'Ji bilî vekişandina dagirkeran divê tiştekî din neyê qebûlkirin'

KCK: Divê agirbest ne bi rewakirina dagirkeriyê, lê bi vekişîna hêzên dagirker biencam bibe. Ji vî alî ve berxwedêr û raya giştî ya demokratîk ji bilî vekişîna dagirkeran nepêkan e ku rêyeke din qebûl bikin.

Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkilî dagirkeriya Tirk a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û li ser peymana ku hatî kirin daxuyanî da.

Daxuyaniya KCK'ê wiha ye:

''Kurd, Ereb, Sûryan, hemû gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê di encama têkoşîna dijî çeteyên der mirovî yên mîna El Nûsra û DAÎŞ'ê, pergaleke demokratîk û azad ku ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak ava kirine. Faşîzma AKP-MHP'ê ku li ser Kurdan polîtîkaya qirkirinê dike, ji destpêkê ve dijminatî li vê pergala demokratîk kiriye. Faşîzma AKP-MHP'ê ku destêpê berê El Nusra û DAÎŞ'ê dida ser vê pergala demokratîk, dema ku ev hêz têk çûne ew bixwe ketiye dewrê. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ku dîtî li Bakur-Rojhilatê Sûriyê geşbûna demokrasiya xwecih, xwedîstatûbûna Kurdan û li ser vê bingehê demokratîkbûna Sûriyê wê pergala wan a qirkeriya faşîst hilweşînin, li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirker daye destpêkirin.

BERXWEDANA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DESTEKA KU TI TEVGERA BERXWEDANÊ NESTANDÎ, STANDIYE

Li dijî vê êrîşa dagirker a bi her cure çekê giran berxwedaniyeke bi asteke wiha hatiye kirin ku faşîzma AKP-MHP'ê ne li hêviya wê bû. Gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk li dijî dagirkeriyê rabûne ser piyan û li rex vê verxwedanê cihê xwe girtiye. Gelê Kurd û hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê li çar parçeyan bi giyanê yekîtiya netewî li dijî vê dagirkeriyê rabûne ser piyan. Ji bilî Qetarê ya bêvîn û hevkar hemû welat û gelên Ereb bi rengekî hişkere li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan dane. Welatên di nav Yekîtiya Ewropayê de jî li dijî vê dagirkeriyê derketine û xwestin ku artêşa Tirk û çeteyên wê dawî li vê dagirkeriyê bînin. Li DYE'yê ji bilî rêveberiya Trûmp hemû hêzên siyasî û organên dewletê yên karîger û raya giştî li dijî vê dagirkeriyê rabûne, li ser hikûmeta Trûmp zext danîne. Dewleta Tirk ti dema dîrokê wiha tenê nemaye; berxwedana Kurdan û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya bi berdêlen giran, bi qasî ku ti tevgera vê sedsalê ya berxwedanê nedîtî, dseteka gelan û raya giştî ya demokratîk a berfireh dîtine. Dagirkeriya Tirk bi pozîsyona xwe ya neheq û nerewa hê ji destpêkê ve mehkûmî têkçûnê bûye; Kurd gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê hatine rewşa ku bi ser bikevin.

BERXWEDANÊ KOMPLOYA TRÛMP Û ERDOGAN PÛÇ KIR

Berxwedana ku bi vê desteka moralî ya mezin û rewatiyê hatî kirin komploya ku Serokê DYE'yê Trûmp û dijminê Kurdan Erdogan li dijî gelên Bakur-Rojhilatê danîn, hatiye pûçkirin, anîne ber têkçûneke mezin. Berxwedanê, zexta gelan û raya giştî ya demokratîk Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku destûr dayî êrîşa dagirker a Erdogan ê faşîst, kiriye rewşeke pir zor ku di dîrokê de bi lîderê siyasî nehatiye. Polîtîkayên şefên faşîst Erdogan-Bahçelî jî kirine nav têkçûneke siyasî û dîplomatîk de û nav gergerîneke ku nekarîn ji nav derkevin, ku di dîroka Tİrkiyê de rewşeke wiha bi serê kesî nehatibû.

Rêveberiya Trûmp ji bo ku ji vê rewşê xilas bibe, bi agirbestê hewl daye ku şer bisekinîne. Li bara berxwedana QSD'ê û desteka li vê berxwdanê, heke êrîşa dewleta Tirk a ku jîgeh bombe dikirin, bi sedan sivîl dikuştin, bi sedan jê birîndar dikirin û seqet dikirin, ranewestiyaye, wê Trûmp jî bi kêmanî bi qasî Erdogan teşhîr bibûya û tecrîd bijiya. Di vê rewşê de hem DYE û hem jî Tirkiyê hewceyî bi agirbestê dîtine. Bi vî rengekî li bara berxwedana bi desteka gelên cîhanê û raya giştî ya demokratîk xwestine ku xwe ji rewşa ku zor li wan dike xilas bikin.

JI BILÎ VEKIŞÎNA DAGIRKERIYÊ NE PÊKAN E KU VEBIJÊRKEKE DÎ WERE QEBÛLKIRIN

Bi pejirandina Trûmp, ji bo ku neheqiya êrîşên dagirker ên dijminê Kurd Erdoganê faşîst dayî destpêkirin were nîşandan, wiha xuya dike rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê ev agirbest qebûl kiriye. Ji ber ku ev êrîşa dagirker e û sûcên giran ê li dijî mirovahiyê ye, divê ev agirbest ne dagirkeriyê meşrû bike lê wiha bi encam bibe ku hêzên dagirker vekişin. Ji ber ku berxwedêr û gelên cîhanê yên ku destekê didine vê berxwedanê û raya giştî ya demokratîk dixwazin ku ev êrîşên dagirker rawestin û dagirker bi temamî vekişin. Ji ber vê jî berxwedêr û raya giştî ya demokratîk ji bilî vekişandina dagirkeran ne pêkan e ku vebijêrkeke dî qebûl bikin.

EGER AGIRBEST BIKE KU DAGIRKERÎ BI DAWÎ BIBE HINGÎ WÊ WATEDAR BE

Herêmên ku niha bûne hedefa êrîşê beriya vê êrîşa dagirkeriyê herêmên herî ewle û aştiyane yên Sûriyeyê bûn. Ji ber vê yekê ji bo ewlekarî û aştiyê divê hêzên dagirker teqez xwe vekişînin. Piştî hevdîtinên navbera heyetên DYE û dewleta Tirk de bi rengekî ku nayê fêhmkirin hate xwestin ku hêzên QSD'ê xwe vekişînin ku ev yek tê wateya rewakirina dagirkeriyê. Ji ber vê yekê madeyên peymana ku heyeta DYE'yê eşkere kir, ji bilî agirbestê ne ji aliyê siyasî ne jî ji aliyê exlaqî ve rewa nînin. Hêzên şerê qirêj ên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê piştî ragihandina agirbestê jî êrîşên xwe dom kirin ku ev yek jî nîşan dide, agirbest ji bo rizgarkirina Trump û Erdogan ji tengaviyê ye. Erdogan ê faşîst ku dijminê Kurdane, ji xwe diyar kir, ku ew gihîştine armanca xwe ya destpêkê ya êrîşa dagirkeriyê û eger dagirkeriya wan neyê qebûlkirin wê êrîşên xwe girantir bikin. Bi vê yekê eşkere kir ku armanca xwe çi ye. Ji ber vê yekê divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên dinyayê û raya giştî ya demokratîk helwesta xwe ya berxwedêriyê sist nekin, heta ku dagirker Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî biterikînin divê têkoşîna xwe bidomînin. Eger agirbest weke pêvajoyeke ji bo vekişîna dagirkeran bê dîtin û bibe wesîle ku gavên bi vî rengî bên avêtin wê hingî watedar be.

NABE KU SÛCÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ JI NEDÎTÎ VE BÊN

Sûcên şer ên ku dewleta Tirk di dema êrîşa dagirkeriyê de kirin nabe ku ji nedîtî ve bên. Dewleta Tirk çekên qedexekirî yên ku bi balafirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, di dema êrîşa dagirkeriyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi kar aniye. Ji ber vê yekê gelên dinyayê û saziyên ji parastina mafên mirovan berpirsyar in divê di mijara qetilkirina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî de hesab ji şefê şerê qirêj Erdogan û berpirsyarên din bipirsin. Naxwe wê pêşî li kirina sûcên din ên li dijî mirovahiyê bê vekirin û jiyana aştiyane, bi ewle û aram a mirovahiyê wê ji niha û pê ve bikeve rewşeke metirsîdar.

JI BO PÊKHATINA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK A SÛRIYEYÊ DIVÊ HEWLDAN HEBIN

Bi êrîşên dagirkeriyê careke din eşkere bû ku dewleta Tirk êrîşî yekparebûna xaka Sûriyeyê dike. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya deverên ku dagir kiriye bandorê li jinûve avakirina Sûriyeyê bike. Ji ber vê yekê li dijî bicihbûna artêşa Sûriyeyê li sînorên dewletê rabû, ku li ser bingeha lihevkirina rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi dewleta Sûriyeyê re ev yek kete rojevê. Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, DYE û Yekîtiya Ewropa divê li ber van hesabên dewleta Tirk rabin û ji bo pêkhatina peymana navbera rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Sûriyeyê bibin alîkar. Ji bo aramiya siyasî ya bi rengekî aştiyane, demokratîk û yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê beriya her tiştî helwesteke bi vî rengî divê. Bêguman divê gelên dinyayê û raya giştî ya demokratîk jî li dijî vê helwesta dewleta Tirk a dixwaze yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê asteng bike, divê helwestekê nîşan bidin û ji bo pêkhatina yekîtiya demokratîk a Sûriyeê di nava aştî û demokrasiyê de bikevin nava hewldanan.

TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DIVÊ BÊ XURTKIRIN

Ji bo rawestandina vî şerê qirêj agirbest girînge; divê ev agirbest bibe destpêka pêvajoya bidawîkirina dagirkeriyê ku bi vê êrîşê re aştî, ewlekarî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê hate rakirin. Ne bi vî rengî be hingî wê agirbest tenê ji bo kêmkirina zexta raya giştî ya demokratîk û gelan be, wê ji bo rewakirina armancên dagirkeriyê be û lîstikek ji bo 'Herêma Ewle' be ku tê gotin berê li ser li hev kirine.

Eger agirbesta hatiye ragihandin dawî li hewldana dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bîne û bike ku hêzên dagirker bi temamî xwe vekişînin hingî wê bigihêje armanca xwe. Ji bo vê jî gelekî girînge ku gelên dinyayê, raya giştî ya demokratîk, hêzên siyasî û dewletên ku li ber dagirkeriyê radibin, Yekîtiya Ereban, gelên Sûriyeyê û gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê û piştevaniya berxwedanê bidomînin. Em bang li van hêzan hemûyan dikin ku ji bo afirandina sîstemeke demokratîk a li ser bingeha aştî û aramiya li tevahiya Sûriyeyê bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bûye hedefa dagirkeriyê, têkoşînê xurt bikin.

Berxwedana bi rûmet a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD'ê ya li dijî êrîşên giran, kir ku agirbesteke bi vî rengî bê ragihandin. Em pê bawerin ku wê bi berxwedana xwe dawî li dagirkeriyê bînin, li ser bingeha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya demokratîk yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê pêk bînin, em şehîdên fedayî yên berxwedanê bi rêzdarî bi bîr tînin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin."