, mafên mirovan ji holê rakin, destketiyên jin, ciwanan û gelan tine bikin û bi vî rengî civakê bê hiş bihêlin. Kemalbay got, "Lê belê ti carî ev yek bi ser nexistin."

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay got, 'Ji kesên ku xwe li Qudsê digirin û bi vî rengî dixwazin sûcên xwe binixumînin re dixwazim tiştekî bêjim' û wiha dewam kir: "Hûn sûcên xwe di medya xwe de nabînin, lê nebêjin qey cîhan jî nabîne. Eger hûn bi vî rengî bifikirin, wê Serokwezîrekî din ê bi qasî we sûcdar e, Netanyahû rabe sûcê we li ser çavên we bixe. Ji ber ku sûcên ku we li vir kirine ji aliyê tevahiya cîhanê ve hatiye dîtin.

Zêdeyî 2 sal in em li dijî vê pêvajoya darbeyê bi serbilindî têdikoşin. Ji niha û pê ve jî ji bo têkbirina vê tifaqa darbekar wê têkoşîna me bidome."