KCR'ê ji bo tevlîbûna li pêngavê bang li ciwanên Rojhilat û Îranê kir

Koordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilat (KCR) bi daxuyaniyekê ragihand ku wê bi hemû hêza xwe tevlî pêngava "Belê ji Demokrasiyê re, na ji darvekirinê re" bibin.

KODAR û PJAK’ê di çarçoveya pêngava Konseya Rêveber a KCK’ê ya  ji 12’yê Îlonê ve bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ li her çar parçeyên Kurdistanê dayî destpê kirin de, bi dirûşmeya,‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinan re’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêngavek ragihandinîbû. Kordînasyona Komelgeya Ciwanên Rojhilat (KCR) bi daxuyaniyekê piştgirî da vê pêngava KODAR û PJAK’ê.

Daxuyaniya KCR’ê wiha ye; "Bi navê Komelgeya Ciwanên Rojhilatê daxwazê ji hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dikin ku tevlî pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ bibin. Dagirker û desthilatdaran di dîrokê de timî hewl dane ku bi kuştin, tirsandin û qirkirina gelan desthiladariya xwe li ser gelan bidin berdewam kirin. Dagirkeriyek ku mirovatî, azadî û îradeya gelan binpê bike, îro li dijî têkoşîna azadîxwaz a gelê Kurd hevpeyman bûn. Ji bo ku di demek herî kin de bi awayek herî hov sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd bigihîn armancê.

Rejîma dagirker a Îranê bi salane bi darvekirina mirovan temenê desthilata xwe dirêj dike. Bi darvekirinê, berbaranê, kuştina kolberan û tevkujiyê bersiva daxwazên gelan dide. Van kiryarên xwe yên qirêj jî bi navê yasa û ol dike. Yasaya ku tenê xizmeta desthilatdarên Îranê dike û bi dayîna cezayê darvekirinê tirs  û qetilkirinê li ser gelan de disepîne.

Tişta li ber çave, pêkhateya ku zêdetir dibe armanca siyaseta darvekirinê ciwan û jinin. Ev jî nîşaneya vê rastiyê ye ku dagirker ji hêza jin û ciwanan ditirs in ku xwe ji têkoşîna azadiyê de dibînin. Lewma xurtkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê û dîktatoriyê ya herî bi bandore. Yekane rêya ku bikarin civakê û gelan rizgar bike, hêza têkoşîna vê civakê ye. Têkoşîna ji bo bi destxistina azadî û demokrasiyê ye. Demokrasiya bê têkoşîn bê wateye. Têkoşîna ji bo gihîştina azadî û avakirina civakek demokratîk yekane rêya j bo dawîanîna siyaseta darvekirinê ye.

Bi pêşengtiya ciwanan û jinan têkoşîna li hemberî darvekirinê wê bibe havênê demokrasiyê û avakirina civakek azad û demokratîk. Di bingeh de demokrasî bê têkoşîn pêk nayê. Bi gurkirina têkoşînê dikarin dawî li siyaseta darvekirinê bînin.

Weke KCR’ê em ê bi hemû hêza tevlî pêngava ‘Belê ji demorkasiyê re, na ji darvekirinê re’ bibin. Weke hêzek pêşeng a ciwanan daxwazê ji gelê azadîxwaz, welatparêz û tevahiya endam  û welatparêzan dikin ku bi reng û dengê xwe erka pêşengiyê bigirin û çalak tevlî pêngava ‘Belê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re’ bibin."