KCK: Em ê teqez hesreta Kurdistana azad a Şêx Seîd û hevrêyên wî emanet kirî bi ser bixin

Hevserokatıya Konseya Rêveber a KCK’ê: Şêx Seîd û 47 rûspiyên Kurd li ser sehpaya darvekirinê seknekî bi rûmet nîşan daye. Li ser sehpaya darvekirinê qîrkiribûn ku wê ala têkoşînê zarok û neviyên wan hilde û bigihînin serketinê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber  a KCK’ê ya têkildarî salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevrêyên wan daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê got: “Ji sala 1925’an û vir ve vîna paytext a Amed ku bi deh hezaran şahidê wê hene, ti hêz nikare vîna Kurdistanê bişkîne. Îro ruhê azadiyê yê li her dervera Kurdistanê diger, ruhê Kurdê azad e. Ev ruh duh jî li ber xwe dabû, îro jî li ber xwe dide, wê sibe jî li ber xwe bide. Keç û xortên gelê Kurd wê bi deh hezaran şehîdên xwe ji bîr nekin. Ew wê mîna wan bibin fedayiyên gelê Kurd. Îro yên li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin, hemû keç û xortên Kurdistanê ne.”

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Berî 96 salan û vir ve Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî li Qada Dagkapi ya Amedê hatin bidarvekiri. Van rûspiyên Kurd ên ji bo azadiya Kurdistanê jiyana xwe kirin feda, bi minet bibîr tînin. Em ê qêrîna wan a li ser sehpaya darvekirinê, hesreta Kurdistana azad a emanetî me ewladên xwe kirî, bi teqez bi ser bixin.

Rêber Apo tîne ziman ku polîtkayên qirkirina Kurdan sala 1925’an destpê kiriye. Ji wê rojê û vir ve dewleta Tirk a mêtinger-qirker li ser gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê bi rê ve dibe. Polîtîkaya qirkirinê ya sala 1925’an destpê kir, îro jî hê dorfirehtir bûye û berbelavtir bûye. Îro hişmeniya qirker, polîtîka û pêkanîn li gorî mercên îro li gorî wê qat bi qat zêdetir dijwar kiriye. Di vî warî de ji roja ku Şêx Seîd û 47 rûspî hatin darvekirin û vir ve xeteriyeke hê zêdetir a qirkirinê heye. Lê îro gelê Kurd di mijara naskirina diminên gelê Kurd û polîtîkayên qirkirinê zêdetir bi zanabûye. Hesreta azadî û demokrasiyê ji bo hemû gelê Kurd bûye hesreteke esasî. Ev jî ji bo têkibirina hêzên mêtinger û qirker ên 96 salin polîtîkayên qirkirinê der mirovî dikin, hêzekî pir heybet derxîne holê. Her çendî zorî û astengî hebe jî, dema têkoşîn bê kirin, ji her demê zêdetir nêzîkî hesreta Kurdistana azad a Şêx Seîd û hevrêyên wî ne.

KEÇ Û XORTÊN KURDJI BO ŞÊX SEÎD, SEYÎD RIZA Û HEMÛ ŞEHÎDAN LI BER XWE DIDIN

Şêx Seîd û 47 rûspiyên Kurd li ser sehpaya darvekirinê seknekî bi rûmet nîşan daye. Li ser sehpaya darvekirinê ala têkoşînê ya zarok û neviyên xwe hildan e, qîrkirine ku wê bigihînin serketinê. Bı dehê salan e keç û xortên Kurd û zarokên wan vê sekna bi rûmet a li ser sehpaya darvekirinê di têkoşîna li dijî mêtingerî û qikirinê de temsîl dike û dijî. Êdî hesreta Kurdistana azad a Şêx Seîd û Seyîd Riza ên li ser sepaya darvekirinê seknekî birûmet nîşandan, li her çiya, gelî û bajarî tê jiyîn. Mîna bendenên Şêx Seîd û Seyî Riza bi deh hezaran şehîdên me li ser vê axê, bi hebûna xwe û qîrkirine ku wê gel temsîl bike û wê tine nebin. Keç û xortên Kurd û zarokên wan îro li her derê ji bo Şêx Seîd, Seyîd Riza û hemû şehîdan li ber xwe dide. Gelekî ku xwedî berxwedêrên wiha be, wê bi teqez bigihêje azad û demokratîk bijî.

Ji sala 1925’an û vir ve vîna paytext a Amed ku bi deh hezaran şahidê wê hene, ti hêz nikare vîna Kurdistanê bişkîne. Îro ruhê azadiyê yê li her dervera Kurdistanê diger, ruhê Kurdê azad e. Ev ruh duh jî li ber xwe dabû, îro jî li ber xwe dide, wê sibe jî li ber xwe bide. Keç û xortên gelê Kurd wê bi deh hezaran şehîdên xwe ji bîr nekin. Ew wê mîna wan bibin fedayiyên gelê Kurd. Îro yên li Zap, Avaşîn û Metînayê li ber xwe didin, hemû keç û xortên Kurdistanê ne.

Gelê Kurd ê bi dehê salan e bi fedayî şer dike, her cûre zilm û cihêkarî li ser tê kirin, wê vê êşê bi teqez bike bingeh û mîrasê jiyana azad û demokratîk. Wê ji êşan xweşî û azadiyê peyda bike. Wê hemû êş bibin mîna higuv, wê ev jî rastiya civaka herî azad û herî demokratîk a cîhanê derxîne holê.

Roja ku Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî hatin darvekirin, ji bo Rêber Apo jî biryara darvekirinê hate giritn. Mêtingerên qirker didin diyarkirin ku qedera we eve dide nîşandan. Em jî hemû yên li ber xwe didin, li gorî girêdanbûna bi şehîdan re, qedera ku ji bo me hatî danîn pûç dikin, Kurdistaneke azad û demokratîk ava bikin. Pîrozbahiya vê ya herî mezin jî em ê li Qada Darkapi ya Amedê pêk bînin.

Wan bawer kiribû ku wê ewlad û neviyên wan bibin şopdarên doza wan. Em jî wê bibin layîqî yên ev bawerî dayîn avakirin. Ji niha û şûnde têkoşînê xurt bikin, em ê bi teqez hesreta wan bidin jiyîn.”