KCK: Li dijî dagirkeriyê parastina Şoreşa Rojava erka her kesî ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Şoreşa Rojava, şoreşa hevpar a hemû gelan e û got: “Li dijî dagirkeriyê parastina Şoreşa Rojava erka her kesî ye.“

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarî salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava de daxuyaniyek nivîskî da. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê anî ziman ku salvegera 10‘emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku şoreşa herî mezin û bi wate ya sedsalê ye û got ku li dijî dagirkeriyê parastina Şoreşa Rojava erka her kesî ye.

‘ŞOREŞA ROJAVA NIRX Û DÎROKEKÎ GIRÎNG LI ŞOREŞÊN CÎHANÊ ZÊDE KIR‘

KCK’ê, salevgera 10’emîn a Şoreşa Rojava li hemû gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin, ciwan û hemû gelên cîhanê pîroz kir û wiha pê de çû: “Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê şoreşa mezin a gelan û jinan e ku bi dirêjahiya dîrokê gelan li dijî desthilatdaran têkoşîna azadiyê dane û di sedsala 21’an de bi ser ketiye ye. Weke hemû şoreşên ku di dîrokê de ji aliyê bindestan ve hatine kirin, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê jî bi têkoşîna li dijî zilm, mêtingerî, newekhevî û bêedaletiyê û bi bi berdêlên mezin pêk hat. Di vî warî de Şoreşa 19’ê Tîrmehê berhem û parçeyek a mîrateya mezin a mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ku berdewamiya şoreşên ku bindestan li dijî desthilatdaran pêk anîne ye, taybetmendiyên bêhempa afirand û nirxên gelekî girîng û dîrokî li şoreşên gelan ên cîhanê zêde kir.“

‘BINGEHA ŞOREŞÊ JI ALIYÊ RÊBER APO VE HAT DANÎN‘

KCK’ê da zanîn ku yek ji taybetmendiyên herî diyar ên Şoreşa 19’ê Tîrmehê eve ku desthilatdarî û dewletê armanc nake û li şûna desthilatdarî û dewletê avakirina civakeke demokratîk û azadîxwaz ya xwe dispêre îradeya hevpar û azad a gelan esas digire. Bi domdarî KCK’ê wiha got: “Ev taybetmendiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê hişt ku pergala mêtingeriyê bi tevahî ji holê rabe û şoreş bigihêje xeyala jiyana wekhev û azad. Ev serkeftina Şoreşa 19’ê Tîrmehê geşedaneke pir girîng û dîrokî ye. Ji ber ku şoreşên ku gelên bindest di dîrokê de bi armanca desthilatdarî û dewletê pêk anîn, nekarîn bigihîjin armancên xwe yên rasteqîn û sîstema hegemonîk dîsa hikmê xwe pêk aniye. Ji ber ku dewlet û desthilat amûrên pergala hegemonîk in, şoreş ji armancên wê dûr xistiye. Ji ber vê yekê, tevî şoreşên ku ji bo berdêlên mezin di dîrokê de pêk hatin jî, nekarî pergala mêtingeriyê ji holê rakin. Ev rewşa ku di dîroka şoreşa cîhanê de veguherî xitimandinê, bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê bêyî ku serî li desthilatdarî û amûrên dewletê bide şoreş pêkanî û ji vê xetimandinê re çareserî pêş xist. Ev rewş di dîroka şoreşa cîhanê de pêşketineke pir girîng nîşan dide. Bê guman afirînerê vê fikrê Rêber Apo ye. Rêber Apo bi zîhniyeta civaka polîtîk, exlaqî û sîstema Konfederalîzma Demokratîk ji pirsgirêka şoreşê re çareserî anî û li ser van esasan Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk hat. Ji ber wê Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi xwe spartina fikir û paradîgmaya ku Rêber Apo danî holê pêk hatiye.“

KCK’ê bilêv kir ku yek ji taybetmendiya herî girîng a Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî ew e ku li ser bingeha zîhniyeta Neteweya Demokratîk hatiye avakirin û got: “Sîstema Neteweya Demokratîk ku li ser bingeha jiyana wekhev û hevpar a gelan hatiye avakirin, hiştiye ku pevçûnên di navbera gelan, çand û civatên baweriyan ku bûye pirsgirêka herî girîng a Rojhilata Navîn, bêyî ku şer bikin dikarin xwe bi xwe rêvebibin. Neteweperestî û pergala netew-dewletê ya li ser gelên li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi dirêjahiya dîrokê bi hev re jiyane, hatiye ferzkirin, bûye sedema kûrbûna pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û kiriye ku gel bi hev re şer bikin û komkujî çêbibin. Neteweperestî û sîstema netew-dewletê berovajî feraseta jiyana bi hev re û jiyana hevpar ku taybetmendiya herî diyar a erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Bi her awayî pergala netew-dewlet amûreke modernîteya kapîtalîst e û di hundirê wê de newekhevî û mêtingerî heye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li ser esasê zîhniyet û pergala Neteweya Demokratîk hatiye avakirin, ji bo vê pirsgirêka kûr a ku li Rojhilata Navîn bûye kangren çareserî anî û derfetê ku gelan li ser esasê wekheviyê bi hev re bijîn dabîn kir.“

‘AZADIYA JINÊ ESAS GIRT‘

Di berdewamiya daxuyaniyê de KCK’ê wiha got: “Bê guman taybetiya herî diyar a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ew e ku jin û azadiya wê esas girtiye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê di wateya rasteqîn de bûye şoreşa jinê. Pêkanîna şoreşa li ser bingehê azadiya jinê bi derbaskirina feraseta serdest a mêr ku di dîrokê de rê li ber mêtingerî û newekheviyê vekiriye û bi zêdekirina wê berdewam kiriye, di dîrokê de yekemîn e. Bê guman ked û rola jinê di her şoreşê de çêbûye. Lê belê Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke bi pêşengiya jinê pêk hatiye û jin bi îrade bûye. Şoreşa ku xwe dispêre pêşengî û vîna jinê, pêşketineke gelekî girîng û dîrokî ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li ser esasê Sîstema Neteweya Demokratîk û Sîstema Konfederalîzma Demokratîk ji bo xitimandinên dîrokî yên şoreşan bi xwe re çareserî anî, bi pêşengiya jinê û azadiya jinê rêya ku bikare pirsgirêkên civakî bi awayeke bingehîn ji holê rake jî ava kiriye.“

‘PARASTINA ŞOREŞÊ ERKA HER KESÎ YE‘

KCK’ê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê xeteriyên giran hene û bi rakirina van xeteriyan, parastina şoreşê gelekî girîng e. KCK’ê got ku li hemberî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker, parastina Şoreşa Rojava pirsgirêka herî bingehîn û lezgîn e û ev tişt got: “Parastina şoreşê li hemberî êrîşên dagirkeriyê erk û berpirsyariya herî bingehîn a şoreşgerî û welatparêziyê ye. Faşîzma AKP-MHP’ê ku xwedî zîhniyeta dij-Kurd a dewleta Tirk a qirker a mêtinger e, bi refleksa êrîş û tunekirina her tiştî li ser navê Kurdayetiyê tevdigere û dixwaze Şoreşa Rojava tasfiye bike. Beriya niha beşek ji xaka Rojava û Sûriyê dagir kiriye û li gel pêkanînên dijmirovî yên li van herêmên dagirkirî, bi guhertina demografiyê sûcê qirkirinê dike. Dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê dijminê Kurdan in û di dawiyê de ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan dixwaze hebûna Kurdan ji holê rake. Dagirkirina Rojava û ji holê rakirina Sîstema Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî weke yek ji qonaxên herî girîng ên pêkanîna vê armancê tê dîtin. Ji bo vê jî teqez dixwazin Rojava dagir bikin û şoreşê tasfiye bikin.

Berê faşîzma AKP-MHP’ê ku bi sekna li pişt perdeyê û êrîşên çeteyên bi taybet DAIŞ’ê hewl da şoreşê tasfiye bike, bi ser neket, lewre dixwaze bi xwe bikeve pêşiya çeteyan û şoreşê tasfiye bike. Ji ber vê yekê DAÎŞ'a rasteqîn AKP-MHP ye û li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê di serî de hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê her kes li dijî wê bisekine û xwedî helwest be. Pîvana Kurdperwerî, welatparêzî, şoreşgerî û demokratbûnê ew e ku li dijî dagirkeriya AKP-MHP’ê bisekine û helwesteke zelal nîşan bidin. Yên ku vê helwestê negirin ji aliyê dîrok û civakê ve nayên qebûlkirin. Hêzên şoreşger ên Rojava li dijî hovîtiya dijminê mirovahiyê DAÎŞ’ê bi hezaran şehîd dan û DAIŞ rawestand. Hêzên şoreşger ên Rojava bi rawestandina DAIŞ’ê ne tenê Rojava û Sûriye, hemû cîhan ji xeteriyeke mezin rizgar kirin. Ji ber ku DAIŞ ne tenê ji bo Rojava, ji bo hemû mirovahiyê xeterî ye. Lê belê DYE, NATO û dewletên Ewropayê yên ku hewl didin di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de para xwe çêbikin, bi awayekî vekirî piştgiriyê didin polîtîkayên qirkirina Kurdan ên AKP-MHP'ê ya ku bi DAIŞ'ê re xwedî heman zîhniyetê ye û piştgiriya DAIŞ’ê dike. Piştgirîdayina dewleta Tirk a di bin navê fikarên ewlehiyê de tê diyarkirin, tam berovajîkirinek e. DYE, NATO û dewletên Ewropayê jî baş dizanin ku ne ewlekariya dewleta Tirk, belku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo Rojava, Sûriye û tevahiya herêmê gef û pirsgirêka ewlehiyê ye. Lê ji bo berjewendiyên aborî û siyasî piştgiriyê didin polîtîkayên qirkirina Kurdan ên faşîzma AKP-MHP’ê. Ji ber vê yekê ev dewlet hevkarên polîtîkayên qirkirina Kurdan ên faşîzma AKP-MHP'ê û sûcên AKP-MHP'ê kirine û wê bikin, in. Ev dewlet li ser navê welat û gelên ku nûnertiya wan dikin van sûcan dikin. Di vî warî de divê gel û derdorên demokratîk ên van welatan li dijî vê helwesta xwe nîşan bidin û li dijî piştgiriya ku li ser navê wan ji polîtîkayên qirkirina Kurdan û plana dagirkirina Rojava re tê dayîn derkevin û rê nedin vê yekê.“

‘ŞOREŞA HEVPAR A HEMÛ GELAN E‘

KCK’ê diyar kir ku çawa ku hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sekna li dijî faşîzma DAIŞ’ê, DAIŞ têk birin û mirovahiyê ji tengasiyeke mezin rizgar kirin, wê bi sekna li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MHP’ê ya xwedî heman zihniyetê ye û piştevaniya DAIŞ’ê dike bisekinin û AKP-MHP’ê jî têk bibin û wê cîhanê ji belayek ji DAIŞ’ê mezintir û metirsîdartir rizgar bikin. KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de, wiha got: “Gelê me û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li her derê li dijî êrîşên qirkirinê yên faşîzma AKP-MHP’ê ya Kurdan di nava têkoşîn û berxwedaneke bênavber de ye. Weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em bang li hemû gelên cîhanê, kesimên şoreşger û demokratîk dikin ku weke duh îro jî li rex gelên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û Şoreşa Rojava biparêzin. Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a hemû gelan, jinan, bindestan û mirovahiyê ye. Li dijî dagirkeriyê parastina Şoreşa Rojava erka her kesî ye. Di encama têkoşîna hevpar a hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û bi piştgiriya gelên cîhanê û jinan, faşîzma AKP-MHP’ê wê têk biçe, Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa hevpar a gelan û jinan wê hebûna xwe biparêze. Bi vê baweriyê em careke din Şoreşa 19’ê Tîrmehê di sala xwe ya 10’emîn de li hemû gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn bi taybet li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li jinan û gelên cîhanê pîroz dikin.“