KCK û Komeleya Îslamiya Kurdistanê li ser yekîtiya netewî civiyan

Bi armanca pêkanîna yekîtiya netewî, KCK di çarçoveya rêzeserdanên xwe de çû serdana Komeleya Îslamiya Kurdistanê.

 Îro saet 10:00’an de şandeya bilind a KCK’ê bi serpereştiya Berpirsê Têkiliyên Derve yên KCK’ê Serhet Varto, serdana baregeha Komeleya Îslamiya Kurdistanê ya li bajarê Silêmanî kir. Şanda KCK’ê ji aliyê Berdevkê Meclisa Siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar Hemed û şandeya li gel ve hat pêşwazîkirin.

Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de Serhed Varto axivî û wiha got: “Bi armanca pêkanîna yekîtiya netewî, me serdana Komeleya Îslamî kir. Demek berî niha KNK’ê ji bo yekîtiya netewî dest bi xebatekê kir. Li gorî me yekîtiya netewî tenê bi aliyekî pêk nayê. Ji ber wê me wek KCK biryar da ku erka ser milê xwe pêk bînin.”

Her wiha Serhed Varto got: “Nexşerê û projeya me ya ji bo yekîtiya netewî heye. Li ser bingehê wê projeyê em serdana aliyan dikin. Îro jî me projeya xwe da Komeleya Îslamî û em ligel hev civiyan.”

Piştre Berdevkê Meclîsa Siyasî ya Komeleya Îslamiya Kurdistanê Rêbwar  Hemed jî li ser serdanê got: “Me şanda KCK’ê pêşwazî kir û li ser rewşa siyasî ya herêmê û têkiliyên di navbera me û hêzên siyasî de, me nîqaş kir. Me projeya wan wergirt û em ê lêkolînên xwe li ser bikin. Piştre emê fikrê xwe li ser wê diyar bikin.”

Di dawî de Rêbwar Hemed diyar kir ku pêwîst e di nav hemû hêzên siyasî yên Kurd li hemû parçeyan de guftûgo hebe û pirsgirêkên ku hene divê bi guftûgoyê werin çareserkirin.