Kêliyek ji jiyana gerîla…

Gerîla, dema ku ji ber ewlekariyê nikarin tevbigerin, pirtûkan dixwînin, perwerdeyê dikin û li gel vê yekê jî diyariyan ji bo hevalên xwe amade dikin. Tizbiya ji libên kizwanan jî yek ji van diyariyan e.

Gerîlayên Azadiyê bi qasî hunera xwe ya şer ewqasî bi hunera xwe ya ciwanî û estetîkê jî hunerkar in. Gerîla Berfîn dibêje: "Gerîla bi pir karan ve mijûl dibe. Îlhama xwe ji xweşiktiya çiya digirin. Bêhna çiya ya bêdawî, rengbûyîna wê aliyên gerîla yên cuda derdixîne holê. Carna gerîlayek ji yê din re wek bîranîn dişîne tiştê ku bi rengan destê xwe ve çêkiriyî. Ew gerîla jî bîranîna ku ji hevrêyên xwe wergirtiye ji hevrêyeke xwe ya din re dişîne. Ango ji bo wê ya herî hêja hevrêya wê/î ye. Ji ber ku di nava gerîla de ya girîng manewiyata wan e."

Gerîla Berfîn qala çêkirina tesbîh û bazinan dike û dibêje: "Em libên kezwanan kom dikin û heta ku rengê dendika wê dibe qehweyî sor dikin. Piştre jî bi alîkariya derziyekê yek bi yek kun dikin. Dîsa bi alîkariya derziyekê dendika kezwan û morîkan ji tayekî derbas dikin û bi vî awayî jî tezbîheke xweşik derdikeve holê. Bazinan jî tayên bi reng tînin cem hev û bi nexşên cuda cuda ve girê didin, dinexşînin û çêdikin."

Gerîla Berfîn li vî karê xwe wiha dibêje, "Ji bo vî karî em demeke taybet venaqetînin. Wek gerîla ji ber ewlekariyê hin demên me hene em nikarin zêde tevger bigerin. Di demên bi vî rengî de em pirtûkan dixwînin, perwerde dibînin û di heman demê de jî car carna bi vî karî re mijûl dibin. Gerîla pir alî ye. Dema cihê wê hat dikare pir mezin şer jî bike dema cihê wê hat bi xwezayê re yek dikare bikeve hewayek romantik jî. Teybetmendiyên ku me dike gerîla jî ev in. Ev jî aliyekî cuda yê gerîla ye."