Kelar: Rêya derketina ji kaosê xwerêveberiya gelan e

Yek ji Fermandarê Qada Şengalê ya HPG’ê Egîd Kelar diyar kir ku polîtîkayên li Başûrê Kurdistanê ne bi piştevaniya gel e û got bi dest ve berdana xaka Başûr û bingeha raperîna gel a  encama van polîtîkayan e.

Fermandarê    Qada Şengalê Egîd Kelar geşedanên li Şengalê û Başûrê Kurdistanê nirxand, diyar kir ku hem li Başûr û hem li Iraqê rejîmên siyasî ku ji gel re nabin bersiv neçar in ku li paş bimînin û got, bi taybetî ne li Şengalê, ne li herêmê hikûmeta Başûr û ya navendî ya Iraqê ne xwedî projeyekê ne. 

‘HIKÛMETA BAŞÛR DIVÊ XWE JI BIN BANDORA HÊZÊN DAGIRKER DERXÎNE’

Kelar got yên ku pişta xwe bidin hêzên dagirker wê bi kêrî berjewendiya gel neyên û ji berjewendiya dagirkeran re bibin amûr û got, ‘’Em 2018’an di serî de di şexsê Rêber Apo de li gelên berxwedêr pîroz dikin. Sala 2017’an saleke giring bû, ji bo Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê geşedanên girîng çêbû. Referandûm hate kirin. Piraniya xaka ku ji DAÎŞ’ê hatî standin bi dest hêzên Iraqê û Heşdî Şebî ve hate hiştin. Divê ev baş were fêhmkirin. Ev referandûm ne bi desteka hemû Kurda bû. Ne bi ramana hemû derdoran û ne bi konsensûeke hevpar bû. Ji bo vê jî ji hin aliyan ve serî tevlîhev bûn û helwesteke parçeyî derkete holê. Vekişîna PDK’ê ya ji qadê û ketina Heşdî Şebî ya li van qadan, bi dest ve berdana xakên Kurdistanê bi gel re fikar çêkir û gel xemgîn kir.

Kelar bi domdarî diyar kir ev rewşa ku derketî holê nîşan dide ku ti piştevaniya gel li van polîtîkayan nîn bûye, komên etnîk ên Asûr, Tirkmen û baweriyên dî yên li Kurdistanê di nav xwe de venehewandiye, siyaseta ku xwe dispêrê hêzên mêtinger hatiye şopandin û hêzên dagirker jî li ser zemîna berjewendiya xwe nêzî Başûrê Kurdistanê dibin.

Kelar diyar kir ku rêveberiya Başûr heta bi deverekê siyaseta hevsengê kiriye û wiha hin qad bi dest ve aniye lê ji hevsengê zêdetir ji ber ku siyaseta nêzîkatiya ne bi xwe bûye dîsa bi dagirgeran re hevrû bûne. Kelar bi domarî diyar kir gelê Başûr li gel her tiştî erênî bersiv daye referandûmê lê yên ku referandûm kirine xwedî li gel derneketine, hêzên xwe nedane şerkirin heke ev bikirana wê gel li rex wan bûne. Kelar diyar kir ku van demên dawî gelê Başûr li dijî hikûmetê nerazîbûna xwe diyar dike û got ji bo ku ji pêdiviyên gel re nebûne bersiv helwesta gel zêdetir dibe.

Kelar got ew girîngî bi helwesta gel didin û rewa dibînin û diyar kir divê ev helwest û tevgera gel geştir bibe, da ku rêveberiya Başûr rastiya xwe bibîne lê rêveberiya Başûr hê jî xwe rast dibîne û li derve li kêşeyan digere. Kelar diyar kir piştî referandûmê diviya rêveberiya Başûr rexne li xwe bigirta û bersiv bida daxwazên gel lê hê jî çavê wan li derve ye û li bendê de ne dagirker werin wan rizgar bikin û ev siyaset ziyaneke mezin dide gelê Kurd.‘

‘ÎRAN Û AMERÎKA DIXWAZIN HERÊMÊ LI GOR BERJEWENDIYA XWE DÎZAYN BIKIN’

Kelar diyar kir ku di pêvajoya pêş de nakokî wê girantir bibin û hilbijartin wê nikaribin dawî li nakokiyan bînin.

‘’Li Iraqê wê hilbijartin bibin. Diyar e ku nakokiyên niha wê berdewam bikin û girantir bibin. Hem Amerîka û hem Îran li gorî berjewendiyên xwe dixwazin guherînan bikin. Biya me hilbijartin wê bi zehmetî çêbibin. Bi xwe re wê gelek kêşeyan bîne. Dibe ku bi hilbijartine her tişt zelal nebe û dibe ku bi hilbijartinê re şerê navxwe jî derkeve. Bi xilasbûna DAÎŞ’ê ya Iraqê re wê dawî li kêşeyan neyê. Ji ber ku hemû hêzên ku DAÎŞ qedandin ne di kontrola Iraqê de ne. Hêzên ji Lubnan, Îran û Sûriyê hatine jî hene. Heşdî Şebî jî li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Bi ya me ev hêz wiha bi rehetî li welatê xwe venagerin.’’

 ‘GEL DENGÊ XWE LI RÊVEBERIYA BAŞÛR KIR’

Kelar diyar kir ku divê tevgera gel a li Başûr baş were fêhmkirin û got gel bi vê raperînê dengê xwe li rêveberiyê kiriye. Kelar diyar kir ku serhildanên gel ên vê dema dawî girîng in û got, ‘’Bi vî rengê gel dengê xwe li hikûmeta Başûr kriiye. Mesajek e ji bo hêzên ku ev 30 sal in li Başûrê Kurdistanê serdest in. Da ku aqilê wan were serê wan, hay ji rastiyê hebin û têkiliya xwe ya bi dagirkeran re qut bikin. Divê ev serhildan werin geşkirin, karîgerkirin bi rengekî ku dizane çi dike, çawa tevdigere û çi daye ber xwe rêxistiniya wê were kirin. Divê bi rengekî bi plan û bername be. Ev serhildan divê xwe bispêrê gel, bi pêşengiya gel were tevgerkirin. Ev serhildanên li Başûr wê li hemû Iraqê bibin.’’

 ‘NÊZÎKATIYA RAST EW E KU ÊZÎDÎ XWEDÎ XWERÊVEBERÎ, XWESERIYA DEMOKRATÎK BIN’

Kelar got divê li ser xweseriyê were rawestin û ne rêveberiya Iraqê û ne jî rêveberiya xwecih ne xwedî projeyekê ne.

Kelar got ji bo hemû gelên herêmê mîsogeriya jiyana hevpar a herî berfireh xweseriya demokratîk e û diyar kir Şengla xwedî cihekî taybet e.

Kelar bi domdarî diyar kir, ji bo Şengal li ser xweseriyê divê raweste lê heta niha ti bernameya Iraqê ji bo Şengalê nîn e, li Şengalê bi rengekî têkûz ê jêravaniyek jî nîn e, kolanên wan jî nehatine çêkirin û her wiha ne tenê ji bo Şengalê ji bo gundên Ereb û Tirkmen ên nêzî Şengalê jî ti bernameya wan nîn e.

Kelar wiha pê de çû: ‘’Pêdivî bi projeyeke wiha heye ku hemû gelan vehewîne nav xwe. Ev jî xweserî ye. Hikûmeta Iraqê ev xweserî qebûl nekiriye lê li dij jî derneketiye. Bûdçeyek ji bo Şengalê ne veqetandiye. Ji bo 2018’an ti bûdçeyek ji bo Şengalê veneqetandiye. Ji bo vê jî Şengal divê li ser xweseriyê raweste. Divê mîsogeriya Şengalê di dest gelê Êzîdî de be. Heke ev mîsogerî nebe taloke wê berdewam be.’’

Kelar got divê gelê Şengalê zêdetir li xweseriyê xwedî derkeve, projeya xweseriyê dikare hemû gelan di bin banekî de bicivîne û wan rizgar bike û got ji bo vê sedemê ew destekê didine vê projeyê, ne tenê ji bo gelê Êzîdî, ji bo hemû gelên herêmê e ev proje.