KCK: Lozaneke nû li Kurdan tê ferzkirin

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi tifaqên xwe yên qirêj ên navneteweyî Lozaneke nû li Kurdan ferz dike û bang li her kesî kir ku ji bo demokrasî, azadî û edaletê piştgiriyê bidin gelê Kurd.

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê de hate gotin, "Gelê Kurd gelekî welê ye ku di encama peymanên navneteweyî de gelek caran hate qirkirin û di statuya mêgingeriyê de îmha lê hate ferzkirin. Li gel van hemûyan têkoşîn û berdêlên giran da, bû yek ji hêzên azadî, aştî û demokrasiyê yên bingehîn ên serdemê û di sedsala 21'ê de xwe li qada navneteweyî da qebûlkirin. Gelê Kurd di parastina gelên Rojhilata Navîn de, di parastina nirxên mirovahiyê yên bingehîn de, di têkoşîna bi rûmet a li dijî êrîşên DAÎŞ û El Qaîdeyê de ku gefê li mirovahiyê dixwin, li refên herî pêş berxwedaneke mezin kir û li nava mirovahiyê bû cihê serbilindiyê."

Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"Gelên cîhanê û dewletên ku weke keleha demokrasiya civakî ya serdemê têne binavkirin, girîngî û qîmetê vê têkoşîna ewlad û gelê Kurd destnîşan kirin. Her wiha li gelek qada di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de gelek welatên endamên NATO'yê jî hevkarî bi Kurdan re kirin. Hîn jî ev tifaqa têkoşînê ya hevpar li gelek qadan li dijî rêxistinên terorê yên DAÎŞ û El Qaîdeyê dewam dike.

TEVLÎKIRINA NATO'YÊ LI PLANÊN QIRKIRINA KURDAN

Di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de ku Kurd kir çar parçe û destûra qirkirina Kurdan da, di demekê de ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya demokrasî, aştî û azadiyê cihê xwe li nava refên gelên cîhanê girt, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi tifaqên xwe yên qirêj ên navneteweyî Lozaneke nû li Kurdan ferz dike. Beriya civîna NATO'yê ya dawî ku li Lîtvanyayê hate lidarxistin, bi bazariyên qirêj ên li ser qirkirina gelê Kurd destûr tê dayin ku destketiyên gelê Kurd ên bi berdêlên giran li çar parçeyên Kurdistanê hatin bidestxistin, bi konsepteke nû bê tunekirin. Helwest û nêzîkatiya ku li vir hatin nîşandan, ji erêkirina endametiya Swêdê ya li nava NATO'yê wêdetir, rejîma dîkta û faşîst a AKP-MHP'ê bi esasî Swêdê û di şexsê Swêdê de jî Yekîtiya Ewropa û tevahiya NATO'yê tevlî planên xwe yên qirkirina Kurdan dike. Ya ku di vê bazariyê de ahte nirxandin, erêkirina tasfiye û îmhakirina destketiyên gelê Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bû, ku heta niha bêencam maye. Bi esasî di vê bazariyê de NATO'yê ji bilî vê yekê ti tawîz nedaye. Mutabaqata NATO-Swêd û Dewleta Tirk ku hewl tê dayin weke serketineke mezin a dîplomatîk pêşkêşî raya giştî ya Tirk û cîhanê bê kirin, pêşîvekirina li teorîze û krîmînalîzekirina têkşoîna azadiyê, aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û hemû parzemînên din e. Nirxên mirovahiyê, demokrasî û mafên mirovan ku li hemberî rejîmeke dîkta, faşîst, paşverû û herî lawaz hatin bidestxistin, mirovahiyê nekarî biparêze. Hêzên navneteweyî careke din li hemberî êrîşên qirkirinê yên rejîma dewleta Tirk a faşîst ên li hemberî Kurdan çavên xwe girtine û bêdeng mane. Lewma peymaneke welê ye ku ji bo NATO'yê, Yekîtiya Ewropayê, bi taybetî jî ji bo Swêdê windahiyeke, peyameke ku divê jê şerm bikin.

Nêzîkatiya ku li hemberî dîktayên faşîst-paşverû helwest nehate nehate nîşandan û piştgirî jê re hate dayin, wê li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Ewropayê encamên xwe yên neyînî hebin. Karên terorîstî yên rejîma Erdogan a faşîst ku li dijî her Kurdekî berxwedêr dimeşîne, bi sûdwergirtina ji berjewendiyên NATO, Yekîtiya Ewropa û Swêdê wê hîn bêhtir derbasî Ewropayê bike. Ev yek wê bibe sedema hîn bêhtir krîz û kaosê, di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de wê fikir, rêxistinî û têkoşîna mafdar û rewa ya gelan, civakan, jinan û ciwanan bêne krîmînalîze kirin û terorîzekirin.

GELÊ KURD BI BIRYAR E KU TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ MEZIN BIKE

Di sala 100'emîn a Peymana Lozanê de gelê Kurd ji her demê bêhtir bi rêxistinî, berxwedêr û bi biryar e têkoşîna xwe ya ji bo azadî, demokrasî û aştiyê mezin bike. Çawa ku ji destpêkê ve li gel hemû gelan mil bi mil li dijî her cûre êrîşên terorê, qirkirinê, faşîst û mêtingeriyê têkoşiya, ev yek weke çandeke demokrasî û azadiyê bi pêş ve bir, ji niha û pê ve jî wê derfetên pêşvebirina xurt a vê yekê dewam bike.

Di serî de gelên Ewropayê em bang li jinan, hêzên demokrasiyê, rewşenbîran û parêzvanên mafên mirovan dikin ku li hemberî van bazariyên qirêj ên li ser çarenûsa gelan têne kirin helwestê nîşan bidin, li qada ku lê ne nirxên demokrasiyê û mirovahiyê biparêzin û bilind bikin. Di serî de ji bo parastina nirxên jiyanê û paşeroja bi rûmet, têkoşîna li dijî tifaqên qirêj, firotina çekan, helwesta piştgiriyê dide van polîtîkayên qirkirinê, wezîfeyeke mirovî ye. Li ser vê bingehê em bang li her kesî dikin ku ji bo edalet, azadî û demokrasiyê piştgiriyê bidin gelê Kurd."