KCR’ê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Komalgay Ciwananî Rojhelatî Kurdistan (KCR) nasnameya Hîwa Serdeştî (Farûk Şexe) eşkere kir ê ku di 15’ê Tîrmeha 2017’an de li Merîwanê di şer de jiyana xwe ji dest daye.

Komalgay Ciwananî Rojhelatî Kurdistan (KCR) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya Hîwa Serdeştî (Farûk Şexe) eşkere kir ê ku di 15’ê Tîrmeha 2017’an de li Merîwanê di şer de jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyaniya KCR’ê wisa ye:

“Wekî tevgera azadiya Kurd li çar parçeyê Kurdistanê bi salan e têkoşîneke bênavber û bê hempa tê meşandin. Yek ji qada me ya têkoşînê ku bi salane di oxira azadiyê de gelek berdêl daye û destanên qehrementiyê nivîsandiye jî qada rojhilatê Kurdistanê ye. Wekî tevgera ciwanan jî salên dirêj e ku em di vê qadê de xebat dimeşînin û li beramberî dagirkeriya rejima Îranê ji bo gelê xwe têdikoşin. Li beramberî rejîma Îranê ya dagirker bi ruhekî fedaî û bi mîlîtantiyeke mezin gelek hevalên me şer kirine û bi berxwedaneke mezin tevlî karwanên şehîdan bûne.

Îsal havînî di 15/07/2017 de, dema grûbek heval li Rojhilat, li herêma Merîwan li ser karê xwe ne, dijmin kemînê li pêşiya hevalan datîne.Ji ber kemînê, şer di navbera hevalan û dijmin de derdikevê. Di encama şer de heval Hîwa Serdeşt ji grûbê qut dibe û agahî jê nedihat girtin. Di encamên lêkolînê me de derket holê ku heval Hîwa Serdeşt di dema kemîne ya dijmin de bi qehremanî li ber xwe dide û şehîd dikeve. Derbarê kuştî û birîndarên dijmin yên di vê pevçûnê de zelal nînin.

Ji ber ku zelalkirina encamên vî şerî dereng ket, destpêkê ji malbata heval Hîwa Serdeşt û em ji hemû gelê me yê welatparêz lêborînê dixwazin.

Em wek Komalgay Ciwananên rojhilat, di şexsê heval Hîwa Serdeşt de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr tînin û girêdayîna xwe ya bi têkoşîna şehîdan carek din zelal dikin û destpêkê sersaxî ji hemû binemaleya Ş. Hîwa Serdeştî dixwazin û her weha di şexsê malbata Ş. Hîwa de sersaxî ji hemû binemalên şehîdên şoreşê re dixwazin.”

Nasnav: Hîwa Serdeştî

Nav û Paşnav: Farûk Şêxe

Cih û Dîroka Şehadetê: Merîwan / 15'ê Tîrmeh 2017"