Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser hefteya Qehremaniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK got ku, “Bi wesîleya hefteya Qehremaniyê di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, fermandarê me yê mezin Mahsûm Korkmaz û fermandarê nuwaze yê berxwedana xwerêveberiyê Çiyager de, em hemû şehîdên xwe bi minnetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.”
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, “Tevgera Azadiyê ya Kurd, dîroka pêşveçûna têkoşînê ya ligel şehîdên me yên qehreman e. Tevgera me ya Azadiyê bi qehremanî têkoşîn bi pêş ve biriye, hemû demên dijwar jî bi ked, qehremanî û canê şehîdên me yên qehreman hatiye derbas kirin. Dîsa di her serdema nû ya têkoşînê û pêvajoyên pêngavan, bi saya serê şehîdên me yên qehreman bi pêş ve çûye û bi ser ketiye.
Zilma dijminên me û dijwariya şoreşa Kurdistanê vê rastiya pêşveçûnê derdixe holê ku, têkoşîna me bi xwîn û canê qehremanên me pêk hatiye. Ji ber vê jî têkoşîna me ya azadiyê di xeta qehremaniyê de didome û bi pêş ve diçe.
‘HER GERÎLLA KAWAYEK E’
Sedema ku destana Kawayê Hesinkar li Kurdistanê pêk tê, eleqeya xwe bi rastiya erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê heye. Li her dera Kurdistanê heta ku Kawa dernekevin wê hebûna Kurdan pêk neyê û jiyana azad û demokratîk a Kurdan jî wê bi cih neyê. Ji ber vê jî îro jin û mêr, her ciwanên Kurdan bûne Kawayek. Rastiya şoreşa Kurdistanê, Kawabûnê ferz dike. Ji ber ku zalimên îro wekî Dehaq in, divê milîtanî jî wekî ya Kawa be. Îroj her gerîllayek Kawa ye û her gerîlla qehreman e.”
GELÊ ME BÛYE GELEKÎ LEHENG
Gelê me bûye gelekî leheng. Gelê me yên ku di serhildanan de bi hezaran şehîd dane, di dema berxwedana xwerêveberiyê de li gel ku hemû taxên wan hatin hilweşandin, zarok, dê û xwişk û birayên wan bi zalimane hatin kuştin jî di sala 2017’an de bi helwesteke birûmet rabûye ser piyan û nîşanî hemû dinyayê daye ku civakeke leheng e. Rêber Apo ji ber sedema vî karekterê leheng hê beriya bi 25 salan ji bo gelê Kurd gotiye Gelê Newrozê. Ev pênase jin, mêr Kawabûna hemû gelê me vedibêje.
‘EM Ê BÊRÎKIRINA WAN BI SERFIRAZIYÊ TACÎDAR BIKIN’
Îro gelê me û Tevgera Azadiya Kurd li şertên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de ku li Rojhilata Navîn li dar e, têkoşîneke mezin dide. Di meh û salên pêş me de siberoja gelê me û gelên Rojhilata Navîn wê diyar bibe. Ji bo vê jî îro ji her demê hewceyî pê heye ku em bibin Mazlûm, Egîd, Çiyager, Zinar, Eylem, Axîn û gelê Newrozê. Ji ber ku di şertên giran ên têkoşînê ên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de û di wê demê de ku dijminên Kurdan ji her hêlê ve wê êrîşê bînin, tenê bi xeta lehengiyê wê serkeftin pêk were, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk wê were afirandin.
Em hemû şehîdên xwe yên leheng ku bûne sedema têkoşîna me ya azadiyê ya mezin bi ser bikeve û gelê me bibe Gelê Newrozê, em careke dî bi minet û hurmet bi bîr tînin; em soza xwe dubare dikin ku em ê bêrîkirina wan di xeta serfiraziyê de tacîdar bikin. Em bang li gelê xwe û ciwanan dikin hefteya lehengiyê li her deverê pîroz bikin.’’