KCK ji malbata Kak Mistefa Seyîd Qadir re sersaxî xwest

KCK’ê bi boneya wefata bavê Kak Mistefa Seyîd Qadir, Seyîd Qadir Seyîd Mistefa peyamek sersaxiyê da.

Konseya Rêveber a Koma Civakê Kurdistan (KCK) bi peyamekê sersaxî ji malbat û xizmên Kak Mistefa Seyîd Qadir xwest. Peyama KCK’ê wiha ye:

“Birayê birêz Kak Mistefa Seyîd Qadir

Bi mixabinî û xemgîniyekî mezin ve me bihîst ku bavê we yê birêz û rehmetî kesayetê diyar ê civaka herêma me ya Raperîn Seyîd Qadir Seyîd Mistefa koça dawiyê kiriye.

Bi vê minasebetê em sesaxiyê we yê birêz, malbat, xizmên hêja û hemû hevrê û hevkarên we dixwazîn û xema we parvedikîn.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ku ruhê rehmetî bi biheştê şad bibe û sebirê bide hemû aliyekê.”