Keldaniyê dawî hate girtin!

Tekane Keldaniyê li Bêspînê yê Silopyayê Petros Karatay hate girtin.

Tekane Keldaniyê ku li bajarokê Bêspînê yê li Silopya, Şirnexê dijî, Petros Karatay duh berê sibehê ji hêla leşkerên Tirk ve hatibû binçavkirin. Diyar bû ku Karatay li ser îfadeya şahidê veşartî, ji ber parvekirinên medyaya sosyal û hin nîşeyên ku dibêjin ên wî ne hatibû binçavkirin.

Karatay piştî karûbarê li Midûriyeta Emniyetê ya Silopya qediyan birin edlîyê û piştî ku îfadeya wî li dozgeriyê hate standin bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ye’, bi daxwaza ku were gritin şandin Dadgeha Cezayê yê Silhê.

Karatay bi heman hincetê li dadgehê hate girtin û ew birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’yê ya Şirnexê.

PIŞTÎ BI SALAN VEGERIYA BÛ

Petros Karatay ku ji ber zextan neçar mabû salên 90’î koç bike û 2013’an bi ‘pêvajoya çareseriyê’ re vegeriyabû, beriya bi çend mehan dîsa bi heman hincetan hatibû binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.