Keleha berxwedanê: Tunelên şer ên li Şehîd Botan

Gerîlayên ku çar mehan her roj, her saetê gazên kîmyewî li dijî wan dihate bikaranîn, ji bo carekê jî ji hevrêyên xwe re negotin 'em tengav bûne' yan jî 'em dest ji çepera xwe berdin'.

Di şerê hebûn û azadiyê de yê ku 9 meh in li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, yek ji çeperên şer ên ku du mehên dawî herî zêde navê wê tê bihîstin tunelên şer ên li Şehîd Botan e. Artêşa Tirk bi taybetî van mehên dawî êrîş li ser vê çepera berxwedanê zêde kiriye. Meha Kanûnê di nava rojekê de 150 carî bi çekên kîmyewî êrîş bir ser vê çeperê û li hemberî berxwedana gerîla dîn û har bû. Li gel van êrîşan jî komeke ji gerîla ya ku çepera xwe diparast, artêşa Tirk xistin rewşeke welê bêçare ku di dîroka şer de ti carî tiştekî bi vî rengî bi serî nehatiye. Baş e tunelên şer ên li Şehîd Botan li ku ne? Lehengên ku ev sendrom anîn serê artêşa Tirk kî ne? Gerîlayên li vê qadê çawa karîbûn 9 mehan li dijî her cûre êrîşên artêşa Tirk a ku pişta xwe dispêre NATO'yê, li ber xwe bidin?

AFIRÎNERÊN BERXWEDANA LI GIRÊN ZAP Û AVAŞÎNÊ

Şerê ku 14'ê Nîsana 2022'an li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê destpê kir, bi derbên giran ên tîmên bi tevger ên gerîla û berxwedana li çeperên şer veguherî pêngava berxwedan û serketinê. Di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de leheng afirîn. Di mehên destpêkê yên şer de, ku şer bi giranî li Zap û Avaşînê qewimî, bi meha Tîrmehê re gihîşt qada Çemçoyê. Girên stratejîk ên Şehîd Adil, Kale Çemço, Şehîd Fedakar ên li qadên Çemço û Sîdayê, ji roja destpêkê ya şer ve bi taybetî ji bo koordînekirina şerê li girên Şehîd Şahîn, Werxelê û Karker û pêkanîna çalakiyan de xwedî roleke mezin bûn. Gerîlayên li girên Çemço û Sîdayê, bi çalakiyên xwe yên bi çekên giran rojekê jî hevrêyên xwe yên li girên Zap û Avaşînê li ber xwe didan, bi tenê nehiştin. Her wiha 24 saetan bi kêliyekê jî ranezan û bi derfetên kêm ên teknîkî liv û tevgera hêzên dijmin şopandin, hevrêyên xwe di vê der barê de agahdar kirin û nehiştin ku dijmin xwe bigihînin pêşiya tunelên şer. Afirînerên berxwedana demdirêj a li girên Zap û Avaşînê yek jê girên Çemço û Sîdayê bûn. Artêşa Tirk ji bo li pêşiya performansa şer a gerîlayên li girê Çemço û Sîdayê bibe asteng, meha Tîrmehê operasyoneke dagirkeriyê li ser van qadan da destpêkirin. Tunelên şer ên li Kale Çemço, Şehîd Fedakar, Şehîd Adil û Şehîd Botan, bi mehan bi rengekî destanî li ber xwe dan.

ZAGROS BÛ YEK JI ÇEPERÊN GIRÎNG ÊN GERÎLA

Artêşa Tirk di Tîrmeha 2022'an de bi teknîk û hêza xwe ya leşkerî êrîş bir ser tunelê şer ên Şehîd Botan ên li girê Şehîd Adil ê li qada Çemçoyê. Tevî helîkopterên Skorsky bi rojan hewl dan hêzên xwe li ser gir daynin jî, hem destwerdana ji girê Kale Çemço hate kirin, hem jî bi saya derbên xurt ên gerîlayên li ser vî girî, helîkopterên Skorsky her carê hatin qewirandin. Artêşa Tirk ku fêhm kir bi helîkopteran nikare hêza xwe li qadê dayne, meha Tîrmehê hewl da ji bejahî ve xwe bigihîne ser gir. Meha Tîrmehê di navbera gerîlayên li tunelên şer ên li Şehîd Botan û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Li vê derê bi dehan dagirker hatin cezakirin û piştî şerê 2 rojan dagirker neçar man ji pêşiya çeperên şer bireve û xwe berdin quntarê girê Şehîd Adil û li wir bi cih bûn. Gerîlayan li vê derê jî hem bi çekên giran hem jî bi tîmên li qadê derbên giran li dagirkeran xistin û nehiştin ku dagirker li qadê bi cih bibin.

Tunelên şer ên li Şehîd Botan ên li girê Şehîd Adil, ji bo temamkirina polîtîkayên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li herêma Zagrosê, çepereke gelekî girîng e. Ji ber ku hem li ser sînorê Sîda, hem yê Çemço hem jî yê Sacayê ye, her wiha li ser girên stratejîk ên li Zap û Avaşînê serwer e, di heman demê de serketina gerîla ya li vê qadê gelekî girîng e. Ji ber vê yekê artêşa Tirk tevî ku fermandar û bi dehan leşkerên wan hatin kuştin jî meha Tebaxê berê hêzên xwe careke din da van tunelan. Ji meha Tebaxê û vir ve li van tunelên şer ên li Şehîd Botan berxwedan dewam dike. Ev berxwedan bûye yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîroka şerê gerîla.

CAREKÊ JÎ JI HEVRÊYÊN XWE RE NEGOTIN 'EM TENGAV BÛNE' YAN JÎ 'EM DEST JI ÇEPERÊ BERDIN'

Komek ji gerîla ya ku li tunelên şer ên li Şehîd Botan li ber xwe didin, ji roja destpêkê ya şer ve bûn afirînerên berxwedana destanî ya ku di nava şert û mercên giran de tê meşandin. Ev berxwedana ku di bin êrîşên gazên kîmyewî de hate kirin, îradeya Apoyî ya gerîla radixe pêş çavan û tunelên şer ên Şehîd Botan kir keleheke ku qet têk naçe. 

Gerîlayên ku çar mehan her roj, her saetê gazên kîmyewî li dijî wan dihate bikaranîn, ji bo carekê jî ji hevrêyên xwe re negotin 'em tengav bûne' yan jî 'em dest ji çepera xwe berdin'. Bi derfetên gelekî kêm ên li ber destê xwe hem çeperên xwe parastin hem jî derbên giran li çeteyên hov ên artêşa Tirk xistin ku xwe gihandin ber devê tunelan.

BERXWEDAN DEWAM DIKE

Berxwedana destanî ya li tunelên şer ên li Şehîd Botan 9 meh in dewam dike. Di bin êrîşên gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên artêşa Tirk de, gerîla bi îradeyeke awarte ya felsefeya Apoyî 9 meh in li ber xwe didin û koka leşker û çeteyên artêşa Tirk diqelihînin.