Kedkarên Kurd li hemberî kapîtalîzm û faşîzmê daketin qadan

Li Kurdistanê di pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtinê de li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê peyama ‘em ê bi ser bikevin’ hate dayîn.

Di çalakiyan de êrîşên qirker hatin protesto kirin û bal birin ser vî tiştî ku, “Dema ku şer tune bû, kedkar û gelan aram bûn.”

ÊLIH

Karkerên Batmanê jî li Stadyûma 16 Mayisê mîtîng pêk anîn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose, Serokwekîlê koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Parlamenterên HDP'ê Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û bi sedan kes amade bûn. Li qadê bi Kurdî û Tirkî pankartên “Bijî Yekê Gulanê” hatin vekirin. Dîsa pankartên ku ji polîtîkayên AKP'ê re dibêjn "Na" hatin vekirin. Li ser navê Komîteya Amadekar Serokê Şaxa Petrol İşê Şeyhmûs Kaygûsûz axivî û polîtîkayên AKP'ê yên BHQ’ê û Rewşa Awarte şermezar kir. Kaygûsûz, got ku ew li dijî neheqiyê ji bo mafê xwe biparêzin li vir in û wiha got: "Em ê bêtirs her dem li qadan bin. Berpirsiyarê xerakirina pêvajoyê AKP ye. Em dixwazin bi lezgîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dixwazin tecrîd rabe û pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike.”

 Piştî axaftinan karkeran li ber stranan govend gerand.

Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose karkerên di 1'ê Gulana 1977’an de û di 10'ê Cotmehê de li Enqereyê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî. Kose got:“Na'yên me hêj neqediya ne û heta vîna me û daxwazên me neyên qebûlkirin wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê ji bo ked û mafê xwe her dem li qadan têbikoşin”

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildırim jî got ku ku di serdema AKP’ê de ked bêtir hat xwarin û betalî bêtir zêde bû. Bername piştî axaftinan bi stranên Servet Kocakaya û govendê bi dawî bû.

DÊRSIM

Li Dêrsimê jî bi hezaran karker li Qada Seyid Riza kom bûn û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Karker bi dirûşim, pankart û dowîzên xwe hatin qadê û 1'ê Gulanê pîroz kirin. Pîrozbahî bi stran û govendê bi dawî bû.

Parlementerê HDP’ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu bi Kirmanckî dest bi axaftina xwe kir û got: “Walî ne wekîl û valiyê vê derê ye. Serokê bajêr ê tifaqa AKP-MHP’ê ye. Îro jî wan rêveber û şaredarên me rehîn girtine”

SÊRT

Li Sêrtê jî bi sedan karker bi heman armancê kom bûn û daxuyanî dan. Karkeran di pêşengiya Platforma Şaxan a KESK'ê de li Kolana Guresê kom bûn û meşiyan ber Navenda Kar a Kizilayê. Nûnerên HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, ÎHD û gelek welatî amade bûn. Ji ber ku Walîtiya Sêrtê destûr neda karker li Qada Demokrasiyê mîtîngê pêk bînin, daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê karkeran Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Serdar Batûr, daxuyanî da. Karkeran bê navber dirûşmên “Bijî Yekê Gulanê”, “Bijî tekoşîna kedê" berz kirin. Daxuyanî bi slogan û çepikan bi dawî bû.

MÊRDÎN

Rêxistinên kedê yên li Mêrdînê bi şîara “Ji helandin, feqîrî, bêewlehî, taşeron, Rewşa Awarte û îxracên bi KHK’yan re Na” li Parka Karayolûyê hatin cem hev.

Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, Hevseroka SES’a Mêrdînê Eylem Ergûn axivî û Ergun diyar kir ku di referandûmê de hemû zîhniyetên xwestin jiyana mûxalifan tarî bikin, winda kirine û wiha got: “Li kolanê ligel hemû gefan jî dengê ‘Na’ qezenc kir.”

Piştî axaftinan pîrozbahî bi stranên hunermend Xeyrî û gerandina govendê bi dawî bû.

WAN

Rêxistinên kedê yên Wanê bi boneya 1’ê Gulanê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê mîtîngek li dar xistin. Mîtîngê bi govendê dest pê kir. Berdevka Platforma KESK’a Wanê Fatma Arslan diyar kir ku bi salan e têkoşînê didin û ligel hemû astengiyan jî têkoşîna xwe domandine û wiha pêde çû: “Em ê têkoşîna xwe ya li dijî referandûma bi hîle bilindtir bikin.”

Cîgirê Hevserokên HDP’ê Nadîr Yildirim, got ku ku rihê 8’ê Adarê û Newrozê wan anîne qada 1’ê Gulanê û wiha got: “Ger em pêşiya faşîzma li welat tê meşandin negirin wê girtin, binçavkirin, KHK û îşkence berdewam bikin û gel dikare pêşiya vê bigire. Ger qada têkoşînê bê mezinkirin wê faşîzm çong deyne.”

Piştî axaftinan, Mem Ararat derket ser dike û mîtîng bi gerandina govendê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê, ji ber ku walîtiyê hemû çalakiyên di 15’ê Nîsanê heta 05’ê Adarê qedexe kirine bi civîna çapemeniyê ya li avahiya KESK’ê 1’ê Gulanê hat pîrozkirin.

QERS

li Qersê jî 1’ê Gulanê li Kolana Cûmhûriyetê hat pîrozkirin. Girseya li ber avahiya Egîtîm Sena Qersê kom bû bi awayekî kortej ber bi qada Cûmhûriyetê ve meşiyan. Serokê Egîtîm Sena Qersê Çetîn Koçyîgît, destnîşan kir ku her sal kedkar 1’ê Gulanê li dijî sermayedaran wekî roja têkoşîn û hevgirtinê pîroz dikin.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi lêxistin def û zirneyê û gerandina govendê bi dawî bû.

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê ku ji KESK, EMEP, TMMOB, ÎHD, OZEDONUŞ, TJA, HDP, DBP, CHP, Meclîsa Ekolojiyê ya Rihayê, Komeleyên Çanda Elewî, Tevgera Azadî û Mirovî, pêk tê bi şîara “Em ê jiyana azad a demokratîk bi têkoşîna kedê ava bikin û em ê teqez bi ser bikevin” li Qada Newrozê ya Paşabagê 1’ê Gulanê pîroz kir.

Piştî rêzgirtinê Berdevkê Demî yê Platforma Ked û Demokrasiyê Mehmet Cevher Ozturk, li ser navê CHP’ê Ahmet Bûdak û li ser navê EMEP’ê jî Mehmet Turkmen axivî.

Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan ligel hemû zext û zilmê jî kedkarên hatine qadê silav kir. Ocalan, got ku ku ên duh di referandumê de gotin ‘Na’ îro gotin ‘Na bi dawî nebûye’ 1’ê Gulanê pîroz dikin û wiha pêde çû: “Em 1’ê Gulanê li her kesî pîroz dikin. Kesên ku ked nadin û dixwazin bigihin cihekê wê li dijî têkoşîna kedê ya gel winda bikin.”

Pîrozbahî bi stranên Koma Gulên Xerzan bi dawî bû.

SEMSÛR

Li Semsûrên karkerên li ber avahiya Agirkujiyê ya li Gargarayê hatin cem hev, bi pankarta “1’ê Gulanê Cejna karkeran pîroz be” ber bi Parka Mustafa Yucel Ozbîlgîn meşiyan. Di mîtînga piştî pêkanîna meşê de Serokê Egîtîm Sena Semsûrê Mehmet Dagdevîren axivî. Dagdevîren, bi lêv kir ku ew kesên ku ev roj bi canê xwe ava kirin em wan bi rêzdarî bibîrtînin û wiha got: “Em soza wê bêrîkirinên wan bicih bînin didin. Ji bo dawî li hemû cure pêkanînên dij mirovî were, ji bo mafê karker, ziman û pêşeroja welat em li qadan in.”

Piştî axaftinan girseyê li ber stranên Koma Evîndar govend gerandin û 1’ê Gulanê pîroz kirin.

DÎLOK

Platforma KESK’ê ya Dîlokê jî li Parka Kirkaya 1’ê Gulanê pîroz kir. Piştî rêzgirtinê Berdevkê Demî yê Platforma KESK’ê Alî Sonmez û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li dijî karkeran.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.