KCK: Modernîteya demokratîk yekane rêya çareseriyê ye -NÛ BÛ

KCK'ê li ser kuştina Qasim Silêmanî daxuyaniyek da û diyar kir, Şerê Cîhanê yê 3'emîn ku navenda wê li Rojhilata Navîn e hîn bêhtir berfireh bûye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku modernîteya demokratîk yekane rêya çareseriyê ye.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Li cografyaya ku sîstema dewletperest a 5 hezar salî derketiye holê, krîzeke kûr dest pê kiriye û bi destwerdana hêzên modernîteya kapîtalîst ev krîz bêhtir tê girankirin. Ne hêzên herêmî ne jî hêzên navneteweyî xwedî nexşerêyeke çareseriyê ya pirsgirêkên berfireh ên li Rojhilata Navîn in. Ji xwe hêzên ku çavkaniya pirsgirêkê ne nepêkane ku pirsgirêkan çareser bikin. Kuştina bi sûîqestê ya yek ji rêveberên herî girîng ê leşkerî û siyasî yê Îranê Qasim Silêmanî û Fermandarê Haşdî El Şabî Mehdî El Muhendîs li Bexdayê, ev rastî careke din raxist pêş çavan. Piştî ku serweriya DAÎŞ'ê ya li ser xakê bi dawî bû, hêzên li pey serweriyê ne dest bi şerê hev kirin û ev yek jî Şerê Cîhanê yê 3'emîn a li Rojhilata Navîn girantir û berfirehtir dike û ji bo gelan dibin sedema hilweşînê. Ev rastî, çareseriya modernîteya demokratîk dike yekane alternatîf ku Rêber Apo ev yek li ser bingeha analîza dîrokî ya civakê destnîşan kir.

DEMA BÊ WÊ JI BO GELAN ZOR Û ZEHMET BE

Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ne bi netewperestiyê, ne bi mezhebperestiyê, ne bi zayendîperestiya sîstema bi serweriya mêr, ne jî bi polîtîka û zîhniyeta lîberal, ezezî, berjewendîperest ên modernîteya kapîtalîst ku nirxên civakî ji hev belav dikin bên çareserkirin. Demokrasiya civakî ku azadî û wekheviya cihêreng ji xwe re dike esas, yekane rêya çareseriyê ye. Bingeha civakî û dîrokî ya Rojhilata Navîn, rewşa wê ya çandî jî çareseriyeke din qebûl nake. Ji ber vê yekê ferzkirin û destwerdanên hêzên desthilatdarîperest û modernîteya kapîtalîst a navneteweyî pirsgirêkan girantir dikin. Bêguman giranbûna rewşa xitimandî ya siyasî û kûrbûna şer ji bilî êşê tiştekî din nadin gelan. Kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî El Muhendîs bi sûîqestê, nîşan dide ku dema bê wê ji bo gelan zor û zehmet be.

Destwerdana hêzên modernîteya kapîtalîst û kûrkirina şer, têkoşîna demokrasiyê û azadiyê ya gelan ji rê derdixînin û di nava şerekî kor de difetisînin. Ji xwe êrişên hewayî yên DYE'yê ji niha ve encameke bi vî rengî derxistiye holê. Ji ber ku çavê mezhebperestî û neteweperestiyê kor e, di nava şerê bi vî rengî de zor û zehmetiyên mezin derdikevin pêşiya hêzên azadî û demokrasiyê ku berdêlên wê giran in. Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan bi rewşeke 'eciqîna giha di bin lingê fîlan de' rû bi rû ye. Lewma şerê li herêma me diqewime û êrişên tên kirin, ji dijî hev wêdetir li dijî gelan e.

Tevgera Azadiyê ya Kurd li dijî wan pêkanîn û polîtîkayen e ku çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di destwerdana derve de dibînin. Rabûna li ber destwerdana derve ji bo pêkhatina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn girîng e. Ji bilî demokratîkbûna civakî ya demokratîk a li ser xeta neteweya demokratîk pirsgirêk çareser nabin. Êdî mîna sedsalên derbasbûyî bêyî îradeya gelan, bi şer an jî lihevkirina hêzên serdest aştî û aramî pêk nayê. Fikreke berevajî vê tê wê wateyê ku hay ji rastiya vê serdema gelan nîne. Lewma heta ku gel nekevin dewrê û hêza xwe ya çareseriyê nîşan nede, divê kes ne li bendê be ku şer bi dawî bibe, aştî û aramî pêk were. Ne tenê li Rojhilata Navîn her wiha li tevahiya cîhanê li dijî giranbûna pirsgirêkan, kedkar, jin, ciwan û gel hemû dikevin nava liv û tevgerê. Gel bi têkoşîna xwe li her devera cîhanê jiyaneke azad û wekhev li ser bingeha demokratîkbûnê ferz dikin.

DEWLETA TIRK HEWL DIDE JI ŞER Û ALOZIYÊ SÛDÊ WERBIGIRE

Dewleta Tirk çawa ku ji şer û rageşiyên heta niha sûd wergirtiye, hewl dide sûdê ji şer û sûîqesta dawî jî werbigire û di atmosfereke wiha de êrişan bibe ser gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Bangên dewleta Tirk ên ji bo 'xwînsarî, dijberiya li destwerdana derve û sûîqestan' hemû jî demagojî ne û ji bo nixumandina rastiya xwe ye. Berevajî, kêfa xwe ji destwerdanên derve û sûîqestan re tê, ji ber ku êriş, dagirkerî û sûîqestên wê asayî dikin. Hesabê wê yekê dike ku sûdê ji şer û rageşiyê werbigire.

Ji bo têkbirina polîtîkayên hêzên derve, pûçkirina polîtîayên hêzên herêmî yên mîna Tirkiyeyê dixwazin ji şer û rageşiyê sûdê werbigirin, xurtkirina têkoşîna demokratîkbûnê ya li ser bingeha biratiya gelan a xwe dispêre feraseta neteweya demokratîk gelekî girîng e. Tenê welat û civakên demokratîkbûyî dikarin destwerdan û lîstikên hêzên derve pûç bikin. Bi vî rengî hem li welatan yek bi yek, hem jî li Rojhilata Navîn bi temamî aştî û aramî bi cih dibe. Ji ber vê yekê, eger bi polîtîka û zîhniyeteke demokratîk û biratiya gelan bersiv ji Şerê Cîhanê yê 3'emîn ê li Iraq û Sûriyeyê re bê dayin, wê dawî li sûîqest, şer û destwerdanên ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn giran dikin bê anîn. Yekane rê ev e."