Kemal Reûf: Bêdengî hevkariya li kuştina Kurdan e

Rojnamevan Kemal Reûf destnîşan kir, ku bêdengî û rênegirîkirin tê wateya hevkariya li komkujiyên li ser Kurdan.

Her diçe li ber êrîşên qirker û bikaranîna çekên qedexe û kîmyewî helwesta gelê Kurd, dostên wan û taybet rewşenbîran kişandiye. Dewleta Tirk her diçe êrîşên xwe yên li ser Başûrê û Rojavayê Kurdistanê zêdetir kiriye.

Têkildarî êrîşî, bikranîna çekên kîmyewî û qedexe her wiha bêdengî û bê helwestiya hinek aliyên siyasî Rojnamevan Kemal Reûf ku yek ji kesayetên naskirî yê Başûrê Kurdistanê ku li ber êrîşên Tirkiye û nêzîkatiya hikûmetê ya heyî xwedî helweste ji ANF’ê re ve mijar nirxandin.

‘ME BIQASÎ PÊWÎST NEKARIYE ÇEKÊN QEDEXE WEKE QERTEKÊ BIKAR BÎNIN’

Reûf diyar kir ku demek dirêje û îro jî li ser gelê Kurd çekên qedexe tê bikaranîn û got: “Yek ji sedemê me ew e ku ev çekên li hemberî me tên bikaranîn, me nekariye weke qertekê li hember dewletên serdest û neteweyên serdest ku li ser gelê Kurd bikar tîne. Salên borî hem li Helebce û hem jî li Dersimê niha jî dewleta Tirk li herêmên Başûr li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne.”

‘NABE LI PARLEMENTOYA EWROPA Û IRAQÊ LI SER BÊ NÎQAŞKIRIN, LI PARLEMENTOYA BAŞÛR NÎQAŞ NEKIN’

Rojanmevan Kemal Reûf bal kişand ser bêdengiya aliyên siyasî û Parlemetnoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Mixabin yek ji van sedeman ew e ku me nekarî aliyên siyasî û saziyên niştîmanî ku xelkê dengê xwe dayînê bixin tevgerê. Nabe ku li Parlementoya Ewropayê li ser çekên kîmyewî yên dewleta Tirkiye nîqaş bê kirin, li Parlementoya Kurdistanê yek gotin li ser neyê kirin. Nabe ku li Parlementoya Iraqê li ser nîqaş bikin, lê li Parlementoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotin li ser neke.  Niha rojane çekên kîmyewî yên cûr be cûr ku ji aliyê qada naneteweyî ve qedexene li ser gelê Kurd tê bikaranîn. Divê her çi dewletek çekên qedexe biker bîne bihata dadgehkirin, lê mixabin heta niha nehatine dadgehkirin.”

‘BÊDENGÎ BÛYÎNA BEŞEK JI CÎNAYETÊN KU LI SER GELÊ KURT TÊN KIRINE’

Reûf bê ku nav bîne bal kişand ser nêzîkatiyên PDK’ê yên di vê mijarê de li gel dewleta Tirk a dagirker di nava hevkariyê de ye û wiha domand: “Xwebêdeng kirin bûyîna beşek ji wan cînayetên ku li ser gelê xwe gelê Kurd tê kirine. Xwe bêdengkirin û rêgirîkirina li amûrên parastinê ya li ber van çekên tên bikaraîn, ev yek cûreke ji beşdarîbûnê ye. Mixabin hinek aliyan ew kar kiriye. Ji derveyî bêdengiyê rêgirî dike ku maske û amûrên xweparastinê bigihêje destê wan kesên ku li dijî wan tên bikaranîn.”

‘BERÎ HER TIŞTÎ EM VÊ YEKÊ LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ BIDIN QEBÛLKIRIN’

Rojnamevan Kemal Reûf anî ziman ku divê berî her tiştî ew vê yekê li nava xwe nîqaş bikin, lêkolînek mezin bikin û got: “Lêkolînek berfireh bikin û bi rêya saziyên navneteweyî bidin qebûlkirin, wê demê jî em dikarin li nava dadgeh navneteweyî gilî bikin. Heta wê demê mirov dikare tezmînana wê jî bixwaze. Mixabin heta niha ev yek nehatiye kirin, ev yek jî sedemê wê hinek aliyên siyasî ji ber berjewendiyên xwe, xwe bêdeng kiriye.

‘JI MEDYAYÊN CÎHANÎ RE BIBIN ALÎKAR KU BÊN HERÊMÊ DELÎLAN KOM BIKE Û BIKE ROJEVÊN XWE’

Berî her tiştî divê ne tenê medya me, aliyên peywendîdar dîsa parlementer, li sazî û dezgehên biyanî û medyayên cîhanî jî bidin qebûlkirin ku ev çeka qedexe tên bikaranîn. Alîkarî bidin wan bên herêmên bûyer lê rûdayîn bişopînin, piştrast bikin ku ev çek ji aliyê leşkerên Tirkiye ve li herêma Kurdistanê hatine bikaranîn. Enceq vê demê em dikarin bi rêya saziyên navneteweyî kar bikin. Her çendî niha hinek kar jî hatiye kirin, lê weke pêwîst pêk nehatiye. Her wiha berjewendiyên navneteweyî jî wisa kiriye ku carê bêdeng bin li ber bikaranîna çekên qedexe yên ji aliyê dewleta Tirk ve.” 

‘TIRKIYE SÛD JI ŞERÊ UKRANYA Û KRÎZÊN CÎHANÎ GIRT, JI BO WÊ LI ROJAVA Û BAŞÛR ÇEKÊN QEDEXE Û KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE’

Reûf bal kişand ser krîzên cîhan û sûdgirtina Tirkiye ya ji vê yekê û ev anî ziman: “Hemwext cîhan di nava krîzeke mezin de ye, ji ber şerê Ukranya cîhanî di nava krîzeke mezin de ye. Dîsa pirsgirêk û aloziyên mezin hene, Tirkiye ji vê yekê sûd digire; ji bo bigihêje armancên xwe hem li Rojava û hem jî li Herêma Kurdistan çekên kîmyewî û qedexe bikar tîne.”

‘EGER HIKÛMET, MEDYA Û ALIYÊN PEYWENDÎDAR Û NAVNETEWEÎ ROLA XWE RABE, WÊ HELWETÊN XURTIR HEBE’

Li ser bêhelwestiya xelkê Başûrê Kurdistanê jî Rojnamevan Kemal Reûf ev nirxandin kir: “Eger hikûmet, aliyên peywendîdar, saziyên medyayî û navneteweyî li gorî pêwîst kar bikin dikarin rayeke giştî ya derbarê vê dosyayê ava bikin û bike ku helwestek xurtir bê nîşandan. Mixabin xelkê me parçe bûye, beşek bêdengî hilbijartiye, beşek jî bê agahî ye. Beşa dimîne ku kar jî li ser dike ji ber kêm e mixabin weke pêwîst nikare peyama xwe bigihîne.”