KCK: Kurd pêşengên demokratîkbûnê ne

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kirin ku li Rojhilata Navîn dewleta Tirk dijminê demokrasî û azadiyê ne, DYE û NATO û Ewropayê jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê û PKK û Kurd jî pêşengên demokrasî û azadiyê ne.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kirin ku Kurd bi karakterê xwe yê demokratîk li Rojhilata Navîn pêşengên demokratîkbûnê ne û gotin “Li Rojhilata Navîn bihuşta demokrasiyê Rojava ye. Tirkiye ya ku endamê NATO’yê ye jî bi piştgirî û destûra DYE êrişî vir dike. Tirkiye ne bi tenê li welatê xwe li Rojhilata Navîn jî dijminatiya demokrasiyê dike. PKK jî li dijî Tirkiyeyê têdikoşe.”

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik pirsên nivîskî yên Alf Beckînsale yê ku li Tevgera Azadiyê ya Kurdan xebatên xwe didomîne, bersivand.

KCK û rêxistinên girêdayî wê gelo hedefa wan Kurdistaneke serbixwe yan jî Kurdistaneke otonom e. Di warê veqetandinê de pozîsyona Tevgera Azadiyê çi ye?

Girîng e ku mirov çi wateyê dide têgeha serxwebûnê. Di warê mirov ne di bin îradeya tu hêz û kesan de be, em tevgereke serbixwe ne. Di warê parastina serxwebûnê de em gelekî hesas in. Ji roja avabûna me heta û heta niha gelekî zelal e ku me xeta xwe ya serxwebûnê û helwesta xwe parastiye. Tu kes, tevgera siyasî yan jî sazî nikare bibêje hûn ketine bin bandora vê hêzê, hinek hêzan bandor li îradeya we kiriye. Ji ber vê helwestê Rêbertiya me bi komploya navneteweyî dîl hate girtin û 23 sal in di bin tecrîdeke giran de, di zindanê de ye. Ji ber vê jî hemû endamên NATO’yê, Tevgera Azadiyê xistin ‘lîsteya rêxistinên terorê’, hemû êrişên li hemberî me meşrû û teşwîq dikin. Heke me helwesteke serbixwe nîşan nedaya û em têketina bin bandora hêzeke din, wê helwesteke wisa nîşan nedana. Em dev ji welatên NATO’yê berdin, ji ber ku em li gorî polîtîkaya wan tevnagerin welatên din ên kapîtalîst modernîst ên wekî Rûsyayê jî li hemberî tevgera me dikevin nav helwesteke neyînî.

Tevgera me ne bin bandora tu hêzeke navneteweyî de û ne jî di bin bandora welatekî li herêmê de ye. Tevgera Azadiyê helwesta xwe ya serxwebûnê bi awayekî hesas diparêze. Dewletên ku ew û Tirkiye li hemberî hev in, têkoşîna me ji bo xwe wekî tiştekî erênî bibînin jî tu welatî nekarî me têxe bin bandora xwe û me beralî bike. Ji ber vê jî em helwesta xwe ya xweser a îradeya azad diparêzin û rastiyeke wisa ye ku her kes jê serbilind e.

Axaftina bi modernîteya kapîtalîst an jî ya bi lîteratura salên dawîn wê berê mirov bide cihên şaş, ji ber ku lîteratura siyasî ya salên dawîn ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst hatiye avakirin. Ji ber vê jî divê mirov serxwebûnê, ne di nav kategoriyên wekî netewe dewlet û dewleta serbixwe de binirxîne. Ev nêrîn wê berê me bide cihê şaş. Hêzên azadî, demokrasî û sosyalîzmê, wekî hêzên serwer, mêtinger û zalim li serxwebûnê nanihêrin. Têgeha dewleta serbixwe, li ser bingeha berjewendiya birjûwaya neteweyî hatiye îfadekirin.Yekdestiya mêtingeriya di nav neteweyê de wekî mafê desteserkirinê dibîne.  Dibe fabrîke yan jî qada mêtingeriya ku birjûwaya neteweyî mêtingeriya wê dike. Heke mirov vî tiştî wekî dewleta serbixwe û serxwebûnê binirxîne, wê ev tişt were wateya ku mirov ser rastiya yekdestiya mêtingeriya li ser neteweyê bigire.

Mirov ji vî alî lê binihêre, netewe dewlet di rastiya xwe de ne dewleteke serbixwe ye. Bi tu awayî ne welatekî serbixwe ye. Ji ber vê jî wê ne rast be ku mirov têgeha Kurdistanê û têgeha dewleta serbixwe bîne ba hev. Ev jî wê were wateya ku mirov vê zext û mêtingeriya çînên serwer ên ku dixwazin li ser neteweyê yekdestiya mêtingerî û zextê ava bike, meşrû normalîze bike. Ji ber vê jî mirov têgeha Kurdistana serbixwe wekî dewleta serbixwe fêm bike, ango Kurdistana serbixwe wekî netewe dewletê binirxîne û wisa bifikire ku heke dewleteke serbixwe pêk were wê serxwebûn pêk were, gelekî şaş e. Heke em ji vê şaşiyê venegerin, em ê nikaribin nirxandineke rast a siyasî, rizgariyeke neteweyî û feraseteke azadiyê ya rast pêk bînin.

Teqez e ku PKK Kurdistaneke azad, serbixwe û demokratîk dixwaze. Em vî tiştî wekî netewe dewlet û dewleta serbixwe nanirxînin.  Fikra ku diyar dike wê serxwebûn wisa pêk were, dereweke modernîteya kapîtalîst û çîna serwer e. Ya din hêzên modernîteya kapîtalîst jî dewleteke wisa serbixwe naparêzin. Sînorên dewleta hişk a ku duh bi kêrî berjewendiyên wan dihat, a niha li gorî berjewendiyên xwe nabînin, sînorên nerm diparêzin, feraseta netewe dewlet a hişk ji bo berjewendiya kapîtalîzma ku hatiye asta qonxa civaka berxur a global nabînin. Belavbûna serbest û ewle ya ku sînorên hişk ji wan re nabe asteng, bûye qanûna wan a sereke. Hin derdorên ku ji xwe re dibêjin em  çepgir in di vê astê de, li hemberî fikra ku netewe dewletê li gorî berjewendiya xwe nabînin, dikevin şaşiya ku netewe dewlet wekî ku li hemberî kapîtalîzmê ye. Ev tişt di esasê xwe de, karakterê kapîtalîst û mêtinger ê netewe dewletê nabînin, xeta têkoşîna li hemberî kapîtalîzma global fêm nakin, xwedî karakterekî wisa ne ku gelekî dogmatîk in, di heman demê de aliyên paşverû yên birjûwaya xwe ya neteweyî jî diparêzin.

Ev tişt derketiye holê, welat û gelên ku xwe naparêzin civaka azad û demokratîk, nikarin bibin îradeya serbixwe. Heta ku xwe nespêre civakeke azad û demokratîk, avakirina îradeya serbixwe; helwesta serbixwe ya li hemberî hêzekê û pê re jî serxwebûn ne mumkun e. Gelê kîjan welatî xwe gihandibin rastiya civaka azad û demokratîk, asta wê ya serxwebûnê jî ewqas e. Hebûna sînorê welatekî, wî welatî nake welatekî serbixwe. Rastiyeke mezin e ku nokeriya herî xerab û bêîradetî ji xwe re kirine sînor û diyar dikin ew dewleteke serbixwe ne. Di van dewletan de civakeke azad û demokratîk tune. Civaka azad û demokratîk, civaka xwedî îrade û xurt e. Hêzên siyasî yên ku xwe naspêrin civakeke wisa, wê bibin noker û hevkar.

Heke li hemberî emperyalîzmê, mêtingeriyê û nokeriyê bin û xwe bispêrin civaka azad û demokratîk wê serxwebûn hebe. Berevajî wê ne mumkun e. Di cîhana şerê sar de ya ku du alî hebîn, hinek dewletan xwe dispartin hinek hêzên din û diyar dikirin ku helwesta wan antîemperyalîst e. Dema ku hinek hêz li hemberî hev bûn, hinek dewletan sûd ji vî tiştî werdigirtin. Lê wê şaş be ku mirov van dewletan wekî dewlet û welatên serbixwe bibînin. Tevgera guhêrbar a vê xet û konjukturê, nabe ku wekî helwesta serxwebûnparêz were dîtin. Heke mirov ji van re bibêje serxwebûnparêz, wê rê li ber vê şaşiyê veke ku têgeh û feraseta serxwebûnê şaş were fêmkirin. Her feraseta ku serxwebûnê li gorî civaka azad û demokratîk nabîne şaş e. Wê rastiyan jî berevajî bike.

Dewlet alaveke çîna serwer e. Divê em tu carî vî tiştî ji bîr nekin. Ne dikarin bibin dewleta gel û ne jî dikarin bibin dewleteke sosyalîst. Rêveberiya gel û sosyalîzm jî bêyî dewlet dikari pêk werin. Ji ber vê jî Rêber Apo got “Di sîniyeke zêr de pêşkêş bikin jî ez dewletê naxwazim.”

Rêber Apo Kurdistaneke xweser a ku xwe dispêre civaka azad û demokratîk dixwaze. Li Rojhilata Navîn bêyî ku sînorên dewletan biguherîne, xwestina Kurdistana konfederal a demokratîk ku her çar parçeyên Kurdistanê têkiliyên siyasî, civakî, çandî û ekonomîk bi hev re datînin, wekî azadbûna herî rast û yekîtiya neteweyî dibîne. Dewletbûn û Kurdistana yekgirtî wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û ji ber ku wê nikaribe pirsgirêkê çareser bike, rast nabîne, ji aliyê din ve jî ji ber ku ev tişt wê neteweyê azad, demokratîk û serbixwe neke, wan jî rast nabîne. Diyar dike ku ev tişt wê gelê Kurd û Kurdistanê ji  rastiya Kurdistana demokratîk û serbixwe dûr bixîne.

Mirov bêyî ku sînorên dewletan biguherîne û jiyana xweser a demokratîk ava bike, du aliyên wê hene. Ya yekemîn xweseriya ku têkiliyên bi dewletê re datîne û ya din jî civak wekî civakeke rêxistinbûyî, demokratîk li ser bingeha konfederal xwe di warê civakî, çandî, ekonomîk û qadên din de wekî pergaleke civakî û siyasî bide der. Dema ku civaka demokratîk a rêxistinbûyî, li ser bingeha konfederal a demokratîk xwe dike pergala civakî û siyasî, di rastiyê de tê wateya azadî û serxwebûnê. Vê xweseriya demokratîk ne bi tenê xweseriyeke demokratîk a ji rêzê ye. Xweseriya ku xwe dispêre civaka rêxistinbûyî û azad e. Tişta ku hêzê dide neteweyê, xweserî ye.  Di vê xweseriyê de netewe ji hemû dewlet û pergalan zêdetir xurt e. Têkiliyên demokratîk civak û neteweyê xurt dike.  Neteweyên demokratîk ên ku xwe spartine civaka rêxistinkirî, neteweyên xurt û xwedî îrade ne. Ji ber vê jî modeleke wisa ya neteweyê ye ku di vê modelê de netewe herî zêde serbixwe ne û îradeya xwe ya serbixwebûnê danîne holê. Dewlet ne neteweyan lê çînên serwer xurt dike, demokrasî jî civka û neteweyê xurt dikin.  Li ser bingeha konfederal a demokratîk ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî, neteweyên herî xurt in ku pergala xwe ya civakî ava kirine. Ji ber vê jî di xweseriya demokratîk de ya li ser vê bingehê bi qasî di tu dewleteke serbixwe de tune, îradeyeke siyasî ya serbixwe derdixe holê.

Di vir de rewşa demokrasî+dewlet heye. Ne demokrasiya tam e. Li civak û netewe li hemberî dewletê awayê herî xurt e. Jixwe îroj têgeha serxwebûna tam jî rastiyê baş nîşan nade. Ev rewşeke guherbar e. Di cîhana me ya îro de girêdayînên du alî hene. Hin rastî û faktorên objektîf hene ku dewlet û neteweyê bi sînor dikin. Tişta girîng ev e ku ev girêdanbûn nebe têkiliya ku îradeya serbixwe dişkîne. Di têkiliya dewlet+demokrasiyê de jî sînorên du alî hene. Pergala dewlet+demokrasî her dem tê wateya aloziyekê. Di serdema me de wê herî zêde demokrasî ji vê aloziyê xurt û bi bandor derkeve.

Tişta ku ji bo me girîng e, azadiya gel û civakan e û jiyana demokratîk e. Form û pergalên ku wê herî zêde vî tiştî baş pêk bînin jî tercîha me ye. Ji bo me veqetin, dûrketin û dijberî, veqetandin û devjêberdana ji zext, serwerî û dijwariyan e. Rêya vî tiştî ne dewletbûn e. Mafê tayînkirina qedera neteweyan li ser esasê feraseta netewe dewletê hatiye îfadekirin. Prensîbû nêzikatiyeke wisa ya sosyalîstan tune. Tişta ku ji bo sosyalîstan girîng e, azadî, wekhevî, demokrasî, civak û biratiya gelan e. Biratiya gelan û yekîtiya wan a demokratîk, yekîneyên siyasî yên herî berfireh û tercîha hemû civakparêzan e.

Mirov civakan bi sînorên dewletan ji hev veqetîne li dijî rastiya civakan a dîrokî ye. Di dîrokê de civak, gel û çand bi sînorên hişk ji hev nehatine veqetandin. Di nav têkiliya sîmbîyotîk de hêz dane hev. Dema ku Yekîtiya Sowyetê xwe bi dîwarên hişk ji dinyayê veqetand, ew jî rewşeke demdemî bû. Pergala kapîtalîst ew veqetandibe jî divê wê xwe veneqetanda. Dema ku sosyalîzm reel di hin waran de şaş bû û ji xwe ne bawer bû, ketiye wê rewşê. Dema ku Yekîtiya Sowyetê xwe ji welat û axên kapîtalîst bi helwesteke tund veqetand, ev jî diyar dike ku nexweşiya netewe dewlet bi awayekî din xwe daye der.

Di dîrokê de gel û civak wekî federasyon yan jî konfederasyonan de jiyane. Împaratoriyên navendî hema bibêje tune.  Jixwe împaratorî bi naskirina îradeya siyasî, xweserî û otonomiya gel, çand, civak û erdnigariyên cihê pêk hatiye. Ji ber vê jî xweseriyên demokratîk, federasyon û konfederasyon li gorî dîrokî di warê hevtemamkirina gelan, pergalên rast in. Lê modernîteya kapîtalîst, ji ber pratîka xwe ya tunekirina netewe, netewe dewlet, nijadperestî û çandên cihê, ji ber ku formên rêveberiyê yên demokrasiya herêmî û xweseriya demokratîk a ku ji bo mirovayetiyê rast in pêk neaniye, çare ji pirsgirêkên mirovayetiyê re nedîtiye. Dema ku ev feraset û astengî derbas dibe, wê cîhan bibe cîhana ku netewe dewlet hatine derbaskirin, gel li ser bingeha azadî û demokrasiyê yekîtiyên demokrasiyê yên berfireh ava kirine.

Abdullah Ocalan di berhemên xwe de li ser derbaskirina kapîtalîzmê û metodên ber bi aboriya ku xwe dispêre kooperatîfan disekine. Piştî ku Kurdistan rizgar bû, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, wê li Kurdistanê polîtîkayên çawa yên aboriyê pêk bîne?

Derbaskirina kapîtalîzmê, ne bi tenê peywira PKK an jî hemû sosyalîstan e.  Kapîtalîzm civakîbûnê ya ku hemû nirxên çandî yê mirovayetiyê dixwaze ji holê rake. Li hemberî hebûna mirovayetiyê êrişeke berfireh heye. Kapîtalîzm heta ku civakê û nirxên civakê nexwe û danequrtîne, nikare bijî. Wekî ku di bedena mirovan de şaneyên penceşerê, şaneyên din bixwe, ew jî civakîbûnê dixwe. Ji ber vê Rêber Apo kapîtalîzm wekî têgeheke kanserojan pênase kir. Ji ber ku civakê dixwe ‘civaka kapîtalîst’ jî rast nedît. Kapîtalîzm û civak nayên ba hev. Feraseta derbaskirina kapîtalîzmê bi tenê wekî pirsgirêkeke ekonomîk nayê dîtin. Pirsgirêkeke civakî ya bingehîn e. Hemû pirsgirêkên civakî giran dike.  Teşeya mêtingeriyê ya ku civakê dixwe û modernîteya wê jixwe wê encameke din nikaribe biafirîne.

Rêber Apo bi berfirehî kapîtalîzm ji hev veçirandiye. Bêguman Marks û Engels di warê veçirandina kapîtalîzmê de hewldaneke mezin dane û encamên girîng derxistine holê. Rêber Apo qîmetê dide van pêşengên sosyalîst û tiştên ku wan kêm hiştiye temam kiriye. Ji ber vê jî tevkariyeke mezin li veçirandinên kapîtalîzmê kiriye. Dema ku kapîtalîzm bi veçirandinên Rêber Apo bi berfirehî neyê nirxandin wê nêrîneke berfireh jî ava neke. Ev jî di warê têkoşîna li hemberî kapîtalîzmê û derbaskirina kapîtalîzmê de kêmasiyên gelekî mezin derdixe holê. Bi taybetî divê têgeha ‘Modernîteya kapîtalîst’ baş were nirxandin. Yan na modernîteya demokratîk wê baş neyê fêmkirin.

Beriya ku em qala feraseta ekonomiya alternatîf a Rêber Apo bikin, divê em van tiştan diyar bikin. Parastina li hemberî kapîtalîzmê ya li her qadê ji bo me wekî peywira mirovayetiyê ye.  Êrişa pêşîn a li hemberî civakê ji ser jinan dest pê kiriye,  ji ser vî tiştî re jî pergalên mêtingerî, zext ,desthilatdarî û dewletê derketine holê. Pirsgirêkên civakî yên ku bi mêtingerî û çînê ya ji ser serweriya jinan hatiye destpêkirin, a niha di kapîtalîzmê de gihiştiye asta lûtkeyê.  Heke em dixwazin bibin civaka mirovan divê em li dijî kapîtalîzmê bin. Kapîtalîzm digihêje asteke wisa ku êdî kapîtalîzm jî nikare wê biparêze.  Ji ber vê jî saziyên fikrê yên di bin xizmeta kapîtalîzmê de û entellektuelên di bin xizmeta wê de li ser vî tiştî disekinin ku ew ê çawa karibin kapîtalîzmê bînin asta ku mirovayetî dikare wê qebûl bike. Rêber Apo kapîtalîzm bi argumanên xurt bi berfirehî veçirandiye û diyar kiriye ku kapîtalîzm li ser milê mirovayetiyê bûye bar û teqez divê were derbaskirin.

Bêguman kapîtalîzm îro hema ji holê ranabe. Lê girîng e ku mirov îro dest bi kar bike. Berê divê mirov serweriya îdeolojîk a kapîtalîzmê bişkîne. Bi vî tiştî re jî divê modela ekonomiya alternatîf, xebatên ekonomîk ên ku wê civakîbûnê hilneweşîne, berevajî wê xurt bike, têxe meriyetê.

Niha feraseteke wisa dane civak û şexsan. Hinek kes wê bibin axa û beg, hinek kes jî wê bibin patron, fabrîkator, karsaz, hinek kes jî wê bibin gundî û karker. Wê mirov meaş û heqdestê xwe bistînin û jiyana xwe bidomînin. Serweriya îdeolojîk a herî xerab a dîrokê ev e. Ev tê wateya qebûlkirina koletiyê. Ev tê wateya ku koletiya serdema pêşîn dibe koletiyeke şandilxwazî. Lê berevajî wê ekonomî çalakiya sereke ya civakê ye. Jixwe dema mirov bûye mirov, dema ku bûye civak pêdiviyên xwe yên wekî xwetêrkirin û xwestarkirinê wekî civakê bi cih aniye. Bicihanîna şexsî ya van pêdiviyan nayê bîra mirov.  Di xwezayê de tiştên ku mirov dîtiye û xwariye ne tê de, hemû tişt bi xebata civakê pêk hatiye. Ji ber vê jî dema xebata herî civakî ya mirovan hinek kes an jî karker bikin, ev jirêderketina civakî ya herî bingehîn e. Rewşeke anormal e. Normalîzekirina vê rewşê nîşan dide ku li hemberî me jirêderketineke çawa heye. Heta ku em vê rewşê neguherînin, em nikarin bibin mirovên rastîn. Divê me nebin kole û karkerên tu kesî û bibin kedkarê karê xwe yan jî yên civakê û em pêdiviyên xwe bi cih bînin. Geşbûna teknîka zanistî û zêdebûna pisporiyê bi tenê wekî karbeşiyeke civakî li ser wê tê sekinandin. Karbeşiya di civakê nabe ku mêtinger be. Tişta girîng ev e ku her kes karibe jiyana xwe bidomîne û bi awayekî bi coş tevlî jiyanê bibe.

Modernîteya kapîtalîst serweriya îdeolojîk kûrtir kiriye. Wekî ku kesayetîperestî taybetiya herî bingehîn a mirovan e, wekî ku civak nebe mirov dikare bibe kes, nêrîneke wisa şaş ava kiriye. Kesayetîperestî dema ku hinek kes bûne patron û hinek kesên din jî bûne karker, bi feraseteke ekonomîk bûye çandek. Ji ber vê jî mirov werin ba hev, ekonomiya civakê û ekonomiya komunal ava bikin û bi edalet par ve bikin nayê bîra wan. Îro ne hêsan e ku mirov li hev kom bibin û hilberîneke hevpar bikin. Ji ber ku tişta tê bîra wan li cihekî karker an jî karmend bin û meaş bistînin. A rast ev tê wateya qebûlkirina koletiyê û ji şertên koletiyê derbasî jiyaneke rast bibe. Îro di nav modernîteya kapîtalîst de berxurî çiqasî zêde be, ew jî ewqasî kar dike. Ji ber vê jî bi çîna navîn re, standardeke ku wê karker jî karibin di nav vê de bin, ava dikin. Jixwe karker bi kirîna tiştan re, dîsa pereyan dixe bêrîka patronan.

PKK dixwaze civakeke azad û demokratîk ava bike ya ku mêtingerî li ser wê nayê kirin.  Heke rêveberiya gel demokrasî be wê demê divê pergala ekonomîk a gel jî were avakirin. Demokrasiya di ekonomiyê de tê wateya ku patron û axa tune ne. Îro demokrasiyê li welatên kapîtalîst serweriya gel tune. Ji ber ku serweriya çîna serwer heye, ekonomiya wê ne ya gel e, dibe ekonomiya çînên serwer. Heke armanca me demokrasiya ku gel hêza rêveberiyê ye, wê demê divê em ekonomiya gel ava bikin. Divê armanca me ev be ku hinek kes ne patron axa bin û hinek kes jî ne karker. Jixwe di kapîtalîzmê de her ku diçe yekdestî serwer dibe, ev jî dibe sedem ku ekonomî dibe tiştekî dercivakî.  Di jiyana civakî de çawa ku demokrasî pergalên otorîter û tekparêz derbas dike, di ekonomiyê de jî wê demokrasî yekdest û polîtîkaya çîna serwer derbas bike.

Rêber Apo diyar dike divê beriya her tiştî ax, av û enerjî ya ku stûnên bingehîn ên ekonomiyê ne, were komunalîzekirin. Ev sê hêmanên ekonomîk nabe ku yê kesan be. Nêzikatiyeke wisa ya komunal, divê wekî gava pêşîn a ji bo pergala ekonomîk a gelan be.Demokratîkbûna ekonomiyê heke pergaleke civakî û siyasî ya demokratîk hebe, dikare pêk were. Ji ber vê jî pergala civakî û siyasî ya konfederal a ku xwe dispêre civaka demokratîk, ji bo ekonomiya komunal hewce ye. Wê gel baweriya xwe bi ekonomiya komunal bîne, ew ê bi xwe vê ekonomiyê ava bike. Ji ber vê jî girîng e ku divê serweriya îdeolojîk a modernîteya kapîtalîst were şikandin. Yan na vê modela ekonomîk pêk neyê.

Dibe ku yekîneyên ekonomîk ên komunal ên cihê hebin. Komunên cihê hebin ku civak bikaribin di nav wê de li hev kom bibin. Dibe ku ev biçûk be yan jî komunên hilberînê yên mezin be. Dibe ku di warê çandinî, endustrî û bazirganiyê de komunên ji bo pêdiviya civakê be. Kooperatîf jî teşeyekî din ê ekonomiya civakan e. Dibe ku kooperatîfên hilberîn, belavkirin, veguhestinê filan jî hebin. Bêguman ev tişt di pergala demokratîk de divê piştî şêwra bi gel pêk were. Bi ferzkirinê nabe, bi teşwîqa pergala civakî ya demokratîk ji bo afirandina yekîneyên ekonomîk ên bi vî rengî dikare pêk were. Gel bi pergala xwe ya ekonomîk dema ku aliyê wê yên erênî dît wê qada ekonomiya komunal roj bi roj berfireh bibe. Di dîrokê de hilberînên ji bo şexs û malbatan pêk hatiye. Hinek dezgehên biçûk ên ne yekdest jî hebûne. Heta ku ev dezgeh nebin esasê pergala ekonomîk wê li ser esasê ku tevkariyê ekonomiya demokratîk a komunal bike û wê ekonomiya komunal temam bike. Ya girîng ev e ku divê ekonomiya komunal serwer bibe, qada ekonomîk a ku xwe dispêre şexs û dezgehên biçûk nebin qadên sereke yên serwer. Di vê çarçoveyê de mulkiyeta taybet jî wê tevî mulkiyeta civakî hebe.

Wê nêzikatiyên desteserkirina ekonomiyê ya pergala civakî û siyasî pêk neyê. Lê çawa ku modernîteya kapîtalîst dest diavêje her derê, hilberînên biçûk dik eyel û wan bêker dike û pê re jî qada xwe berfireh dike, ekonomiya komunal jî wê bi beşdariya gel ekonomiya komunal geş bike. Bêguman di ekonomiya komunal de adanî ne bi tenê wekî nirxeke ekonomîk, lê wê xwe bispêre gelek aliyên wekî heqê civakî, edalet, fonksiyon, psîkolojîk û moral. Wê teqez li aliyê wê yê ekolojiyê jî hebe. Yan na heke daneyên ekonomîk derxe pêş, li ser nirxên moral û ekolojiyê nesekine wê têkeve rewşa sosyalîzma reel. Binesaziya di sosyalîzma ree de wekî ekonomî were nirxandin û îdeolojî jî sersaziya wê be jixwe yek ji şaiya pêşengên sosyalîs t e. Ji ber vê jî wê modela ekonomîk ne wekî ya sosyalîzma reel be. Wê modeleke demokratîk a ku xwe dispêre demokrasî, azadî, nirxên moral û çandî ji xwe re bike esas. Bi kurtasî di van şertan de ku kapîtalîzm li ser mirovayetiyê bûye bar, hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo ku temenê xwe dirêj bikin ketine nav lêgerîna modela ekonomiyê ya ku kapîtalîzmê derbas nake, bêguman gel, hêzên azadiyê û hêzên sosyalîst û demokratîk wê geşkirina pergala ekonomîk a civakî ya ku kapîtalîzmê derbas dike jî wekî aliyê herî girîng ê van xebatan bibîne.

Li Rojava hinek destkeftiyên sosyal û ekonomîk û serkeftin hene. Hûn dikarin bi kurtasî qala van tiştan bikin?

Ji ber ku em yekser ne di nav de ne em ê nikaribin bi giştî qala geşedanên sosyo-ekonomîk bikin. Tiştên ku me bihîstine jî dibe ku qels bin. Em ê bi tenê karibin qala tiştên gihiştine me û tiştên ku em bawer in çêbûne bikin.

Jiyana bi qasî 8 salan a bê serweriya dewletê bûye zemîna geşedanan. Dewlet li pêşiya her cure geşedanên siyasî û civakî asteng in. Ekonomî jî ji bo dewletê qadeke talanê ye. Dewlet saziyeke mezin e, têrkirina wê civakê ziwa dike. Di bin hebûna dewletê de civak bêîrade dibe. Ji ber vê jî jiyana bêdewlet civak û kesan dike xwedî îrade. Jixwe bêdewletbûn di heman demê de tê wateya demokrasiyê. Ji ber vê di 8 salan de li Rojava di gelek waran de tecrubeya demokrasiyê pêk hatiye. Tevî civaka rêxistinbûyî biryarên xwe dide. Jin û ciwan rêxistinkirî ne. Bi hêza xwe ye rêxistinkirî aktorên herî girîng ên jiyana civakî û siyasî ne. Heta ku ev hêz neyên dîtin, li Rojava jiyana civakî û siyasî nikare teşe bigire. Ev her du hêza bingehîn a civakî rûyê Rojava bi giştî guherandiye.

Dijminan dora Rojava girtine. Dewleta Sûriyeyê pergala demokratîk a vir qebûl nake. Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye.  Di vî warî de her dem gefa dagirkirin û belavkirina şoreşê hjeye. Dema ku wisa be xweparastin derdikeve pêş, ev xebat jî xwe dispêrin xweparastinê. Şoreşê ji ber ku li ser hinek aliyan nesekinî û xwe li gorî wê rêxistin nekir, hêzên dagirker sûd ji vî tiştî stendin. Ji ber vê jî mirov şertên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê normal bibîne û wê binirxîne, wê berê mirov bide hinek şaşiyan.

Li Rojava qada ekonomîk a ji bo dewletê nemaye. Şoreşek pêk hatiye lê ji ber ku li ser wê êrişên giran hene, pergala ekonomîk a komunal hê zû geş nebûye û yekîneyên hilberîn û berxuriyê yên xwe dispêrin kooperatîfan, ji aliyê din ve jî çandinî û xwedîkirina heywanan, dîsa li bajar û navçeyan bazirganî heye. Ji vî aliyî ve, di qada ekonomîk de pergala ekonomîk a aîdî dewletê tune. Yekîneyên ekonomîk  û koopeatîf ên komunal ku bi şoreşê re geş bûye, çandinî û xwedîkirina heywanan a bi malbatî û dezgehên biçûk aliyên sereke yên ekonomiyê ne. Rojava berê jî navenda çandinî û xwedîkirina heywananan a Sûriyeyê bû. Niha jî di heman rewşê de ye. Potansiyela ku ekonomiya komunal li vê qadê geş bibe, zêde ye. Ji ber ku di asteke bilind de çandeke civakî heye, bi geşkirina ekonomiya komunal, pergala ekonomîk a demokratîk ku xwe dispêre civaka demokratîk, her ku diçe geş dibe.

PKK li gelek herêmên Kurdistanê heye. PKK li herêmên navborî çi bi dest gel ve aniye?

PKK li çar parçeyên Kurdistanê gelek geşedanên mezin bi xwe re aniye û destkeftiyên xwe yên mezin hene. Beriya PKK'ê li Kurdistanê hemû têkoşîn mohra çînên serwer ên Kurd li ser wan hebûn û bi esasî bi wesfên leşkerî û siyasî bûn. Ji ber ku ji hêla leşkerî û siyasî ve ne karîger bûn li nav civakê guherînên ku kirine an pir kêm in an jî nînin. PKK ji roja ku bi pêşengiya Rêber Apo derketî holê ji her alî ve geşedanên şoreşger aniye. Ji rengê fikirînê bigirin heta bi her qada jiyanê guherînên mezin daye ber xwe. Bi hemû paşverûtiya re têkilî qut kiriye. Rêber Apo hê ji roja pêşî ve daye ber xwe ku hevalên xwe û civakê biguherîne. Ji ber vê, bi rengekî rexneyî nêzîktêdayin li paşverûtiyan, li şaşiyan kiririye û bi vê çarçoweyê nêzîkatî li diyardeyên civakî û siyasî kiriye. Destnîşan kiriye heta ku mirov heq ji paşverûtiyan dernekeve mirov nikare têkoşîna azadiyê û demokrasiyê bide. Ji ber vê, her gava têkoşîna PKK'ê şoreşan netewî, civakî, siyasî, çandî û sosyo-psîkolojîk daye ber xwe. Şoreşên netewî, civakî, demokratîk, çandî û siyasî di zik hev de çêbûne. Beriya her tiştî li Kurdistanê cara pêşî tevgera hejaran, ango gel çêbûye. Piraniya kesên dema damezirandina Apoyî de cih girtin, zarokên gel ê hejar bûn. Ev jixwe bi serê xwe ji bo tevahiya Kurdistnaê şoreş û geşedaneke mezin e. Êdî li Kurdistanê geşedanên netewî, civakî, siyasî, çandî rasterast bi hêza rêxistinî bi destê gel hatine diyarkirin.

Li Bakurê Kurdistanê ti gund, bajar û bajarok neman ku nerabûne ser piyan. Rêxistiniyên kevneşopî cihê xwe ji hêza gel a rêxistinî re hiştine. Bi maneya rastî şoreşa demokratîk, sosyal û çandî çêbûne. Bi vê bingehê rastiyeke Kurd a netewî ya bi xisletê demokratîk derketiye holê. Kurdên li ber zikrata rabûne ser piyan, dest avêtine têkoşîna azadî û demokrasiyê. Bi deh hezaran jin û xort tevlî nav refên gerîla bûne. Di dîroka cîhanê de cara pêşî ye ku bi vê astê artêşa jinan derketiye holê. Gelê Kurd weke vîneke siyasî ya demokratîk  gihaye asta ku têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyê û azadbûna Kurdistanê bike.

Li Kurdistanê Sinî, Elewî, Êzîdî, bi Kurdan re têkoşîna azadiya Kurd dane. Li Kurdistanê Ereb, Tirkmen, Azerî, Terekeme, Ermen, Suryan-Asûriyan Jî têkoşîna azadiyê weke tekoşîna xwe ya azadiyê dîtine, tevlê bûne. Rastiya Neteweya Demokratîk li Kurdistanê bi rengekî balkêş derketiye holê.

Çand û hunera Kurd pêngaveke mezin avêtiye, nirxên çandî yên Kurd zindî bûne, ev nirxên nû bi nirxên û têkilî hev bûne û di avakirina rastiya civakî ya Kurd de bi rola xwe rabûne.

Jin bi rengekî balkêş rabûen ser piyan, şoreşa sosyal a bi navenda jinê, karakterê azadî û demokrasiyê hem kûr kiriye û hem jî berfireh kiriye. Li ser hîmê şoreşa azadiya jinê şoreşeke Kurdistanê ku bandorê şoreşan dike derketiye holê. Bi şoreşên li ser azadiya jinê gelê Kurd bûye civakeke xurt.

Kurdistan geşedan û xurtbûna xwe ya herî mezin a dîrokî jiyaye. Ne pêkan e ku mirov şoreşeke wiha ya Kurd bi bakurê Kurdistanê re sînordar bike. Vê şoreşê di demeke kurt de bandora xwe li ser çar parçeyên Kurdistanê kiriye, guherînên netewî, civakî û çandî kirine, bandor li ser qada siyasî ya Kurd kiriye. Şoreşa Fransî, di rewşeke wiha de ku amûrên ragihandinê nebûn, çawa ku bandorê li civaka Rûs dikir ku şerê wê dikir û weke dijmin didît, di serdemeke wiha de ku teknîka ragihandinê geş e, şoreşa Kurd zêdetir bandorê li parçeyên din ên Kurdistanê bike, dike û wê bike jî.

Jixwe bi hezaran ciwanên ji Rojava, Başûr û Rojhilat tevlî nav refên PKK'ê bûne. Diyar e ku van bandor li ser malbat û derdora xwe kiriye. Piraniya yên ku tevlê bûne şehîd bûne. Li aliyê dî qedroyên PKK'ê, gerîlayan bi hezaran, deh hezaran, sed hezaran mirovên Başûrê Kurdistanê re têkilî danîne, bandor li ser wan kirine, raman û jiyana wan guherandine. Heke şoreşa me ne pir hêlî bûye, niha li Başûrê Kurdistanê jiyana civakî û siyasî wê pir li paş bûya Wê hîsên welatparêziyê ne ev çend geş bûna. PKK ji hêla netewî, civakî, çandî û ramanî ve Başûr pir guherandiye.

Li Rojava guherîn û afirandin rasterast bûne. Rêber Apo 20 salan di nav gelê Rojava, ciwan û jinên Rojava de maye, ew perwerde kirine. Bi hezaran jinên ciwan û xort tevlî nav refên gerîla bûne, şehîd bûne. Şoreşa Rojava bi bandora ramanên Rêber Apo çêbûye. Gelê Rojava bi giştî dilsozî Rêber Apo ye. in pêşengiya vê dilsoziyê dikin. Aşkere ye ku Şoreşa Rojava bi paradîgmaya Rêber Apo geş bûye, ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû Rojhilata Navîn şoreşeke girîng e.

Heke îro li rojhilatê Kurdsitanê daxwaza azadî û demokrasiyê bi vê asta bilind be bandora fikrên Rêber Apo ya li ser vê pir zêde ye. Li gel zextên dewletê jî, heke gel di her fersendê de meyla xwe ya azadiyê nîşan dide, ev bandora PKK'ê ya ku li çar parçeyên Kurdistanê çêkiriye.

Tê dîtin, Kurdên li dora Rêber Apo li Ewropa û cîhnaê bi rêxistiniya xwe bi renê civake netewî giraniya xwe didin hîskirin. Geşedan û destkeftiyeke mezin e, civakeke ku li ser qirkirin heye û vîna wê ya siyasî hatî şikandin dûrî welatê xwe rêxistinî bibin û hebûna xwe ya netewî bi rengekî aktîf nîşan bidin . Ev asta rêxistiniyê ya Kurdên li derveyî welêt, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê destekeke girîng a morval û maneewî y. Xurtbûna rêxistiniya li Ewropayê, dibe pencereya Ewropa û cîhanê ya li Kurdistanê.  Ev rêxistiniya li çar parçeyên Kurdistanê û bandora ku xwe dispêrê vê ji bo çar parçeyên Kurdistanê destkefineke mezin e.

Li gel ku têkoşîna PKK'ê li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên mezin bi xwe re anîne jî, piştî ku federasyona Başûrê Kurdistanê çêbûyî, rayedarên PDK'ê û derdora wan, propaganda dikin û dibêjin, ka PKK çi bi dest ve aniye. Bi vî rengî nîşan didin ku pir berteng û sereser ji hêla sosyolojîk, siyasî, çandî û netewî ve li cîhanê û Kurdistanê dinerein. Li ti parçeyê Kurdistanê ku li çar parçeyan hatiye dabeşkirin û dewletên serdest pozisyona xwe bi kar tînin û desteka hêzên derve distînin û wiha li Kurdistanê têkoşîna qikirinê dikin, ne hêsan e mirov xwedî destkeftî be. Ne tenê dewletek ,heta ku mirov heq ji çar dewletan û piştevanê wan dernekeve, destkeftin çênabin. Ev jî têkilî wê ye ku Kurd ji hêla civakî, siyasî û leşkerî ve bibin hêza. Ji ber vê, dema ku hêzên siyaî yên başûrî dibêjin me ev bi dest xist, PKK çi bi dest xist, nîşan dide ku çendî nêzîkatiyeke ber teng e.

PKK, di rewşeke wiha de ku li Başûr têkçûn hebû derkete holê. Ne tenê PDK  û Başûr, siyaseta Kurd derbeke giran xwarbû. Pir girîng e ku PKK di rewşeke wiha ya siyasî de derkete holê. Her wiha li beşê Kurdistanê yê herî mezin û nifûsa xwe herî zêde têkoşîn geş kiriye.  Li aliyê dî, dewleta Tirk di dijminatiya Kurdan de pêşengiyê dike. Berxwedaneke biçûk a Kurdan jî ji bo xwe weke taloke dibîne. Rastiyeke ku di ber wê de ku PDK ya têkilî DYE û NATO'yê, ji bo ku li nehêle ku li Bakurê Kurdsitanê tevgera Kurd geş nebe, TC'ê toleransê li PDK'ê dike. Tirkiye, dema şerê ser ji bo DYE  û NATO'yê, welatê herî girîng bû. Polîtîkaya sereke ya netewî ya Tirkiyê dijminatiya li Kurdan û qirkirina Kurdan bû. PKK bi têkoşîna dijî dewleteke wiha barê hemû parçeyên Kurdistanê û hêzên siyasî sivik kiriye.

Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, 2'yê Cotmeha 1992'an bi êrîşa PKD'ê û YNK'ê ya li ser PKK'ê vebûye. TC, ji bo ku li dijî PKK'ê şer kiriye, rewşa Başûr qebûl kiriye. Ji bo ku PKK'ê tasfiye bikin, bi partiyên siyasî yên başûrî re ketiye nav têkiliyekê. 2003'an, dema  ku Saddam hilweşiya, di rewşeke wiha ya siyasî de ku PKK'ê li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşiya federasyona Başûrê Kurdistanê derketiye holê. Dewleta Tirk piştre ji bo ku federasyona Başûrê Kurdistanê nas kiriye, ev weke şaşiyeke dîrokî qebûl kiriye. Federasyona Başûrê Kurdistanê ku weke şaşîtiyekê dibînin, sala 2007'an piştî ku DYE û PDK bi rengekî aşkere li dijî PKK'ê bûne xwedî helwest, qebûl kiriye. Dema ku Serokê DYE'yê George Bush gotî, 'PKK dijminê me ye jî', dewleta Tirk bi fermî Başûrê Kurdistanê nas kiriye. PDK jî di ber vê de, ji bo tasfiyekirina PKK'ê, her cure destek daye TC'ê, bi rengekî aşkere, li bakruê Kurdistanê bûye parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê. Heke PDK'ê destek nedabûnayê, niha dewleta Tirk wê mecbûr bimaya ku li Bakurê Kurdistanê hebûna Kuradn û xweseriya demokratîk qebûl bike. Lê ji ber têkiliyên PDK'ê, bi gotina ku ew ne li dijî  Kurdan, li dijî PKK'ê terorîzmê şer dike, polîtîkaya qirkirnê li Bakur didomîne.

Di destkeftiyên Başûr de bandora diyarker a PKK'ê heye. Bêguman gelê Başûr û hêzên siyasî jî têkoşiyane. Lê ku PKK derneketiba ser qada dîrokê û têkoşîneke mezin nedabûya, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bandoreke girîng a siyasî neanîbûya, destkeftiyên Başûr wê nebûna. Ji ber vê, heke mirov bibêje têkoşîna PKK'ê ji bo çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên mezin anîne, ev ê vegotina rastiyekê be.

Weke ku tê zanîn li Kurdistanê mîna Asûran gelek hindikahî hene. Têkiliya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi hindikahiyan re çi ye, bi wan re çawa dixebite?

PKK ji ber ku gelekî ji neteweperestî û dijminatiya li civatên olî û etnîkî kişandiye, hem jî ji ber fikrê xwe yê sosyalîst ji destpêkê ve bi sempatî, dostanî û biratî nêzî gelan bûye. Tevgera yekane ye ku li Kurdistanê Sûnî, Elewî û Êzidiyan di bin sîwanekê de kom dike. Di nava koma destpêkê ya PKK'ê de ji 6 kesan çar kes Kurdên Elewî bûn. Di nava kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên destpêkê de gelek kadroyên girîng ên Tirkiyeyî weke Hakî Karer û Kemal Pîr hebûn. Gelek hevrêyên me yên Tirk li nava PKK'ê şehîd bûn.

Her tim bi sempatî, dostanî û biratiyê nêzî Asûr û Ermenan bû. Di nava PKK'ê de netewperestî qet nebûye. Suryaniyên ku li Kuridstanê heta astekê hebûna wan hîn heye, ji bo karibin xwe birêxistin bikin, li her deverê rêveberiya xwe ya xweser hebe, bi her awayî piştgirî pêşkêş kiriye. Ji bo avabûna rêxistin û partiyên Asûrî bi her awayî piştgirî da. Dema ku ev piştgirî da jî yekane armanca xwe ew bû ku ev civat û gel dewlemendiya vê xakê ye. Tevgera me Kurdistanê weke welatê hevpar ê Asûrî û Ermenan dibîne. Bi rêzdarî nêzîk dibe ku ew cihê ku lê dijîn bi çi rengî pênase dikin. PKK ji destpêkê ve bi vê nêzîkatiyê tevdigere. Bi feraseta Neteweya Demokratîk a Rêber Apo re ev feraset li ser bingeha dîrokî, civakî, îdeolojîk û teorîk hatiye rûniştandin. Li ser bingeha vê ferasetê, Asûrî, Ermen hîmên eslî û wekhev ên vê xakê ne. Bi her awayî mafê xwe yê jiyaneke azad û xweser heye. Her wiha eger gotin rast be û şaş neyê fêhmkirin, em destnîşan dikin ku divê em bi cihêkariyeke pozîtîf nêzî wan bibin. Ji ber ku li Kurdistanê neheqî li wan jî hatiye kirin. Kurd weke îradeyeke siyasî nebe jî bi zext û hewldana çînên serwer heta astekê neheqî li Asûrî û Ermenan kirin. Bêyî ku bikeve nava kompleksekê, bêyî ku bikeve nava fikarekê em dikarin bi jiyaneke azad û wekhev li welatekî hevpar dikarin vê neheqiya dîrokî di asteke girîng de ji holê rakin.

Li hemberî Asûriyan ti nêzîkatiyeke me ya neyînî nîne. Ew li vê xakê xwedî her mafî ne. Ji aliyê me ve nêzîkatiyeke neyînî ti carî li wan nabe. Dibe ku ew dem bi dem ji ber têkiliya bi hin dewletan re li hemberî me dikevin nava nêzîkatiyên neyînî. Em nerazîbûnê nîşanî vê nadin, em bi feraset û têgihiştî qebûl dikin. Çi dibe bila bibe nêzîkatiya me ya li hemberî wan nayê guhertin, ji ber ku ev nasnameya me ye, karaktera me ye. Dema ku me bihîstin li Rojava car carna hin şaşitî hatin kirin, bi bikaranîna bandora xwe em hewl didin ku van şaşitiyan sererast bikin. Ji her mijarê bêhtir di vê mijarê de em hesas in. Em nikarin neheqiya li bawerî û gelên cuda tehemûl bikin. Dema ku em vê hesasiyetê nîşan nedin, hingî em ê nasnameya xwe, karaktera xwe înkar bikin. Ev yek jî wê bibe bêhurmetiyeke mezin li hemberî Rêber Apo. Rêber Apo neheqiya li gel û baweriyên cuda, neheqiya li jinan ti carî qebûl nake, yên ku vê neheqiyê bike jî ti carî efû nake.

Bi partî û hevalên Asûrî re em dem bi dem hevdîtinan dikin. Li gorî derfetên xwe em bersivê didin daxwazên wan. Derfetên me di heman demê de derfetên wan e. Di vê mijarê de cihêkarî nayê kirin. Têkiliyên me jî di çarçoveya wekhevî, edalet û mafdariyê de ye. Ev asta têkiliyê ya xwe dispêre hurmetê û têkiliya ku Rêber Apo beriya dehan salan ava kir, em karê xwe li gorî vê rêbazê dewam dikin. Em li her cûre rexneyên ji aliyê wan ve bê kirin vekirîne.

Sekna Tevgera Azadiyê ya Kurd a ji bo meseleya Fîlîstînê, têkoşînên rizgariyê; têkoşînên reşikan û xwecihiyên Emerîkî çi ye?

Weke tevgereke azadiyê ya neteweyî ji destpêkê ve em bi sempatî û baldarî nêzî têkoşînên rizgariya neteweyî bûn. Ji xwe me pirtûkên tevgerên rizgariya neteweyî xwendin û têkoşînên wan şopandin. Bi taybetî têkoşîna rizgariya neteweyî ya Vietnamê ya destpêka salên 1970'î gelekî bandor li me kir. Ho Şî Mîhn û Gîap ji bo me pêşengên rizgariya neteweyî bûn. Ji xwe gotina 'Ti tişt ji azadî û rizgariyê hêjatir nîne' ya Ho Şî Mîhn ji bo me bû rêya bingehîn. Pirtûka Dîroka Partiya Karker a Vietnamê ew pirtûk bû ku ji aliyê hemû kadro û sempatîzanên me ve hate xwendin.

Têkoşîna Fîlîstînê jî ji nêz ve bandor li me kiriye. Rêber Apo û tevgera me beriya darbeya 12'ê Îlonê çûn Fîlîstînê, piştgirî ji Fîlîstîniyan wergirtin; gerîlayên me yên destpêkê li kampên Fîlîstînê perwerde dîtin. Piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê dema ku partiya me xwe vekişand qada Rojhilata Navîn piştgiriyeke girîng ji Fîlîstîniyan dît. Piştgiriya hêzên siyasî û gelê Fîlîstînê ya ji bo tevgera me nayê înkarkirin ku piştî faşîzma 12'ê Îlonê xwe komî ser hev kir û ji bo têkoşîna gerîla amade kir. Ew her tim dostê têkoşîna me ne; em jî bi têkoşîna wan a azadiyê re ne.

Heta sala 1982'an dema Îsraîlê Fîlîstîn dagir kir, li kampan em bi wan re bûn. 11 hevrêyên me yên gelekî hêja di şerê dijî Îsraîlê de şehîd bûn, nêzî 20 jî birîndar bûn. Ev şehadet pireke xurt a navbera me û têkoşîna gelê Fîlîstînê ye. Em di wê baweriyê de ne ku Fîlîstînî li xaka xwe û li dora rêveberiya xwe dikarin bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Bi têkoşîna xwe ya mezin ev yek heq kirine.

Rêber Apo, PKK ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya bindestan weke têkoşîna azadiyê dît û PKK'ê jî di pratîka xwe de azadiya civakên bawerî û etnîkî yên bindest ên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir esas. Ev yek şertê îdeolojiya me ye. Ji xwe di çarçoveya vê îdeolojiya me de ji hemû gelan beşdarî li nava PKK'ê çêbû. Ji xwe feraseta Neteweya Demokratîk a Rêber Apo feraseta neteweyeke ji hemû civatên bawerî û etnîkî ye ku xwe naspêre etnîsîteyekê. Em li ser vê bingehê piştgiriyê didin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya bindestan a li tevahiya cîhanê.

Piştgiriya ji bo têkoşîna reşikan û xwecihiyên Emerîkayê wezîfeya her sosyalîst û demokratane. Divê mafên xwecihiyên Emerîkî li her derê bêne parastin û mafên wan bêne radestkirin. Weke xwediyê rastî yê wê xakê divê bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Derfetên pêwîst ên jiyanê divê ji wan re bêne dayin. Lewma divê xwecihî bibin xwedî xaka ku karibin jiyana xwe lê dewam bikin. Her wiha li herêmên ku piraniya şêniyên wê xwecihî ne divê xwedî jiyaneke xweser û azad bin.

Bêguman mirovên reş ên li Emerîkayê xwedî mafê welatîbûna wekhev e ku ev gelekî girîng e. Divê cihêkariya li qada siyasî, civakî û çandî teqez ji holê bê rakirin. Ev yek deyn û wezîfeya Emerîkiyan û tevahiya mirovahiyê ye li pêşberî reşikan. Bi naskirina mafên bingehîn û avakirina jiyaneke azad û wekhev ev deyn dikare bê dayin. Jİ xwe heta ku ev nebe ne Emerîkî ne jî mirovahî nikarin bi rengekî rasteqîn demokratîk, adîl, wijdan, wekhev û azad be.

Yek ji mijarên girîng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd jî azadî û rizgariya jinê ye. Abdullah Ocalan bi rengekî mafdar got, jin azad nebe civak azad nabe. Gelo destketî û serketinên Tevgera Azadiyê ya Kurd li vê qadê çi ye û di mijara azadiya jinê de vîzyona xwe ya paşerojê çi ye?

Rêber Apo dibêje jin azad nabe civak azad nabe. Lê belê nêrîna Rêber Apo ya li jinê ji vê jî wêdetir e. Heta ku civak di ruh û xeta azadiyê ya jinê de nebe xwedî jiyaneke civakî, çandî û siyasî jin bi rengekî rasteqîn nikare azad bibe. Jin di nava rastiyeke civakî de kirin kole, zayenda bindest. Ji ber vê yekê divê civak bi temamî li ser xeta azadiya jinê bê avakirin. Wê demê civak jî jin jî wê azad bibe. Azadiya jinê dayika azadiyan hemûyan e. Ji ber ku mohra xwe li tevahiya jiyanê, yanî li azadiyan hemûyan dixe, hingî wê jin jî civak jî bi temamî azad bibe. Rêber Apo ji bo girîngiya azadiya jinê bê fêhmkirin got, 'Azadiya jinê berî azadiya neteweyî û çînî ye'. Ji ber ku bindestîkirin, kolekirin û mêtingerî li dijî jinê dest pê kir. Lewma koka koletî û mêtingeriyê tenê bi azadiya jinê dikare ji holê bê rakirin. Bi vî rengî koletî wê ji binî ve ji holê hatibe rakirin û li her qadê wê azadî misoger bibe.

Li Kurdistanê jin timî li refên herî pêş ên serhildanê bûn. Li Rojhilata Navîn cara yekê ye ku jin di vê astê de pêşengî ji tevgerên civakî re kir. Vê yekê ne tenê jinê, her wiha civak û mêr jî guherand. Ji ber ku heta ku li nava mêr guhertin nebe, azadiya civakî bi rengekî rasteqîn pêk nayê. Sîstemên zordar mêtinger hemû jî di nav de sîstema modernîst kapîtalîst zîhniyeta bi serweriya mêr ferz dike. Lewma ji bo têkbirina sîstema zordar û mêtinger û modernîteya kapîtalîst ku nûnerê wê yê dawî ye, veguherandina mêr pir pir girîng e. Ji ber ku ev hemû sîstema civakî ye ku xwe dispêre zîhniyeta bi serweriya mêr. Jin bi veguhertina mêr û civakê re bi rola xwe ya sereke radibe. Jin li Kurdistanê hîmê bingehîn ê her pêşketinê ye, ku ev yek jî rastiya jinê bi şênberî radixe pêş çavan. Li Kurdistanê jin daketin qadan, pêşengî ji serhildanan re kir û ev meşa xwe bi beza ber bi çiyê ve dewam kirin. Li nava gerîla hêzeke mezin a jinê derkete holê. Yekîneyên jinê, fermandariyên jinê, artêşbûna jinê hate afirandin. Partiya jinê ava bû. Êdî rastiyeke jinê afirî ku ji her awayî xwe bi rêxistin kir, bi rê ve bir û şer kir. Ji bilî plansaziya hevpar, çalakiya hevpar û fermandariya hevpar jinan xwe kirina artêşeke cuda ya gerîla. Ji xwe di nava fermandariya giştî de jî teqez fermandarên jin hene. Bêguman artêşeke hevpar a gerîla heye ku li dijî dijmin şer dike. Serketin bi rêxistiniya hevpar, plana hevpar û çalakiya hevpar dibe. Li gel vê yekê rêxistiniya cuda, jiyana cuda ya jinê jî heye. Fermandarên xwe hildibijêrin; cih û qadên xwe yên wezîfeyê bi xwe diyar dikin. Ji xwe biryarên têkildarî jinan ji aliyê rêveberiya jinê û civata jinê ve têne wergirtin. Rêxistiniyeke bi vî rengî ya jinê girîng e.

Jin li gel wekheviya li rêxistiniya civakî û siyasî, her wiha di nava jiyan û têkoşîna rêxistinî de hene. Gelek caran di nava rêveberiyan de hejmara jinê ji hejmara hevalên mêr zêdetir e. Ji ber ku hevalên jin her wiha xwedî rêxistiniya xweser in, bandoreke hîn xurtir li qada jiyana civakî û siyasî dikin.

Gaveke yekane ye ku di nava Tevgera Azadiyê de jin partiya xwe ava dikin. Bi vî rengî jin li ser xeta azadiya jinê nîqaşên xwe yên îdeolojîk kûrtir dikin. Nêrîna wan a li pêvajoya siyasî jî di çarçoveya van nîqaşên îdeolojîk de ye. Di heman demê de ji ber ku rêxistihiyeke xweser e, hişmendî û tecrûbeya civata jinê ya ji aliyê rêveberî, rêxistinî û çareserkirina pirsgirêkan zêdetir dibe. Pirsgirêkên li nava Tevgera Jinê rû didin di çarçoveya rêxistinî û rêveberiya jinê de têne çareserkirin, ku ev yek baweriya jinê ya bi xwe, pêşketina îradeya li nava sîstema bi serweriya mêr zêde dike û ev yek jî gelekî girîng e. Eger Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd li nava tevgerên jinan ên cîhanê bi bandor û pêşeng e, di vir de rola partîbûna xweser a jinê gelekî girîng e. Partiyeke bi vî rengî hem jinan dike xwedî hêz, hem jî di têkoşîna siyasî û îdeolojîk a giştî de giranî û bandora jinê mezin dike. Vê rastiyê ispat kir ku jin heta nebin xwedî rêxistiniya xweser, nikarin bibin xwedî hêz. Azadî û wekheviya tenê di çarçoveya qanûnan de bê destnîşankirin ne jinê bi temamî azad dike, ne jî dike xwedî îrade. Eger wekhevî û azadî xwe bispêre îrade û rêxistiniyeke bi vî rengî wê hingî bi wate bibe. Ne tenê jinê azad bike, wê di azadkirina tevahiya civakê û jiyana demokratîk de bi rola diyarker rabe. Lewma partiya jinê, nirxandina vê yekê weke rêxistiniya herî girîng a îdeolojîk û siyasî di azadiya civakê de, li ser vê bingehê xurtkirina wê, serwerkirina wê li tevahiya cîhanê wê ji bo jiyaneke demokratîk û azad a tevahiya mirovahiyê roleke diyarker be.

Hevserokatiyê, temsîla wekhev li qada siyasî şoreşek afirandiye. Karakterekî azadîparêz û demokratîk daye siyasetê. Ji bo demokratîkkirina civakê bandoreke xurt kiriye. Bi taybetî jinên ku çavên xwe li jiyana azad û demokratîk vekirine hem xwedî li van destketiyan derdikeve, hem jî ji bo mayindekirin û civakî kirinê têkoşîneke mezin dimeşînin. Îro li Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya jinê bandorê li tevahiya jiyanê dike, ku ev yek jî têkoşîna me ya azadiyê xurt dike ku têk naçe. Têkoşîna azadiyê ya jinê, têkoşîna azadiyê di asta civakî de hem berfireh dike hem jî kûr dike.

Taybetmendiya herî mezin a pêşketina Tevgera Azadiyê ya Jinê ya Kurd jî ew e ku li ser bingeha xeta azadî û îdeolojiya rizgariyê ya jinê xwe dispêre pêşvebirina zanistiya jinê. Zanistiya jinê 'Jineolojî' dike ku ev karên jinê hemû bi rengekî rast û zanistî bê meşandin. Eşkere ye ku dîroka civakan a heta niha hatiye nivîsandin bi kêmasî û şaşitiyan dagirtî ye. Ji nîvcomayî wêdetir dîroka civakan û mirovahiyê kêm hatiye nivîsandin. Jineolojî vê şaşitî, kêmasiyê sererast dike û dike ku mirovahî û civak kêmasiyên xwe yên dîrokî zanibin û paşerojê hîn bi rengekî rast ava bikin. Lewma jineolojî ji bo dîroka mirovahiyê yek ji şoreşên fikrî yên herî mezin e. Di dîroka mirovahiyê de gelek pêşketîn û şoreşên fikrî çêbûn. Lê belê ev hemû kêm man, nîvco man. Lewma hemû jî şaş û xwedî kêmasiyan e. Jineolojî van kêmasî û nîvcomayiyan temam dike, zanistiyeke civakî ye ku dîroka fikrî li ser hîmên wê dide rûniştandin. Ji aliyê zanistiya civakê ve şoreşa herî mezin a dîrokê ye. Heta ku jineolojî neyê pêşxistin, heta ku rastiya dîroka jinê bi her awayî neyê diyarkirin, ti daneyên dîrokî û civakî wê nerast bin, wê ne temam bin. Rêber Apo ji bo dîroka mirovahiyê û zanistiya civakê bi rengekî rast bê fêhmkirin, ji her kesî bêhtir li ser rastiya jinê, li ser zanistiya jinê sekinî ye.

Zanistiya jineolojiyê hîn nû hatibe afirandin jî ji niha ve di mejiyê mirovan de paceyên gelekî mezin vekirine. Bi vî rengî mejiyê mirov azad kiriye. Azadbûna mejiyê mirov, wê zincîrên li jiyanê parçe bike, bike ku mirovahî azad bibe. Eger mirovahî dixwaze bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk, di serî de jineolojî yanî zanistiya jinê divê girîng bê dîtin, bi vî rengî mirovahî dikare rastî û kêmasiyên xwe bibîne. Piştî ku ev rastî dît û pê ve ji xwe wê jiholêrakirina paşverûtî, zext, zilm û astengiyên li pêşiya mirovahiyê zû bibe. Jiyana demokratîk û azad a civakî ku xwe dispêre azadiya jinê, wê bibe şêweyê bingehîn ê mirovahiyê.

Li aliyê din Tevgera Azadiyê ya Jinê ne tenê bandorê li jinên Kurd dike, her wiha bandoreke kûr li tevahiya jinên li Rojhilata Navîn dike. Jinên Kurd ji Tirkiyeyê heta cîhana Ereban û Îranê bandorê li têkoşîna azadiyê ya jinan dikin. Eger îro li Tirkiyeyê dînamîka jinê zindî be, eger bandorê li jinên li cîhana Ereb jî dike, ev rewş wê veguhere hêza bingehîn a guherîna li Rojhilata Navîn.

Têkildarî jinan vîzyona paşerojê şênber e. Sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinê. Jin wê jiyanê bi temamî diyar bikin. Demokrasî û azadî wê bi jinan re kûr bibe, berfireh bibe û bigihêje wateya xwe ya rasteqîn. Her tiştên bêyî mohra jinê, bêyî azadiya jinê wê nîvco be. Îro mirovahî nîvco ye. Jiyana nîvco jî bêtehm e. Jiyana ku jin lê azad e wê hîn bi coş, rengîn û bedew be. Di jiyana civakî, siyasî û çandî de pêşketinên mezin bibe. Wê aborî li xwezayê bê. Cîhana ku azadiya jinê lê serwer e, wê bibe cîhaneke welê ku şer lê nîne, jiyaneke azad, wekhev û demokratîk. Azadî wê mohra xwe li her qada jiyanê, li her gotin û gavê bike. Têkiliyên jin-mêr wê li ser bingeha hevjiyanê be û ev yek wê bibe bingeha jiyana demokratîk û azad a li tevahiya cîhanê.

Herî dawî eger em li qada navneteweyî vegerin; Tevgera Azadiyê ya Kurd têkildarî hêzên mezin ên global, bi taybetî jî NATO'yê analîzeke çawa dike? Tirkiye dewleteke endamê NATO'yê ye, lewma Tevgera Azadiyê ya kurd têkoşîna li dijî faşîzma Tirk weke parçeyek ji têkoşîna berfireh a li dijî emperyalîzma NATO'yê dibîne?

Dema ku tevgera me ya azadiyê dest bi têkoşînê kir, di navbera NATO û Pakta Varşova de şerê sar hebû. Tirkiye qereqola pêşî bû başûrê Sowyetan dorpêç kiribû. Lewma guhertina sînoran li aliyekî, NATO û DYE'yê tehemûl nedikir ku li nava Tirkiyeyê rewşa siyasî ya navxweyî biguhere, demokratîk bibe. Ji xwe dema ku li Tirkiyeyê tevgera demokratîk a şoreşger û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê rû da, bi generalên xwe ku ji bo wan digotin 'zarokên me' darbe dan kirin. Lewma dema ku têkoşîna me bi pêş ket, li hemberî wê yekser NATO hebû. NATO'yê tevgera me metirsîdar dît. Ji xwe Konsolosxaneya DYE'yê ya li Edeneyê ku li Tirkiyeyê bi Kurdistanê re eleqedar e, sala 1978'an raporek ji Sefaretxaneya Tehranê re şand ku navenda CIA ya Rojhilata Navîn bû û tê de destnîşan kir ku PKK (Apoyî) rêxistineke gelekî metirsîdar e. Ji bo Tirkiye ya ku li başûrê Sowyetê qereqola pêşî ya NATO'yê bû, darbeya leşkerî dan kirin.

Dema ku tevgera me ya azadiyê 15'ê Tebaxa 1984'an pêngava gerîla da destpêkirin, yê ku destpêkê helwest nîşan da NATO bû. Ji bo tepisandina gerîla piştgiriyeke xurt da Tirkiyeyê. PKK weke terorîst ragihand û NATO'yê bi vî rengî êrişên Tirkiyeyê rewa kir. Olof Palme tevî ku ji aliyê gladyoya NATO'yê ve hate kuştin, berpirsyarî xistin stuyê PKK'ê û xwestin bingeheke rewa ji tasfiyekirina PKK'ê re amade bikin. Di demekê de ku şerê sar giran bûbû û li ber encamwergirtinê bû, di nava NATO'yê de nerazîbûneke mezin li dijî Olof Palme hebû. Hem xwestin ji Palme xilas bibin hem jî bi vê kuştinê re berpirsyariyê bixin stuyê PKK'ê û ji PKK'ê rizgar bibin.

NATO rêxistineke leşkerî ye ku berjewendiyên hêzên kapîtalîst emperyalîst diparêze. Ji bo vê jî berjewendiyên civakan û gelan dike qurban. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO'yê ye, DYE û Eworpa polîtîka û pêkanînên qirker ên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan ji nedîtî ve tên û piştgiriyê didin. Tevî ku şerê sar bi dawî bûye jî NATO piştgiriya xwe ya ji bo Tirkiyeyê dewam dike. Niha dixwazin Tirkiyeyê li dijî welatên weke Rûsyayê û hêzên demokratîk şoreşger ên li Rojhilata Navîn bi kar bînin. Her çend dibêjin ku hede El Qaîde û DAÎŞ e jî, piştgiriya ji bo dewleta Tirk a li dijî Şoreşa Rojava û PKK'ê nîşan dide ku NATO rêxistiniyeke çawa ye.

Li gorî vê rastiyê, têkoşîna tevgera me ya azadiyê bi rengekî neyekser li hemberî plan û berjewendiyên qirêj ên NATO'yê têdikoşe. NATO hîn jî PKK'ê li nava lîsteya terorê dihêle û bi vî rengî beşek û piştevanê şerê qirkirinê yê dewleta Tirk e. Her çend NATO dibêje ku parazvanê azadî û demokrasiyê ya li dijî terorîzmê ye, ev yek demagojî ye, hewldanek ji bo veşartina karakterê xwe yê rastî ye. Li Rojhilata Navîn ê dijminê demokrasî û azadiyê ye, dewleta Tirk e. Piştevanên vê dewletê DYE, Ewropa û NATO ye ku hêza leşkerî ye. Li Rojhilata Navîn pêşengê demokrasî û azadiyê jî PKK û Kurd e. Paradîgmaya civaka ekolojîk demokratîk azadîparêziya jinê ya Rêber Apo li Rojhilata Navîn mifteya demokratîkbûnê ye. Kurd bi karakterê xwe yê demokratîk pêşengê demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Wahaya demokrasiyê ya Rojhilata Navîn, Rojava ye. Lê belê yê ku êrişî vê derê dike dewleta Tirk e ku endamê NATO'yê ye ku destûr û piştgiriyê ji DYE'yê werdigire. Dewleta Tirk ne tenê li nava welatê xwe, her wiha li Rojhilata Navîn dijminatiyê li demokrasiyê dike. Yê ku li dijî vê dewletê têdikoşe jî PKK ye. PKK hêza bingehîn a demokratîkbûna Rojhilata Navîn e, hêza bingehîn a şoreşa demokratîk e. Lê belê dewleta Tirk bi piştgiriya NATO'yê êrişî vê hêza demokrasiyê dike. Lewma NATO ne li aliyê hêzên azadî û demokrasiyê ye, li aliyê hêzên faşîst e.