KCK: Em ê xwedî li bîranîna Mam Celal derkevin

KCK’ê Serokê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî yê ku 4 sal berê jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî.

KCK’ê bi wesîleya salvegera çaremîn a wefata Celal Talabanî peyamek weşand.

Di peyama KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em avakarê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û serokê wê,Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî bi rêz û hurmet bi bîr tînin û girêdayîbûna xwe ya bi azadî û welatparêziyê dubare dikin.

Di dîroka her neteweyê de kesên xwedî bîra dîrokî û helwesta şoreşger nîşan didin, mohra xwe li bûyeran didin û dibin parçeyekî nasname û dîroka wê. Serok Mam Celal Talabanî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadî û mafê gelê Kurd xebitiye û bi van xebatên xwe li dû xwe şop hiştiye.

Bi hebûna xwe li Rojhilata Navîn û Iraqê bûye mifteya çareseriya pirsgirêkan û aştiyê. Dostanî û hevrêtiya di navbera Mam Celal, Rêber Apo û Îbrahîm Ehmed ji bo her çar parçeyên Kurdistanê rê li ber destkeftiyên mezin ên neteweyî û demokratîk vekiriye, ji bo yekîtiya neteweyî bûye hêvî. Ev rewş heta niha domiyaye A niha jî dijminên gelê Kurd dixwazin deskeftiyên gelê Kurd ji holê rakin, ji ber vê jî girêdanbûna vê mîrateya şoreşger, wê bibe mifteya têkoşînê û derbaskirina krîzê.

Di salvegera çaremîn a wefata Mam Celal de em ê bîrbûna peywir û berpirsyariya xwe, xwedî li bîranîna vî pêşengê mezin derkevin. Em ê girîngiyê bidin yekîtiya neteweyî, bingeha jiyaneke aştiyane, wekhev, hevpar û demokratîk ava bikin. Em bawer in wê YNK li gorî mîrateya neteweyî û demokratîk a Mam Celal li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê di nav komên siyasî de her dem wê karibe roleke xurt bilîze.”